Kayıtlar

Aralık, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Kurdish Mashup

Resim
     Bi pêşketina teknolojiyê re êdî guhertinên mezin di demên kurt de diqewimin. Bi vê re jî gellek cûreyên hunerê veguherîne formên din. Bi awayekî din ev yek weke adaptasyonê dikare were binavkirin. Me go bi pêşketinên teknolojîk re û bi taybetî jî bi rêya înternetê, guhertin di demeke kin de li hemî cîhanê belav dibe û çandeke (an jî bêçandiyeke) hevpar weke bizrê kulî derdikeve holê. Orjînalî û teqlîd li hev diqulipe carinan dikevin şûna hev, mirov nema dikare jê fêm bike bê ka kî orjînal e kî teqlîd? Bêguman ev taybetmendiyeke sereke ya çanda kapîtalîzmê ye; "li ser linga, bi bayê bezê, bixwe, belav bike, guhdar bike... bavêje". Tenê bila vê dema te xweş bike bes e, ne hewceyî naverok, kalîte, ked û her wekî din e. Li ser vê mijarê bi qemyonan tişt hatine gotin, ne hewceyî dirêjkirinê ye.        Em werin ser mesela xwe yî esil; Mashup. Ev peyv bi Ingilîzî tê wateya "lebîxe, şotik,perçiqî,lepe..." yanî gellek tiştan di nav hev de biperçiqîne û tevîhev bike