Kayıtlar

Mayıs, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Ev Çawa Albûm e?

Resim
Nediket bîra min ku ez ê rojekê li ser mosîqa Ciwan Haco rexneyeke neyênî bikim. Ji roja ku min dengê wî bihîstiye heta îro li hemberî berhemên C.Haco ketime nav bendewariyeke bilind. Berê, bi zorê te karîbû straneke "jirêzê" di nav albûmên Ciwan de guhdar bikira. Her dem bi sê gavan li pêşiya mosîqa kurdî bû, ruwê wê yî modern bû. Çawa çêdibe ku li paş bimîne? Qey bi rastî jî divê ku mirov dema li serê lûtkeyê be, dest ji hunerê berde?             Bi şêwaza mosîqa û dengê xwe, bi gotinên stranên xwe bi taybetî ji bo guhdarvanên ciwan fenomenek e. Bû awêneyek ji hunermendên nû yên kurd re, gelek ji wan bi deng û terza xwe di bin bandora wî de diman. Li gora derfetên sî sal berê mirov binirxîne, di her albûmeke xwe ya nû de bi şêwazeke nû guhdarvanên xwe mest dikir. Piştî albûma "Na Na"yê derizîn kete navbera şopînerên Ciwan û ev derz her ku diçe dibe şkestin.       Li gorî min û ez dibêm qey li gorî gelek guhdarvanên Ciwan jî albûma "Sî û Sê Gule"

Dîftongên Kurdî

Resim
              Weke ku tê zanîn li ser riwê (an jî ruwê) cîhanê bi hezaran ziman û devok têne axaftin. Ev ziman bi awayekî zimanzanî ji hev hatine beşkirin. Ev jî li gora fonetîk, sentaks, leksîkolojî, etîmolojî, morfolojî û her wekî din têne beşkirin. Her ziman û hetta her zarava xwediyê hinek cûdahî û taybetiyan in. Mînak di zaravayê kurdiya başûr (Soranî) de ergatîvîte û dengê "v"yê tuneye, di zaravayê zazakî de dengê "ç"yê ji zaravayên din cûdatir e, dengekî di navbera dengên "ç" û "s"yê de ye. Her wiha mirov dikare mînakên van cûdahiyan zêdetir bike.           Ya ku ez dixwazim balê bînim ser, dîftongên (dudeng) di kurdî de ne. Li gora hin zimanzanan "xw" dîftong tê qebûlkirin, li gora hinekên din nayên qebûlkirin. Ez jî dixwazim li vê tevliheviyê yeke din zêde bikim (Ez ne zimanzan im, lê mîna xwendevanekî kurdî, dixwazim ku pirsên di hişê xwe de par ve bikim). Mijara ku ez dixwazim behs bikim bi dualî ye, yek jê bikaranînana