Kayıtlar

Mart, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Xwendin û Nivîsa Bi Kurdî

Resim
Ez gelek caran li kesên ku zanîngeh qedandine û bi ser halan de jî bi ser kurdî de hele didin, rast têm, ku li hemberî bêxîretbûna wan î xwendin û nivîsa kurdî matmayî dimînim. Gotin bê ser nirxandina rewşa zimanê kurdî cilê ser xwe diqetînin lê di rastiyê de salê qey pirtûkeke bi kurdî dixwînin an jî nêvî dihêlin û li pirtûkgeha xwe bi cî dikin. Li ser medyaya civakî jî dema ku bi şaşî tiştinan bi kurdî dinivîsin tê bê qey di asta zarokên dibistana destpêkê de ne, ew qasî şaş û kêm dinivîsin.    Qey bira xwendin û nivîsa bi kurdî pir dijwar e?Rast e dijwar e lê ji bo yekî/yeke tirk, ingilîz, kamboçyayî  û mozambîkî, ne ji bo kurdekî. Rast e ku rengê asîmîlasyonê gelek e, li gelek cihî bêyî daxwaza me derdikeve pêşberî me û em bê hemdê xwe di bandora wê de dimînin. Nivîs û xwendina kurdî ya bi tîpên latînî, divê ji bo kurdên bakûr ne ew qasî dijwar be, jixwe kurd bi tîpên latînî bi tirkî perwerdeyê dibînin, dixwînin û dinivîsin. Tenê çend dengên cuda hene ku bi tîpên cuda têne xwe

Mirov, Desthilatdarî û Wêrankarî

Resim
Çima xirabî ji ser rûyê cîhanê kêm nabe? Çima mirov ew qasî zilmê li hev dikin? Li gora dilê xwe xwezayê wêran dikin, ji bo berjewendiyên xwe her tiştî dikarin feda bikin.        Gelo , ma ne ew mirov e ku ji biçûkantiya xwe ve bê guneh bû? Yan jî dibe ku ji ber biçûkbûna mirov, wêrankariya mirov jî biçûk be ango neyê ber çavan. Ma ne ew mirov e ku ji dîroka tarî heta vê demê hem bi cinsê xwe re û hem jî bi xwezayê re şer dike? Dibe ku sedemên van şeran başiya/parastina mirovahî û xwezayê be? Gelo tekane rêça parastina mirovahiyê di nav şer û wêrankariyê re derbas dibe? Nabe ku ev parastina desthilatdariya mirov î li ser gerdûnê be? Dibe ku wekî fikreke utopîk bê dîtin lê bi min ev fikir ne ew qasî dûrî aqilan e. Helwesta mirovan diyar e ku hemû qul û qurçên gerdûnê keşf bike an jî mohra xwe lê xe. Bi riya zanyariyên gerdûnnasî, fizîk, kîmya, genetîk ûhwd dixwaze ku mirov her tim li xwe zêde bike (jixwe dawiya van pêşketinan jî qet xwiya nabin). Ew qas pêxember-dîn, fî

Keleha Zêrzewanê (Zerzevan Kalesî)/ Samachi

Resim
Keleha Zêrzewanê, li ser riya Amed-Mêrdînê, li texma kîlometreya 45an e. Li vir gelek avahiyên sererd û binerd hene, weke perestgeh, bîrên avê, embarên zad û xwarinê, korîdorên nepenî yên bin erdê û stargehên ku nêzî 400-500 kes dikarin xwe lê veşêrin hene.  Vîdeo: Dergehê kelehê Tê texmînkirin ku ev keleh piştî zayînê(pz) di sedsala(ss) 4an de ji aliyê Împeretoriya Romayê ve weke qereqolekê hatiye avakirin. Li rojhilatê Împeretoriya  Romayê , li hemberî êrîşên Persan/Sasaniyan weke artêşgehekê hatiye bikaranîn.  Vîdeo; Hundirê Perestgeha Mithrasê Ji ber ku xebatên bikêrhatî ên arkeolojîk û lêkolînên zanistî pir dereng hatin destpêkirin (her çi qasî ku di 2014an de hinek xebatên arkeolojîk hatibin destpêkirin jî, xwiya dibe ku ne xebatên zêde bi bandor in), meriv li ser dîrok û mîmariya vê kelehê nikare tu agahiyan bi dest bixe.      Ji 2014an û vir ve, ji bo ku meriv bi hêsanî biçe serê kelehê, riyeke trimbêlan jî hatiye çêkirin.  Ez di sala 1997an de j