Kayıtlar

Nisan, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Rewşa Watsapê

Resim
Rewşa me rewşeke giran e Hawîrdor mij girtiye ji emojiyane Kesek nemaye li me bike laykane (like) Em bûne koçberê feysbûk, twîtir û înstagramane Ferman e, fermana Homo Sapîensan e     Mirovahî her dem di nava guhertinekê( Evolution) de derbas dibe, ev rewşeke asan e. Gelek carî jî ev rewş bi "pêşketinê" tê pênasekirin. Ji çanda devkî ber bi ya nivîskî, ji wir jî bi bayê bezê ber bi ya kompîtûrî û van salên dawî jî bûye çanda telefonên biaqil(androîd). Bêguman her dewr xwediyê hinek avantaj û dezavantajan e. Kî bixwaze dikare ber bi pêş ve biguhere , kî jî bixwaze dikare di bin xwe de li ber gû here... Gelek caran jî ev rewş ji asta bijartinê zêdetir dikeve asta bêgaviyê. Her kes kêm zêde ji vê rewşê agahdar e. Gotineke me yî kurmancî heye, dibêje "mîh bi nigê xwe, bizin bi nigê xwe". Lê li gorî fikra min ev hinekî ji vê gotinê wêdetir e, ji ber ku mîh û bizin endamê heman keriyî ne. Gotineke din î bi vê rewşê re têkildar heye, ew jî ev e; "tu keran bibî

Pîrê Mem

Resim
Ziyareta Pîrê Mem, li herêma Omeryan, di navbera gundê Bikêrê û Kurima de ye . Ziyaretgeheke kevn e, pirtir ji aliyê gundên derdorê ve tê ziyaretkirin. Di derheqê dîroka vê ziyaretê de agahiyeke diyar tuneye. Li vê heremê gelek ziyaretên mîna vir hene, pirê wan jî tenê ji hêla gundên derdora wan têne naskirin; Letanê, Kalbazo, Melekaf, Mezelkê Sipî çend mînakên ji van in. Gelê heremê li van deran pez û dewaran dikin dehî û xwe davêjin van ziyaretan, ji bo pakbûna nexweşî û tengasiyên xwe duayan dikin. Taybetmendiyeke van ziyaretgehan jê jî ew e ku, bi dar û ber in, kesek darên li van cihan jê nakin. Bêîstîsna li tevan darên berûyê heye, jêkirina darên li vir guneh tê qebûlkirin. Li Pîrê Mem dareke mezin ya berûyê heye ku ji mezinbûna şaxên wê û stûrbûna qurmê wê diyar dibe ku pir kevnare ye. Bi rehetî deh malbat li bin wê dikarin bi cî bibin. Avahiyeke biçûk î bi qasî bîst metrekareyî heye ku sê tirbeyên textînî tê de ne. Li derûdora ziyaretê neh deh bîrên avê hene, ji dem

Hêmaya Hespan di Destana Köroğlu de

Resim
O iyi İnsanlar, o güzel atlara binip çekip gittiler. ( Ew mirovên çê li wan hespên spehî siwar bûn, lê xistin û çûn)       Bêguman nivîskariya Yaşar Kemal ji bo w êjeya  tirkî siûdek e. Gelek hêmayên çanda gelerî , hem ji Dengbêjiya Kurdî hem jî ji ya Aşiqên Anatolyayê di kitêbên xwe de bi hostatiyeke resen bi kar aniye.        Vîdeo: Yaşar Kemal bi bîreweriyeke balkêş ji dengbêj Salihê Qubînî re çend hevokên destana Siyabend û Xecê vedibêje.       Di pirtûka bi navê "Yaşar Kemal Kendini Anlatıyor" de binyata nivîskariya xwe bi dilnizmî radixe ber çavan. Ev kitêb ji bo famkirina wêje û nivîskariya wî hêjayî xwendinê ye. Îcar jixwe hêza pênûsa wî ji her kesî malûm e.      Weke ku min li jorê jî got (û zaten Yaşar Kemal bixwe jî di roportajên pirtûk, rojname û çapemeniyê de gelek carî diyar kiriye) hêmayên çanda devkî ango çanda gelerî bi awayekî serkeftî di pirtûkên wî de cî digirin. Pirtûka wî ya bi navê Üç Anadolu Efsanesi mijara xwe rasterast ji sê