Kayıtlar

Nisan, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Çîroka Têkçûyînekê

Resim
Romana Eta Nehayî ya bi navê Gulên Şoran, bi serpêhatiya Lasê kurê Wisû Axa re behsa serdemeke civakî û polîtîk a kurdên rojhilatî dike. Roman bi vegereke bêdeng û derengmayî ya piştî pazdeh salan a Las, nuxurîyê Wisû Axa dest pê dike. Bi flaşbekan çîrok û serpêhatî tê vegotin. Las bi awayekî bidizî vedigere mala xwe. Kesek ne li hêvîya vegera wî  ye. Her kes wî mirî dizane. Bajarê wî û malbata wî guherîye. Pîrejina diya wî jî ji ber vê hatina ji nişkê ve nizane bê çawa tev bigere, kêfxweş bibe yan xemgîn bibe, nizane. Dayê Gulê jê dipirse; "Las? Kurê min, tu vegerîyayî?". Las bi van gotinan li diya xwe vedigerîne; "Vegeriyam, da ku kûçikên welatê min bi ser min de bireyin, da ku kûçikên welatê min zenda lingê min bigirin." Las di rojeke ku rûsan agir berdane bajarê wî, hatîye dinê. Bi malbatî koçber dibin, lê careke din dema ku vedigerin kavilê bajarê xwe yî şewitî, di nav kavilê mala xwe de, li hewşê, li ser koka dara tiwê ya şewitî şitleke nû şîn hatîye û m

Liberxwedana Jiyanê

Resim
Îro 31ê Adara 2019an e, Hilbijartina Xwecihî heye û ez li acîlê nobedar im. Piştî ku min vê sibehê raya xwe da, ez hatim nexweşxaneyê. Di nav qilqilandinekê de me ... Dinya bi ewr û baran e, tam li gora derûnîyeke qilqilî ye. Jixwe rewşa welêt jî li holê ye, her çiqasî ku me ji demokrasîyê hêvîya xwe birîbe, ji wê pêvtir tu rê jî tune û tu tiştekî din ji destê me nayê. Îro bi roj zêde nexweş tuneye. Qey ji ber barîna barana ji erd û ezmanan e yan jî milet ji demokrasîyê sermest bûne, gelo ji ber wê ye? Baş e ku ne zêde ne. Dema ku diçim nobedê, bi xwe re pirtûkekê dibim, wexta ku nexweş ne pir bin, di navberê de dixwînim. Îro jî min ji betalî û "neçarîyê"  dest bi xwendina pirtûka çîrokan a Selahaddîn Demirtaş kir. Nêzî salekê bû ku min pirtûk stendibû, nizanim çima min dest bi xwendina wê nekiribû. A rastî min çend çîrokên wî yên ku li ser înternetê hatibûn weşandin, xwendibû. Min xwest ku vê rojê bikim xelat ji "Seher"ê re. Bi çîroka destpêkê, a bi navê "

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Resim
Zimanekî mîna kurdîyê, tevî nîqaşên zanyarî ku bi çar lehçeyan û bi dehan devokan, helbet hewcedariya wê bi gelek xebatên zimannasîyê heye. Em baş dizanin ku ji bo netewbûnê ziman xala herî bingehîn û sereke ye. Hewildanên standartkirina zimanî   belkî ji Ehmedê Xanîyî de bûbe derdê rewşenbîr û xemxwirên kurdîyê, ji ber ku di Mem û Zîna zêrîn de em dibînin ku Ehmedê Xanîyî, gelek devokên kurmanciyê bi kar anîye. Îro roj, em baş dizanin ku Mîrê Kurmanciyê, Mîr Celadet Alî Bedirxanî, ji bo standartkirina kurmancîyê xebatên giranbiha kirine. Mixabin, hîna jî me li ser wê bingeha ku C.A. Bedirxanî ava kiriye, tiştekî berbiçav lê zêde nekiriye. Pirtûkên rêziman û rastnivîsînê yên li ber destên me tev dişibin hevdu. Hewcedariya me bi xebat û teoriyên resen, bi termînolojiyeke hevpar, xebatên berawirdkirina lehçeyan, ferhengên berfireh ên   lehçeyên kurdîyê, ferhengên devokan, yên biwêjan, yên gotinên bav û kalan, xebatên etîmolojîyê û hwd hene. Erê, rast e ku gelek xebatên hêja jî hatin