Kayıtlar

roman etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Nirxandinek li ser Romana ŞIVANÊ KURMANCA

Resim
  Di romanê de karakter hêmana herî girîng e. Ji ber ku, nivîskar bi rêya karakterên ku afirandîye, dikare derdê romanê ragihîne xwendavanan an jî di serê xwendevanan de bibe sedemê hin pirsan. Ji dema ku ev cureyê wêjeyê hatîye meydanê heta roja me, gellek teorî li ser roman û karakterên romanê hatine nivîsîn. Mijara vê nivîsa min ne ew teorî û gengeşîya di navbera rexnegirên wan teorîyan de ye. Nivîskarê me bi şêwazên realîzmê û otobîyografîyê romana xwe nivîsandîye, ez ê hewl bidim ku karakteran li gora dem û civaka ku tê de derbas dibe rave bikim. Bêguman ez ê nikaribim hemû kesên di romanê de cî digirin bi awayekî berfireh analîz bikim, lê yên ku bandorê li ser lehengê sereke û bûyersazîya romanê dike, ez ê li ser wan jî bi çend gotinan bisekinim. Zimanê romanê bi devoka kurdên qefqasê ye. Nêzî sed sal berê hatîye nivîsîn lê ev ji bo fêmkirina zimanê wê nabe astengî. Çapa Weşanên Lîsê ji alîyê rastnivîsê li gora orjînala pirtûkê ye. Min hevokên jêgirtinî di nav nîşaneya duni...

Çîroka Têkçûyînekê

Resim
Romana Eta Nehayî ya bi navê Gulên Şoran, bi serpêhatiya Lasê kurê Wisû Axa re behsa serdemeke civakî û polîtîk a kurdên rojhilatî dike. Roman bi vegereke bêdeng û derengmayî ya piştî pazdeh salan a Las, nuxurîyê Wisû Axa dest pê dike. Bi flaşbekan çîrok û serpêhatî tê vegotin. Las bi awayekî bidizî vedigere mala xwe. Kesek ne li hêvîya vegera wî  ye. Her kes wî mirî dizane. Bajarê wî û malbata wî guherîye. Pîrejina diya wî jî ji ber vê hatina ji nişkê ve nizane bê çawa tev bigere, kêfxweş bibe yan xemgîn bibe, nizane. Dayê Gulê jê dipirse; "Las? Kurê min, tu vegerîyayî?". Las bi van gotinan li diya xwe vedigerîne; "Vegeriyam, da ku kûçikên welatê min bi ser min de bireyin, da ku kûçikên welatê min zenda lingê min bigirin." Las di rojeke ku rûsan agir berdane bajarê wî, hatîye dinê. Bi malbatî koçber dibin, lê careke din dema ku vedigerin kavilê bajarê xwe yî şewitî, di nav kavilê mala xwe de, li hewşê, li ser koka dara tiwê ya şewitî şitleke nû şîn hatîye û m...