Kayıtlar

Temmuz, 2020 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Çend Gotin Li Ser Covîd19an

Resim
Em di demeke dîrokî de dijîn. Dibe ku ev destpêka demeke nû be. Ji her kesî dîyar e ku ji destpêka sala 2020an û vir ve mirov û mirovahî di neqebeke bi qasî çend mîkronan teng re derbas dibe, yan jî a rast divê ku em bêjin derbas nabe, tê de asê maye. Covîd19an hemû rastîya jîyana mirovan serobinî hev kir. Mirov weke mirîyê ku serê wî li kevirê gorê bikeve li xwe hay bûn lê êdî pirî dereng bû. Bi talankirina xwezayê re kapîtalîzma hov careke din diranê xwe yên tûj pêş mirovahîyê dike. Xweza jî heyfa xwe ji mirovan distîne. Hemû sosyolog bi dengekî hevbeş dibêjin ku "Covîd19an kir ku wekhevîyek di nav mirovan de çêbibe", bêguman wekhevîya nexweşî û çareserîya wê ye ev, ne wekhevîya utopîk a çepgirên me yên romantîk e. Axir bi vê mebestê dibe ku hinek rahm di dilê kapîtalîstên hov bigere û ji bo dewlemendîya bêdawî dev ji talana xwezayê berdin. Dema ku ev tofan li cîhanê belav bû her kesî xwe da alîyekî û ji bo xebatkarên tenduristîyê dest bi çepikan kirin. Min bi xwe bawerî bi