Kayıtlar

Temmuz, 2023 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Nirxandinek li ser Romana ŞIVANÊ KURMANCA

Resim
  Di romanê de karakter hêmana herî girîng e. Ji ber ku, nivîskar bi rêya karakterên ku afirandîye, dikare derdê romanê ragihîne xwendavanan an jî di serê xwendevanan de bibe sedemê hin pirsan. Ji dema ku ev cureyê wêjeyê hatîye meydanê heta roja me, gellek teorî li ser roman û karakterên romanê hatine nivîsîn. Mijara vê nivîsa min ne ew teorî û gengeşîya di navbera rexnegirên wan teorîyan de ye. Nivîskarê me bi şêwazên realîzmê û otobîyografîyê romana xwe nivîsandîye, ez ê hewl bidim ku karakteran li gora dem û civaka ku tê de derbas dibe rave bikim. Bêguman ez ê nikaribim hemû kesên di romanê de cî digirin bi awayekî berfireh analîz bikim, lê yên ku bandorê li ser lehengê sereke û bûyersazîya romanê dike, ez ê li ser wan jî bi çend gotinan bisekinim. Zimanê romanê bi devoka kurdên qefqasê ye. Nêzî sed sal berê hatîye nivîsîn lê ev ji bo fêmkirina zimanê wê nabe astengî. Çapa Weşanên Lîsê ji alîyê rastnivîsê li gora orjînala pirtûkê ye. Min hevokên jêgirtinî di nav nîşaneya dunikê d