Kayıtlar

Seher etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Liberxwedana Jiyanê

Resim
Îro 31ê Adara 2019an e, Hilbijartina Xwecihî heye û ez li acîlê nobedar im. Piştî ku min vê sibehê raya xwe da, ez hatim nexweşxaneyê. Di nav qilqilandinekê de me ... Dinya bi ewr û baran e, tam li gora derûnîyeke qilqilî ye. Jixwe rewşa welêt jî li holê ye, her çiqasî ku me ji demokrasîyê hêvîya xwe birîbe, ji wê pêvtir tu rê jî tune û tu tiştekî din ji destê me nayê. Îro bi roj zêde nexweş tuneye. Qey ji ber barîna barana ji erd û ezmanan e yan jî milet ji demokrasîyê sermest bûne, gelo ji ber wê ye? Baş e ku ne zêde ne. Dema ku diçim nobedê, bi xwe re pirtûkekê dibim, wexta ku nexweş ne pir bin, di navberê de dixwînim. Îro jî min ji betalî û "neçarîyê"  dest bi xwendina pirtûka çîrokan a Selahaddîn Demirtaş kir. Nêzî salekê bû ku min pirtûk stendibû, nizanim çima min dest bi xwendina wê nekiribû. A rastî min çend çîrokên wî yên ku li ser înternetê hatibûn weşandin, xwendibû. Min xwest ku vê rojê bikim xelat ji "Seher"ê re. Bi çîroka destpêkê, a bi navê ...