Kayıtlar

Haziran, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Paşayekî Adil Rabûya û ...

Resim
"Hakkı tenvir ukul için haktır" (Ronîkirina rastîyê ji bo aqilan maf e.)             Şerîf Paşa Pirtûka Rohat Alakom a bi navê Şerif Paşa - Bir Kürt Diplomatının Fırtınalı Yılları (1865-1951) agahîyên di derbareyê jiyana Şerîf Paşayê kurd de ronî dike. Weke vê gotina afrîkîyan ku tê gotin; "Heta ku şêr dîroka xwe nenivîsin em ê mecbûr bin ku li çîrokên nêçîrvanan guhdarî bikin." Rohat Alakom jî yek ji wan "şêran" e ku xwelîya bi ser dîroka kurdan ve hatîye avêtin bi sebir dide alî û rastîyê ji bo "biaqilan" ronî dike. Xwîya dike ku nivîskar ji gellek belgeyên arşîvan, nivîsên pirtûkan û agahîyên meriv û naskirîyên Şerîf Paşa sûd girtiye. Bi hewildana dîroknasên kurd dê heqîqet ronîtir bibe, ez bawer dikim ku bi xêra van berheman dîrok û pêşeroja kurdan dê ji tarîyê azad bibin. Şerîf Paşa di sala 1865an de li Stenbolê hatiye dinê. Kurê Saîd Paşayê kurd e ku bi eslê xwe ji Silêmanîyê ji eşîra Baban e. Saîd Paşa di dewleta Osmanî de di