Kayıtlar

Mart, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Çend nirxandin ji xwendina Şevek Şîzofren

Resim
          Şeveke Şîzofren, romana Îrfan Amîda, ya duyemîn e. Nivîskar bi taybetî bi helbestkariya xwe dihat naskirin. Bi romana Pêşangeha Sûretan dest avêt romannûsiyê û bi vê romanê re xwiya ye êdî ew ê bi romannûsiya xwe bêtir bê naskirin. Ji aliyê pevgirêdana honaka romanên xwe, cûdahiyekê dixe navbera xwe û nivîskarên din ên kurd.          Di romana Pêşangeha Sûretan de û di vê romanê de jî beşên romanê ne diyar in, carinan bûyer tevîhev dibin, ev jî dibe sedemê tevlîheviyê, ji bo xwînerê baldar tahma xwendinê xweş dike, lê ji bo hinek xwîneran jî dikare bibe sedemê devjêberdana xwendinê.          Ciyawaziyeke din a nivîsariya romanên wî jî ew e ku di cînan de şayesandinên helbestkî û di cînan de şayesandinên sade hatiye bikaranîn,ev jî tahmekê dide xwendinê, dibe ku hinek ji vê şêwaza şayesandinan hez nekin. Ji destpêka romana “Şevek Şîzofren”ê mînak; “Bayê payîza dereng. Bi metirsiyeke erjeng, kitana xwe bi ser serê xwe dadike û di ber xwe de diponije hîv.” “Tîrêjên tava ti

Xanî û Cizîrî; Du Stûnên Wêjeya Kurdî

Resim
Da xelqî nebêjitin ku ekrad Bê m'erîfet in bê esl û binyad    Enwa'ê milet xwedan kitêb in    Kurmanci tenê di bê hesêb in ... Gula baxê Îremê Bohtan im Şevçiraxê şebê Kurdistan im Wêjeya kurdî ya nivîskî kengî dest pê kiriye? Kî ne pêşengên wê? Di bin kîjan şert û mercan de derketiye, pêk hatiye? Rola Mîrektiyên kurdan çi ye? ...       Bêguman divê ku qedrê qelema Xanî û Cizîrî  bi hurmet bê zanîn . Pirtûka "Xanî û Cizîrî" bi teknîka gotûbêjê ango rojnamegeriyê hatiye amadekirin. Pirsan Mîrhem Yîgît dike û bersivan Jan Dost dide. Pirtûk ji bo destpêka xwendina Xanî û Cizîrî û Wêjeya Klasîk a kurdî mîna pencereyekê ye. Netewperiya Xanî û rewanbêjiya Cizîrî û taybetmendiyên mesnewî, helbest û dîwanên wan bi dorferehî hatiye nirxandin. Jan Dost di vî warî de xwedî danheveke hêja ye. Pirtûk, derheqê herdu stûnên wêjeya kurdî de agahiyên hêja dide. Bi taybetî li ser Xanî bêtir nirxandin hatine kirin. Nirxandina "Erotîzma di Mem û Zînê de" nir

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Resim
1.Bextiyar Elî - Hinara Dawî Ya Dinyayê  Bextiyar Elî yek ji herî serkeftî romannûsê kurd e. Heta niha tevî vê romanê çar romanên wî ji soranî bo  kurmancî, hatiye wergerandin. Bi taybetî bi şêwaza "rastiya efsûnî" berheman diafirîne. Mijarên romanên wî jî hema nêzî hev in, mirov dikare bêje ku yek in. Bêdewletbûna kurdan, birakujî, rewşa rojhilatê navîn û Iraqê, paşvemayîna civaka kurd ûhwd... Ji aliyekî din ve , navên lehengên romanên Bextiyar Elî jî baldar in. Di vê romana xwe de, bi taybetî li ser mijara "zarokên bêxwedî yên şoreşê" radiweste.  Ev pirtûk hêjayî nirxandineke berfireh e. Ez ê hewl bidim ku di pêşerojê de li ser vê romanê çend tiştan binivîsim. 2-  Jan Dost – Kobanî  Jan Dost ji aliyê romannûsiyê ve nivîskarekî ku pênûsa wî têra xwe xwirt e. Çîrokbêjî û lehengên xwe bi hostayî dinivîse. Hemû romanên wî, têr û tijî ne. Romana Kobanî jî bi lehengên xwe, honandina çîrokê û vebêjeriya xwe, bala xwînerê/a kurd dikişîne, wî/wê dixe bin bandora