Kayıtlar

Kasım, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Pîra Bûzê an Pîr Ebûzer ?

Resim
Her tim bala min çûye ser ziyaretên kevin û şûnwarên dîrokî û xwezayî. Ev cihê ku bûye mijara vê nivîsê bi navê "Pîra Bûzê" tê binavkirin. Ev nav li gorî dîtina min zêde ne watedar e (dibe ku ez şaş bim). Ji ber ku li herêma me gelek ziyaretên bi vî şiklî xwezayî hene û navê gelekan bi "Pîr" dest pê dike, dibe ku navê vir "Pîr Ebûzêr" be. Di baweriyên mîna Êzdiyatî, Yaresanî* û Elawîtiya Dêrsimê û Anatolyayê "Pîr" nîşaneke sereke ye. Taybetmendiyeke van baweriyan jî ew e ku di bin bandora Îslamiyetê de mane û guherîne. Ziyaretgahên wan pir dişibin hevdu û ji mabedên (perestgeh) Îslamî cuda ne. Bi xwezayê re zêde têkildar in. Perestgehên "Duzgin Baba", "Pîrdîwar" û "Laleş" ji hev ne pir cuda ne. Bi rastî jî ev ziyaretgeh hêjayî lêkolînên berfireh in. Nêzî Pîra Bûzê, li gundê Beda(Çayüstü) yê girêdayî Batmanê perestgeheke rojê yî kevnare heye**. Ziyareta Pîra Bûzê ji wan cîhan e ku meriv li hemberî xwezaya wê şaş û

Parkûra Omeryan

Resim
      Her teyr bi refê xwe re difire û her dar li ser koka xwe şîn tê. Ref û kok mîna kodên genetîkê ne.Dar bi axê ve xwirt dibe û teyr jî li asîmanê wê axê azad dikare bifire. Dema ku mirov ji xwezaya xwe dûr dikeve kêmasiya ax û av û hewaya erdnîgariya xwe bêhtir his dike.       Herêma Omerya bi gelemperî dikeve navbera bajarê Mêrdînê ú navçeyên wê Nisêbînê û Midyadê. Li dora 80 gundî ye. Gundên herêma Omeryan weke gundên herêmê ji salên notî ve hatin valakirin. Hema hema bi temamî herêmeke çiyayî ye û çiyayên wê ne ewqasî bilind û asê ne, bi darên berûyan, çilo, rez û darên cûrbecûr xemilandî ye. Axa wê ji rengekî sor î soringê ye, malên gundan ji kevirê şehkirî hatiye avakirin ku ji wan re dibêjin qesir. Pir kêm gund bê av in, Çemê Stilîlê, Çemê Qurdîsê mînakên çemên mezin in, yên biçûktir jî pir in. Bi deh salan xwediyê van gundan ji warê xwe hatin dûrxistin . Piştî ku ew “qedexe rabû” êdî veger jî ne hêsan bû. Heta van salên dawî jî kêm kes vegeriyan gundên xwe, ji ber ku ew m

Bimeşin, Li Cihê Xwe Rûnenên!

Resim
Tevger ji bo her tiştî pêngava sereke ye. Jixwe meş jî bi peyvên pêngav û tevgerê re têkildar in. Liv û tevger nişateyên sereke yên jiyanê ne ango sekin û westarî jî dijberê wê ne. Bi kurtî û kurmancî, meş tevgereke zindî ye. Bandora meşê ya li ser tenduristiyê mijara vê nivîsê ye. Meş aktîvîteyeke hêsan û erzan e . Divê meriv her roj vêya pêk bîne. Baş e wê gavê, çi fêda meşê heye? Bi kurtasî û sereke ev in; 1. Bedena mirov sax dimîne 2. Mirov ji kîloyên zêde xelas dibe 3. Mîde û roviyên mirov baştir dixebite. 4. Xwîna mirov di damaran de tev digere û tansiyona xwînê bilind rast dibe. 5. Rûnê laşê mirov dihele, şekirê xwînê kêm dibe 6. Mirov ji depresyonê xelas dibe, bêhntengiyê kêm dike. 7. Gırçikê mirov dixebite 8. Fonksiyonên hiş û mejî pêş dikeve. ... û gelek tiştên din pêk tên. Di meşê de xêr û bereket heye.

Hunermendekî Li pey "Xewna Derew"

Resim
       Di van salên dawî de kêm berhemên mûzîkê derdikevin. Hinek hunermend bi deh salan e ku deng ji wan nema derdikeve...        Karê hunerê û bi taybetî jî xebatên mûzîkê li ser domdariyê qewî dibe. Kêm hunermend hene ku bi berhemekê tenê bandor li ser hunerhezan kiribe. Her çi qasî ku huner li ser hîmê behreyê (qabilîyet, tiwanî, capacity, yetenek) be jî, bê ked û wext berhem nayên afirandin. Carinan hinek hunermend di dawiya jiyana xwe de tên naskirin.        Albuma muzîkê ya Diljen Ronî ya çaremîn, Xewna Derew , 17yê Mijdarê hat weşandin.Li ser qenalên înternetê ( Spotify, I tunes, Youtube) dikare bê guhdarîkirin. Diljen Ronî bi xwebawer û bi domdarî  li pey şopa hunerê dimeşe.Dibe ku huner jî gereke li pey şopên " Xewneke Derew " be? Di roja îro de bazar û derfetên derxistina albûmên mûzîkê dijwartir bûye. Tevî van astengiyan Diljen, mîna ku li " Evîna Wenda " bigere, bi kelecana roja pêşîn li pey newayan ketiye.        Di albumê de neh stran cî digirin.