Kayıtlar

Rêbera Rastnivîsînê etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Resim
Zimanekî mîna kurdîyê, tevî nîqaşên zanyarî ku bi çar lehçeyan û bi dehan devokan, helbet hewcedariya wê bi gelek xebatên zimannasîyê heye. Em baş dizanin ku ji bo netewbûnê ziman xala herî bingehîn û sereke ye. Hewildanên standartkirina zimanî   belkî ji Ehmedê Xanîyî de bûbe derdê rewşenbîr û xemxwirên kurdîyê, ji ber ku di Mem û Zîna zêrîn de em dibînin ku Ehmedê Xanîyî, gelek devokên kurmanciyê bi kar anîye. Îro roj, em baş dizanin ku Mîrê Kurmanciyê, Mîr Celadet Alî Bedirxanî, ji bo standartkirina kurmancîyê xebatên giranbiha kirine. Mixabin, hîna jî me li ser wê bingeha ku C.A. Bedirxanî ava kiriye, tiştekî berbiçav lê zêde nekiriye. Pirtûkên rêziman û rastnivîsînê yên li ber destên me tev dişibin hevdu. Hewcedariya me bi xebat û teoriyên resen, bi termînolojiyeke hevpar, xebatên berawirdkirina lehçeyan, ferhengên berfireh ên   lehçeyên kurdîyê, ferhengên devokan, yên biwêjan, yên gotinên bav û kalan, xebatên etîmolojîyê û hwd hene. Erê, rast e ku gelek xebatên hêja...