Kurdish Mashup

     Bi pêşketina teknolojiyê re êdî guhertinên mezin di demên kurt de diqewimin. Bi vê re jî gellek cûreyên hunerê veguherîne formên din. Bi awayekî din ev yek weke adaptasyonê dikare were binavkirin. Me go bi pêşketinên teknolojîk re û bi taybetî jî bi rêya înternetê, guhertin di demeke kin de li hemî cîhanê belav dibe û çandeke (an jî bêçandiyeke) hevpar weke bizrê kulî derdikeve holê. Orjînalî û teqlîd li hev diqulipe carinan dikevin şûna hev, mirov nema dikare jê fêm bike bê ka kî orjînal e kî teqlîd? Bêguman ev taybetmendiyeke sereke ya çanda kapîtalîzmê ye; "li ser linga, bi bayê bezê, bixwe, belav bike, guhdar bike... bavêje". Tenê bila vê dema te xweş bike bes e, ne hewceyî naverok, kalîte, ked û her wekî din e. Li ser vê mijarê bi qemyonan tişt hatine gotin, ne hewceyî dirêjkirinê ye.

       Em werin ser mesela xwe yî esil; Mashup. Ev peyv bi Ingilîzî tê wateya "lebîxe, şotik,perçiqî,lepe..." yanî gellek tiştan di nav hev de biperçiqîne û tevîhev bike. Di mûzîkê de ev peyv bi karên Dîjeyan(Dijital Jokey)  hate naskirin. Wan bi tevîhevkirina çend stranan û bi lêzêdekirina çend rîtimên elektronîk dilê guhdarvanên xwe xweş dikirin.
        Çanda mûzîka kurdî li ser hîmên dengbêjiyê ava bûye; klam û stranên dengbêjiyê bi saetan û carinan bi rojan didomand. Li gel vê yekê bêguman stranên govend û dawetan jî hebûn û ne bi qasî yên dengbêjkî dûdirêj bin jî, newlo kin bûn. Bi rîtmekê gotin ji gotinê pê dixistin, dilê guhdarvanan geş dikirin.
              Binêre;
      Ji bo ku guhdarvan ji mûzîkê kêfeke domdar his bike, stranbêjan stran ji stranê pê dixistin, ev yek weke "Potporî"yê dihat binavkirin, bi taybetî di dawet û şahiyan de ev dihat pêkanîn, hê jî tê bikaranîn. Dû re weke adetekê gelek hunermandan di dawiya kasetên xwe de, potporiyek jî digot. Ev potporî jî herî zêde ji sê çar stranan pêk dihat, ne ji pazdeh-bîstan.
     Ger ku weke "Kurdish Mashup"ê bê qebûlkirin, ez dibêm qey Konsera Bexdê ya M.Arif Cizrawî & Eyşa Şan & Îsa Berwarî mînaka pêşîn e.
        Guhdar Bike (Bi caran, bi saetan)

        Çawa çêbû ji ku derket, em nizanin lê van rojên dawîn ev mashup ket nav devê stranbêjên kurd jî. Weke nexweşiyekê ji hev hate wergirtin, dermanê wê jî tuneye. Ev rastiyeke çanda populer e, tiştek ji dest nayê. Berê bi rojan li klamên dengbêjan dihat guhdarkirin, an jî kasetek bi mehan ji teybê dernediket, hemî gotin û melodiyên wê dihate jiberkirin. Stranên ne xweş jî bi sebrekê(an jî ji bêgaviyê) dihate guhdarkirin. Her stranekê bi awayekî di bîra me de cî digirt, dibûn fona bîranînên me. Her ku teknolojî û înternet belav bû, bidestxistin û gihaştina berhemên mûzîkê jî ew qasî hêsan bû. A rastî divê ev tiştekî baş bûya û ji bo pêşketina berhemên mûzîkê jî fersendek be. Lê ku em bala xwe bidine vê yekê, gelek mînak weke deformasyonekê dikare were nirxandin.
     Mashupên biyaniyan herî zêde ji du sê stranan pêk dihat, ên me kambax gihane kîjan stranê û xistine nav "lebîxa" xwe, qetla stranan anîne. Mashup bûye şorbe. Strana Ciwan Haco ya navdar "Bêrîvanê" jî tenê bi hevokekê bûye lîmona nav şorbê, ya Beytocan "Lo Dilo" bûye bexdenûsa ber û "Malan Bar Kiriye" jî kirine pîvaz li ber şorbê  diperçiqînin. Di ser halan de jî bi milyonan kes di navbera du sê rojan de li ser youtubê li wan temaşe dikin. Ev jî dibe cihê bazarê û her kes xwe davêje nava vê bazarê. Tirsa min ku hunermendên mîna Ciwan û Beytocan jî xwe bavêjin vî karî 😂 biyanî ketin vî karî,  pir pere tê de heye 😉 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Parkûra Omeryan