Paşayekî Adil Rabûya û ...

"Hakkı tenvir ukul için haktır"
(Ronîkirina rastîyê ji bo aqilan maf e.)
            Şerîf Paşa
Pirtûka Rohat Alakom a bi navê Şerif Paşa - Bir Kürt Diplomatının Fırtınalı Yılları (1865-1951) agahîyên di derbareyê jiyana Şerîf Paşayê kurd de ronî dike.
Weke vê gotina afrîkîyan ku tê gotin; "Heta ku şêr dîroka xwe nenivîsin em ê mecbûr bin ku li çîrokên nêçîrvanan guhdarî bikin." Rohat Alakom jî yek ji wan "şêran" e ku xwelîya bi ser dîroka kurdan ve hatîye avêtin bi sebir dide alî û rastîyê ji bo "biaqilan" ronî dike. Xwîya dike ku nivîskar ji gellek belgeyên arşîvan, nivîsên pirtûkan û agahîyên meriv û naskirîyên Şerîf Paşa sûd girtiye. Bi hewildana dîroknasên kurd dê heqîqet ronîtir bibe, ez bawer dikim ku bi xêra van berheman dîrok û pêşeroja kurdan dê ji tarîyê azad bibin.
Şerîf Paşa di sala 1865an de li Stenbolê hatiye dinê. Kurê Saîd Paşayê kurd e ku bi eslê xwe ji Silêmanîyê ji eşîra Baban e. Saîd Paşa di dewleta Osmanî de di gellek karên burokratîk û leşkerî de hatiye wezîfedarkirin, di sala 1882an de dibe wezîrê karên derve.
Şerîf Paşa di 13ê Çileyê sala 1865an de li Stenbolê tê dinê. Dibistana ruştîyeyê ji ber karê bavê xwe li bajarê Varnayê diqedîne (1873-1877). Piştî ku Lîseya Galatasarayê diqedîne li Fransayê li dibistana leşkerî ya bi navê Saint-Cryê perwerdehîyê dibîne. Di ciwanîya xwe de li Parîsê di sefaretîya (konsolosî, büyükelçilik) Osmanî de  wekî katib dest bi kar dike (1882). Li Brukselê wekî ataşeyê leşkerî yê Osmanî tê wezîfedarkirin(1888).Şerîf Paşa bi nevîya Kavalalı Mehmet Paşayê bi nav û deng re dizewice(1890, Stenbol) (Di pirtûkê de bi angaştên xwirt pirsa kurdbûna Kavalalı Mehmet Paşa jî tê behskirin. ). Giringtirîn wezîfeya xwe di navbera salên 1898 û 1908an de li paytextê Swêdê, Stokolmê wekî Sefîrê Osmanî pêk tîne. Di van salan de ji ber nerazîbûna despotîzma Siltan Abdulhamîd, bi partîya mixalif Partîya Îttîhat û Terakkîyê re dikeve nav têkîlîyê. Di bandora fikrên wan î "azadîperwer" de dimîne.
Hemî xwendin û karên Şerîf Paşa yên li Ewrûpa dike ku mîna yekî ewrûpî tev bigere. Gellek der û dorên burokrat û rojnamevanên ewrûpî jê re digotin "Beau Şerîf" (bi frensî tê wateya Şerîfê Xoşeng). Li taxên herî xweş û di qonaxên herî xweşik de rûdinişt. Piştî ku têkîlîya wî ya bi der û dorên ÎTPyê(İttihat ve Terakki Partisi) re berbiçav dibe, Siltanê Osmanîyan wî ji karê sefaretîyê dûr dixin, li sefaretîya Madrîdê tê tayînkirin. Ew jî vî karî qebûl nake û diçe li Parîsê bi cî dibe. Axir piştî tevgerên kirêt ên ÎTPyê û aşkirabûna nijadperestîya wan a tûranî dike ku Şerîf Paşa ji wan dûr bikeve, bêtir li ser sîyaseta kurdan û meşrûtîyetîya Osmanî tev digere û li dijî ÎTPyê muxalefetê dike. Bi kesayetên sîyasî yên partî û komeleyên kurdan re dikeve nav danûstandinê. Heta ku Emîne Xanim weke seroka Komeleya Pêşketina Jinên Kurd (Kürt Kadınları Teali Cemiyeti) tê qebûlkirin.
Di 14ê Çileyê sala 1914an de li Parîsê li mala Şerîf Paşa, dema ku ew li malê ye, li hemberî wî û malbata wî sûîkastek pêk tê, xizmetkarê mala wî tê kuştin, şifêrê wî birîndar dibe, zavayê Şerîf Paşa, Salîh bey sûîkastkar dikuje ...
Piştî ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn dest pê dike û bi diyarbûna parçebûna Dewleta Osmanî  re giranîya xwe dide ser meseleya azadîya kurdan. Li Konferansa Parîsê dibe serokê Delegasyona Kurdan û doza mafên kurdan dike.
Di Tebaxa sala 1920an de bi Peymana Sevrê, mafê naskirina dewleta Kurdistanê hatiye bidestxistin ku paytextê wê Amedê ye û hikumdarê wê yî demî jî Şerîf Paşa hatiye qebûlkirin. Axir piştî gellek şer û pevçûn û teşqeleyên navdewletî û kêmasîya hevgirtina serok û eşîrên kurdan dike ku ev peyman ji holê bê rakirin û xaka kurdan di navbera sê dewletên nû de bê parkirin...
Şerîf Paşa di 22yê Berfanbara sala 1951ê li bajarê Catanzaro yê Îtalyayê jiyana xwe ji dest dide. Cenazê wî li Rodaya Misirê, li kêleka mezelê xanima wî Emîne Xanim tê veşartin.
Li gel van agahîyên kurt, di pirtûkê de behsa gellek kar û tevgerên giring û balkêş yên Şerîf Paşa hatîye kirin ...
Ez di wê bawerîyê de me ku jînenîgara Şerîf Paşa hêjayî ku romana wê bê nivîsîn. Bi rêya romanên dîrokî an jî bîyografîk dê bala xwendevanan zêdetir biçe ser dîrokê.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Parkûra Omeryan