Çend Gotin Li Ser Covîd19an


Em di demeke dîrokî de dijîn. Dibe ku ev destpêka demeke nû be. Ji her kesî dîyar e ku ji destpêka sala 2020an û vir ve mirov û mirovahî di neqebeke bi qasî çend mîkronan teng re derbas dibe, yan jî a rast divê ku em bêjin derbas nabe, tê de asê maye. Covîd19an hemû rastîya jîyana mirovan serobinî hev kir. Mirov weke mirîyê ku serê wî li kevirê gorê bikeve li xwe hay bûn lê êdî pirî dereng bû.
Bi talankirina xwezayê re kapîtalîzma hov careke din diranê xwe yên tûj pêş mirovahîyê dike. Xweza jî heyfa xwe ji mirovan distîne. Hemû sosyolog bi dengekî hevbeş dibêjin ku "Covîd19an kir ku wekhevîyek di nav mirovan de çêbibe", bêguman wekhevîya nexweşî û çareserîya wê ye ev, ne wekhevîya utopîk a çepgirên me yên romantîk e. Axir bi vê mebestê dibe ku hinek rahm di dilê kapîtalîstên hov bigere û ji bo dewlemendîya bêdawî dev ji talana xwezayê berdin.
Dema ku ev tofan li cîhanê belav bû her kesî xwe da alîyekî û ji bo xebatkarên tenduristîyê dest bi çepikan kirin. Min bi xwe bawerî bi van çepikan neanî. Ev hinekî dişibiya wê meseleya ku rojekê li gundekî şer derdikeve û gundî dikevin bin guhên hev, mêrek jî hayê wî ji tiştekî tuneye, ji nav rez vedigere nav gund, çav li çi bikeve, toz û dûman radibe ji naverasta gund. Dema ku nêzîkî şer dibe jinek ji nav koma jinên ku li kêleka şer sekinîne û halanan didin, bi lîlan nav li vî mêrikî jî didin û pesnê wî didin ;"Herê bavê filankes, beranê çargurçik, hogiçê mêran..." . Mêrik bêserî xwe davêje nava şer, darek li nava serê wî dikeve, gêj dibe, ketina wî ya nav şer û derketina wî wê deqê ye. Ji nava şer vediqete, berê xwe dide koma jinan, dibêje "Ew kî bû ji min re lîland?" . Ha rewşa doktor û xebatkarên tenduristîye dişibe vê çîrokê. Herçî ji wan re li çepikan nexin jî mecbûr in ku têkevin nav nexweşîyê.
Piştî gellek teorî û teknîkên xweparastina ji Coronayê gellek guhertin di adetên jiyana mirovan de guherî. Li her derê pisporên Covîdê weke pisporên Rojhilatanavîn zêde bûn. Her yekî her roj komployek berdida û hê jî berdidin...
Ez jî weke doktorekî li acîlê dixebitim, di van deman de li pêrgî gellek rewşên balkêş têm. Tiştê ku herî bala min diçe ser ew e ku nexweşên bi gumana Covîdê têne acîlê naxwazin xwe eşkere bikin. Tê bêjî qey sûcek be, hezar sondî dixwin ku nêzîkî kesekî bi Covîdê an jî ne bi Covîdê nebûne, şikayetên xwe wekî din bi nav dikin, sedemên balkêş li dû hev rêz dikin. Ez dipirsim, gelo çi şikayeta we heye, dibêjin;
"ez li ber klîmayê mam, min serma girtîye"
"ava sar ji sarincê derdixe û vedixwe, mîdeya xwe cemidandîye", 
"serê xwe şuşt û ser xwe vedayî hişt", 
"Ez çûm nav baxçe min kar kir û xwêdan da, xwêdana min li min sar bû"...  Ku di filîmên wan an jî tahlîlên wan de nexweşî derdikeve, mîna ku ruh ji canê wan bikişe şaş û metel dibin. Dibêjin "îcar em ê çibkin? Li malê kal û pîrên me henin, nexweşên me henin ..."
Nexweş tev weke ku ev nexweşî nexweşîyeke bêyom be, naxwazin navê wê bi lêv bikin. Ji aliyekî din ve jî min ferq kir ku semptomên(vexwiyan) nexweşîyê dişibin sermagirtinê. 
Civak tev ji vê rewşê of bûye. Lê weke ku min di serî de jî got, bi "xêra" Covîdê di jiyana mirovan de gellek guhertinên baş pêk tên û wilo xwiya dike ku dê pêk bên.
Bimînin di nav başîyê de, li xwe hayî bin.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Parkûra Omeryan