Nirxandinek li ser Romana ŞIVANÊ KURMANCA

 


Di romanê de karakter hêmana herî girîng e. Ji ber ku, nivîskar bi rêya karakterên ku afirandîye, dikare derdê romanê ragihîne xwendavanan an jî di serê xwendevanan de bibe sedemê hin pirsan. Ji dema ku ev cureyê wêjeyê hatîye meydanê heta roja me, gellek teorî li ser roman û karakterên romanê hatine nivîsîn. Mijara vê nivîsa min ne ew teorî û gengeşîya di navbera rexnegirên wan teorîyan de ye.

Nivîskarê me bi şêwazên realîzmê û otobîyografîyê romana xwe nivîsandîye, ez ê hewl bidim ku karakteran li gora dem û civaka ku tê de derbas dibe rave bikim. Bêguman ez ê nikaribim hemû kesên di romanê de cî digirin bi awayekî berfireh analîz bikim, lê yên ku bandorê li ser lehengê sereke û bûyersazîya romanê dike, ez ê li ser wan jî bi çend gotinan bisekinim. Zimanê romanê bi devoka kurdên qefqasê ye. Nêzî sed sal berê hatîye nivîsîn lê ev ji bo fêmkirina zimanê wê nabe astengî. Çapa Weşanên Lîsê ji alîyê rastnivîsê li gora orjînala pirtûkê ye. Min hevokên jêgirtinî di nav nîşaneya dunikê de û bi tîpên  îtalîk nivîsîne.

Ji ber pir sedeman romana kurdî li gora gelên cîran û dinyayê dereng dest pêkirîye û negihaştîye hejmareke zêde. Her çiqasî astengî li ber wêjeya kurdî hebûn jî nivîskarên kurd bi hemî kêmderfetîyan hewil dane û berhemên xwe afirandine. Erebê Şemo jî yek ji wan nivîskaran e ku di şert û mercên dijwar de, ji bo ku gelê wî ji gelên cîhanê kêm nemîne, bi zimanê gelê xwe heta ji destê wî hatîye bi gelek cûreyan berhem afirandine. Wî jî xwestîye ku mîna Ehmedê Xanî bide nîşan ku gelê kurd jî di nav gelên cîhanê de  “bi m’erîfet û bi esl û binyad in”. Romana Şivanê Kurmanca, di sala 1935an de tê çapkirin û yekemîn romana bi kurdî tê qebûlkirin. Ji wê rojê û heta îro êdî em dibînin ku gellek roman bi kurdî hatine nivîsandin û hinek ji wan jî di asta romanên cîhanê de serkeftî ne.

 

“Da xelq-î nebêjitin ku Ekrad,

Bê me’rîfet in, bê ‘esl û bunyad

 

Enwa’ê milet xwedankitêb in,

Kurmanc- i tenê di bê hesêb in”     

                                                                                              Mem û Zîn , Ehmedê Xanî


Kurtejîyana Erebê Şemo

Erebê Şemo di 23ê Cotmeha 1897an de li gundê Sûsizê ya bi ser bajarê Qersê ve girêdayî ye, hatiye dinyayê. Her wekî ku di romanên xwe de jî bahs dike, ji malbateke kesîb bû.  Bi kar û barên zevî, şivantî û gavantîyê debara xwe dikirin. Eskerê Boyîk di pirtûka xwe ya bi navê Nûra Elegezê de wisa bahsa xizanîya malbata Erebê Şemo dike : “Mala bavê wî şêx bûn. Lê wek hinek malbetên dîndarê din ne xweyî milk û mal bû. Kesîb bûn.  Şemo kurmancekî kesîb bû, ji êla Hesinyan, - gelek sal paşê nivîskar di derheqa bavê xwe da dinivîse, - . diçû ber dewarên xelqê ". Wî li wê qeza kurdan, gundên melekanan, adirbêcanan, huruman û ermenyan rêncberî dikir. Salekî şivan bû, sala din gavan û bi teherekî ebûra zarokên xwe dikir.”

Di sala 1916an de dema ku li Erzeromê di karê rêya trênê de wekî karker dixebite, bolşevîkan nas dike. Ji ber axaftina wî ya ku di mîtîngekê de kiribû ji alîyê polîsên rûs ve tê girtin û li Sarîqamîşê wî dixin girtîgehê. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve diçe gundê xwe Sûsizê û li wir xebatên propagandaya partîya Bolşevîk dimeşîne, lê vê carê jî mufrezeyên Çar ji pey wî qut nabin û mecbûr dibe, bi dizî diçe Stravpolê. Di navbera salên 1917-1920an de wekî muhafizekî Bolşevîk ji bo Şoreşa Cotmehê dixebite û şer dike.

Ji ber bajar û gundên ku lê jîyabû civakên kozmopolît bûn ku Erebê Şemo bi salan di nav de bû, hînî gelek zimanan bûbû. Bi Ermenkî, Osmanî/Tirkî, Rûsî, Gurcî, Azerî û Elmanî mîna zimanê xwe Kurmancî hîn bûbû.

Di sala 1920an de li Enstîtûya Lazaryan ya Moskovayê qeyda xwe çêdike û piştî ku li vir çar salan perwerdeya xwe diqedîne vedigere Ermenîstanê. Di bin şêwirmendîya Nîkolay Yakovlevîçî lîsansa bilind diqedîne. Di navbera salên 1931-1932an de li Enstîtûya Dîrok Çand Felsefe û Ziman ya Lenîngradê di beşa Kurdolojîyê de dibe Doçent. Di sala 1927an de bi İsahak Margulovî re ji bo ku alfabeyeke latînî ji bo kurdî amade bikin tên wezîfedarkirin. Ev kar di 1928an bi serketî pêk anîn û di sala 1929an de pirtûka bi kurdîya latînî ya pêşîn li cîhanê bi navê “Xo Xo Hînbûna Xandina Nivîsara Kurmancî“ çap kirin. 25ê Adara 1930î de rojnameya Rîya Teze bi vê alfabeyê dest bi weşanê dike. Di sala 1931ê de dibe yekemîn midûrê Dibistana Mamosteyên Kurd a Transkafkasyayê ya Êrîvanê. Ji ber kar û xebatên wî di sala 1934an de dibe endamê Yekîtîya Nivîskarên Sovyetê.

Di sala 1937an de li Lenîngradê tê girtin û sirgûnî Sîbîryayê dibe. 19 salan di karên giran de li sirgûnê dimîne. Piştî mirina Stalîn di sala 1956an de vedigere Ermenîstanê, li vir kar û xebatên xwe yî edebî berdewam dike. Di sala 1978an de wefat dike, li goristana Panteona Erîvanê tê veşartin. Li ser dîwarê mala wî ya li kolana Abovyanê ye, bi rûsî makberek hatîye çêkirin: “Nivîskarê kurd û xebatkarê civakê Ereb Şamoevîç Şamîlov ji sala 1963yan heta sala 1978an li vê malê jîya.”

“Gelê kurd bi zimanê nivîskarê xwe Erebê Şemoyî diaxive.”

Maksîm Gorkî

Xebat û Berhemên Erebê Şemoyî

Roman û Çîrok:

Şivanê Kurmanca – 1931 Moskova (Rûsî), 1935 Êrîvan (Kurdî)

Kurdên Elegezê - 1936

Berbang – 1958

Jîyana Bextewar – 1959

Dimdim – 1966

Hîkayetên Gelê Kurd – 1967

Hopo – 1969

Şanoname:

Koçekê Derewîn – 1930

Makale:

Kolxoz û Kara Wê Ji Gundîyan re – 1930

Terîqa Revolûsîya Oktobrê – 1930

Pirsa Derheqa Feodalîzma Nava Kurda da – 1936

Çirûskên Şoreşa Oktobrê – 1972

Şerê Tarîlka – 1972

Berhemên Din:

Kurdên Ermenîstanê – 1959

Emrê Lenîn – 1930

Kurdên Qefqasyayê – 1930

Derwêşên Kurd – 1930

Îzafîyeta Kurdî – 1933

Berî Şoreşa Oktobrê Rewşa Kurdan ya Civakî – 1934

Berevok – 1976

Alav

Gotinên Pêşîyan

 

 Rêbazên Edebî: Realîzm, Realîzma Sosyalîst, Realîzma Civakî, Otobîyografî

Her çiqasî damezrînerên Marksîzmê Karl Marks û F. Engels di berhemên xwe de li ser wêje û hunerê gelek agahî nedabin jî li gora fikra Marksîzmê wêje û karên hunerî li ser bingeha aborî têne nirxandin. Plehanov di makaleyeke xwe de destnîşan dike ku berhemeke hunerî, rewş û meyla komeke civakê destnîşan dike. Nivîskarê rêbaza realîzma sosyalîst jî nîyeta xwe  ji destpêkê nîşan dide. Li gora fikra xwe ya îdeolojîk rastîyê dinirxîne û di berhemên xwe de dihûne. Bi gotineke vekirî, nivîskarê bi rêbaza realîzma sosyalîst dinivîse, rastîyê li gora pencereya koma karkeran dinirxîne û bi analîzeke estetîk a materyalîst ji bo sosyalîzmê an jî civakeke bêçîn bi kar tîne. Ji bo vê armancê jî divê ku nivîskar an jî hunermend di berhemên çand û wêjeyê de li gora hinek qaîdeyan berhemên xwe biafirînin;

1.      Divê ku armancên pêşketina civakê yên li ser esasê rastîyê bêne dîyarkirin.

2.      Divê ku wateya têgeha “nûyê rave bike. Ji bo civakeke nû, perwerdehî hêmaneke girîng e.

3.      Divê ku leheng bêne pesînîn.

4.      Divê ku di wê armancê de be ku xebatkar li gora fikra sosyalîzmê bêne perwerdekirin.

5.      Divê ku yekîtî û ahenga guherîna îdeolojîk ya mirovan pêk bîne û rastîyê bîne ber çavan.

6.      Divê ku têkoşîna ji bo siberojê bisêwirîne.

7.      Ji bo Ronesanseke nû divê ku mirovan vexwîne têkoşînê.

 

Realîzma Civakî

Realîzma civakî jî bi awayekî dişibe realîzma sosyalîst, hema hema mîna hev in. Nûnerên van herdu rêbazên wêjeyî ji bo “pêşketin û başîya civakê” hewl didin û rastîya civakê li ber çava digirin. Li gorî wan ger ku huner ji bo civakê be huner e, îdeolojî li pêş hunerê ye. Pisrgirêkên civakî bi rêya berheman tên nîqaşkirin. Mijar bêtir li ser pirsgirêkên gundî û karkeran in. Armanca sereke bi van mijaran civakê agahdar bikin û rê li ber “pêşketina civakê” vekin, da ku civaka karker û gundî ji aliyên aborî û polîtîk bigihêjin asteke bilind. Tenê endamên ku bi rêbaza realîzmê dinivîsin fikir û ramanên xwe nadin dest û li gora rastîya civakê dinivîsin, şîroveyê ji xwendevanan re dihêlin. Armanceke nivîskarên realîst a ku civakê perwerde bike tuneye, mijarên wan berheman jî ji pirsgirêkên takekesî ên rojane heta yên tevahîya civakê tên guhertin. Di edebîyata cîhanê de pêşengên vê rêbazê Maksim Gorki, Stendhal, Hemingway, Jack London, John Steinbeck, Charles Dikens û gelekên din in. Li Turkîyeyê pêşengê vê rêbazê Rıfat Ilgaz, Fakir Baykurt, Kemal Tahir,  Orhan Kemal, Yaşar Kemal û hwd.

Otobîyografî

Otobîyografî ne berhemên sêwirî(çêkirî) ne, li ser jîyaneke borî û li ser têgiştina kesayetekî/ê radiweste. Nivîskar ji jiyana xwe û bi serpêhatîyên xwe, lihevanînekê pêk tîne û berhemê diafirîne. Dibe ku nivîskar hin tiştan ji bîr bike û bûyeran subjektîf şîrove bike an jî di hin mijaran de xwe mafdar xwiya bike. Lê armanca sereke ew e ku nivîskar serpêhatîyên xwe rasterast neqil bike. Lê romanên otobîyografîyê sêwirî ne. Nivîskar ne mecbûr e ku hemî rastîyan rasterast binivîse, ew li gora behremenîya xwe romana xwe disêwirîne. Chrîstîne Allîson, Erebê Şemoyî wekî nivîskarê pêşîn yê romana otobîyografîk a bi kurdî pênase dike. Erebê Şemo her çiqasî di romana xwe yî bi navê Şivanê Kurmanca de rasterast romaneke otobîyografîk nivîsî be jî mirov dema ku çîrok û romanên wî yên din dixwîne, li gelek şopên jîyana wî û Şivanê Kurmanca rast tê. Lê êdî vebêj ji kesê yekem dibe kesê sêyem.

Jînenîgarîya Erebê Şemoyî hêjayî nivîsandinê ye. Serdema ku tê de jîyaye serdemeke hem ji aliyê civakî-sîyasî û hem ji aliyê aborî tevlihev e. Bajarê ku lê hatiye dinyê Qersê, di demeke kurt de gelek desthilatdarî guhertine. Li hemî cîhanê guherînên bingehîn çêbûne û Erebê Şemoyî tevî rewşa xwe yî şexsî bûye şahidê gelek bûyerên mezin. Şerê Cîhanê yê Yekemîn dîtîye, bûye şahidê hilweşîna desthilatdarîya Çaritîya Rûsyayê û Împeretorîya Osmanî, di şerê cîhanê yê duyemîn de, li alîyê YKSS, li hember Elmanyayê şer kiriye. Axir ji ber wê ye ku romana xwe ya pêşîn bi awayê otobîyografîk dinivîse û di nivîsîna romanên xwe de ji serpêhatîyên xwe sûd digire.


                                                             ŞIVANÊ KURMANCA

Weşanên Lîs, Şingal, 2015

Roman li gora rêbaza realîzma sosyalîst û otobîyografîyê hatîye nivîsîn. Bûyersazîya romanê li gora tevna otobîyografîyê hatîye hûnandin. Ereb ji malbateke xizan e. Malbata wî ji bo debara xwe bike li gund û navçeyên derdora Qersê rênçberîyê dike. Zilm û nehaqîya li ser gundîyan bi rêya serborîyên xwe ji xwendevanan re neqil dike.

Di destpêka romanê de em dibînin ku Ereb û malbata wî pêrgî gelek tûndî û zordarîyan tên, bi vê yekê em dijwarîya li ser civaka gundî û rênçberan nas dikin.

Erebê Şemo bi rîya serborîyên xwe tevna romanê ava kiriye. Kesê romanê yê sereke bêguman Ereb bixwe ye. Hema hema mirov dikare bêje ku tenê ew wekî karakter dikare bê hesibandin. Kesên din ên di vê romanê de cî digirin bi hûrgilî nehatine ragihandin. Di her beşeke romanê de navê gelek kesan derbas dibe, lê wekî karakterên romanê li ser wan nirxandineke berfireh zehmet e.  Ji destpêka romanê heta dawîyê bêtir behsa malbata xwe û xizanîya civata karker û gundî dike. Ez ê hewl bidim ku kesên di romanê de bi awayekî aktîf cî digirin û bandora wan li ser bûyersazîya romanê hene, yek bi yek taybetmendîyên wan analalîz bikim. Di romanê de gelek nav derbas dibin ku tenê wekî fonê fonksîyona wan hene, ez ê behsa wan nekim.

Ereb:

Serlehengê romanê ye. Ji ber ku roman bi şêwaza otobîyografîyê hatîye nivîsîn, vebêjê romanê Ereb bixwe ye. Di malbateke xizan de tê dinyayê. Ji dema ku bi ser niga dikeve û dest bi meşê dike, xwe di nav kar û bar de dibîne. Ji zaroktîya xwe heta ku dibe mirovekî gihîştî di gelek karên gund, zevî, paletî, şivantî, gavantî û hwd de dixebite. Bi heqê kêm, carinan bi nanûzikê dixebite, carinan jî tevî ked û bara xwe zilm û zordarîyê dibîne. Ji bo debara xwe û malbata xwe bike mecbûr dibe li gelek gund û navçeyan digere.

 Li hemberî neheqî û zordarîyê derdikeve, lê didin, dikeve hepsê... Piştî ku bolşevîkan nas dike û dikeve nav tevgera wan bêtir bi xwe û sedemên vê zilmê dihese... Ji bo ku civata gundî û rênçberên ku ji alîyê desthilatdarên wê demê dihatin perçiqandin azad bibin û bigihêjin mafên xwe, dixebite. Di mîtîngan de diaxive, di nav civakê de propagandaya bolşevîkan dike û di dawî de jî dibe şoreşgerekî biçek, birîndar dibe, mirinê dide ber çavê xwe li hemberî desthilatdarîya rêveberîya Çarê Rûsyayê. Piştî ku Şoreşa Oktoberê bi ser dikeve, em dibînin ku zilm û zordarîya li ser civaka gundî û rênçber jî bi dawî dibe.

Di nav xwişk û birayên xwe de yê herî zîrek, jîr, jêhatî, wêrek ew e. Tevî ku biçûkê malê ye bi qabîlîyeta xwe li pêş xwişk û birayên xwe ye. Dê û bavê wî her tim bi vê zîrekîya wî serbilind in û pesnê wî didin. Xwe ji ber tu karî nade alî, heta ji destê wî tê dibe alîkar ji malbata xwe re. Kesek ji wî aciz nabe, hevalên wî ji wî hez dikin, civata ku tê de be herkes ji wî razî ye. Çend kêmasîyên wî hebin jî ew ji ber şert û mercên dijwar ên civakê ye ku ji neçarî pêk hatine. Kêmcaran ji neçarî mîna “gunehên biçûk” dizîya kartolan kiriye, an jî şîrê bizinan bêyî izna xwedîyê wan dotîye û vexwarîye. Di pevçûnekê de, “bi şaşî” an jî ji neçarî dibe sedemê kuştina merivekî xwe.

Rewşa aborî ya dijwar, jîyana bizehmet, kar û barên giran, zilm û zordarîya dewletîyan, nezanî û cahiltîya civakê, bandora axa, beg, şêx û pîran, adetên feodal û gelek mijarên din, bi rêya hin karekteran tê honandin. Li hemberî vê dijwarîyê Ereb wekî çavdêr û vebêjê romanê ye.

Em bi çend gotinên di romanê de derbas dibin mînakên zîrekbûna Ereb bidin; Her çiqasî Ereb yekî zarok e û li şûna ku bilîze, dikeve ber kar û barên dinyayê.

Wextê ez pir hindikî mezin bûm, idî fam dikir, min zaf dixwast bibme dûajo yanê jî yançî.” (r.14)

Lawika digot: - Kesek notla Ereb pincarê nas nake, em bîr dikin, Ereb pincarê nîşanî me dide, me hîn dike.”(r.15)

“Min xwe nêzî gur kir, agir dirêjî pozê wî kir... Gur nişkêva çilape kir, revî: min, Qavreş me da pey...” (r.30)

Mamosteya gund, ji bo karekî xwe yî taybet dixwaze Erebî bişîne bajarê Qersê. Erê ku çend caran bi bavê xwe re çûbe bajarê Qersê jî Ereb, bajêr zêde nas nake, diçe wê navnîşana ku mamosteyê jê re tarîf kiribû dibîne û wî karî bi ser dixe. Piştî vê “biserketina” Erebî, mamoste ji bavê Erebî dixwaze ku, Ereb bibe berdestê wê û karê paqijîya dibistanê bike. Ji bo vî karî jî mehê sê manatan pere teklîf dike.

“Sê manat pere bona me pir bûn, çimkû min havînekê nêzîkî 7-8 meha- distand 5-6 manat.”(r.43)

Piştî ku Ereb dibe berdestê mamosteyê demeke şûnde mamoste jê dixwaze ku ji xwe re cilên nû bistîne, ji bo ku wekî şagirt wî bistîne dibistanê lê bavê Erebî li hemberî vê yekê bi guman e. Ditirse ku mamoste heqê wî jê bibire. “Wekî tu herî ber xwandinê, îdî heqê nadine te.”(r.45) Lê mamoste heqdestê Erebî nabire û li gel berdestîyê, wî wekî şagirt digire.

Ereb di xwendinê de jî li pêş hevalên xwe ye. “Li mektebêda, nav şagirtada ez xwandinêda pêşîya teva bûm...”(r.48)

Ereb wekî kurdekî, di nav gund û civaka kurdan de kêfxweştir e. Di romanê de gelek carî bi awayekî pozîtîf, kêm caran bi neyênî ev mijar tê ber çavan. “Nava kurmancada heyat qeyde û qanûne lape başqe bûn. Rênçberîya nava kurmancada jî ji rênçberîya Melegana farqîtir bû.”(r.52) “Rastî jî nava milletêd wandera kese notlanî kurmanca, -mêl, dewêr xweyke tunne, îlam xweykirina pêz.”(r.53)

Herçiqasî bi awayekî erênî behsa kurdan bibe jî, ji bo axe, beg û şêxên kurdan kêm caran bi erênî tê qalkirin. “Lao! Kî kare ber bega, axa yan şêxa, mella şikîyat ke? Dîwane dest wandane... Emê çewa herin şikîyat, li kê şikîyat kin?”(r.60) “Vira, li çîya, kurmancêd me dewletî  ji melegana ne hindiktir em xwera didane xebatê, xûna me dimêtin.”(r.61)

Ji biçûktîya xwe ve rastî zehmetîyên jîyanê û zordarîyên serdestan tê. Dema ku gur bizina yekî meleganî dikuje, xwedîyê bizinê li wî halê wî yî biçûk nanêre û lê dide.“... ez kêle-kêle kutam, ez nikarbûm ji erdê rabûma. Ez tewlêda bêhiş ketim.”(r.31)

Ewqasî hewcedarî karekî bûn ku bi heqê nanê rojê tenê jî razî dibûn. “Seva xebata min axê min ji min hizdikir. Lê teva nanê xwe dixwar, paşê nan didane min.”(r.35)

Ereb hê ji zarotîya xwe ve nakokîya di navbera dewletî û hejaran de serwext bû. “Em diçûne çolê ber pêz, belengazî, birçîbûn didît, dewletîya jî xwera kêf dikirin, hasil digirtin.”(r.63)

Dema ku li Qersê dixebite, zabîtekî qazax pê dihese ku Ereb bi gelek ziamanan dizane, dixwaze ku bi meaşekî baş ew ji bo wan bibe dîlbend(wergêr) û ew jî qebûl dike. Her çiqasî li gora fikra pirtûkê xizmeta ji bo artêşa Çaritîya Rûs nakokîyek be jî, ji neçarî û mîna ku Ereb bi kiryarê wan nizanibe vî karî qebûl dike. Lê ya rastî bi vî karî “rûyê artêşê yî reş û şerê neheq” bi çavên xwe dibîne û li ber çavên xwendevanan radixîne. “Ew şerê min ber çavê xwe dît, ez zaf poşman bûm. Çima ez hatme vî şerî? Çî min, çi şer?”(r.79)

Ereb carekê dil digire lê ji ber qaîdeyên feodal, mîna qelen nikare bizewice. Di encamê bûyereke trajîk de ji destgirtîya xwe mecbûr dibe veqete. Jin di biryara zewacê de ne bi destê xwe ne.

Dema ku di artêşa Çar de dîlbend bû, leşkerên artêşê wekî “qazax” bi nav dike, zilm û zordarîya wan î bêsebep bi çavên xwe dibîne û ji neçarî nikare li ber wan rabe, lê kiryarên wan î qirêj radixîne ber çavan. “Seva wan belengaza zêre-zêre wan û lûbe lûbe wan. Ez dizîkava digrîyam, wekî bidîtana, wê ez jî bikuştama”(r.89) Li hemberî destdirêjî û bêedebîya qazaxên artêşa Çaritîyê, jinên kurdan bi wêrekî li ber xwe didan, nedihiştin ku zabîtek derbasî malên wan bibe. Nivîskar dixwaze ku xwendevan têbigihêjin ku leşkerên Çar destdirêj û bêedeb in û jin jî mîna mêran li hemberî zordarîyê bi lehengî dikarin şer bikin.

Ereb êdî ji zaroktîya xwe heta ku dema bikeve nav “paleyên înglabkar”îkan gellek zehmetî û zordarî d gellek zehmetî û zordarîyê bi çavên xwe dibîne. Piştî ku dikeve nav wan êdî bi gotina wî “çavên wî vedibin”. “Palêd înglabkar ji Moskovayê hatibûn, kaxeza înglabkara didane min, kitêbê wan didane min, min dixwand.”(r.102) Ketina nav bolşevîkan ji bo wî eşqeke bêtarîf e. “Tu carî eşqeke ussa dilê mida tunne bû. Ne zarotîyêda, ne cahiltîyê, wextê destê min dar diqefiland, ez bûm rênçber. Ez ê,idî çewa merîkî ji tarîyê derkeve bê ber ronkayê.”(r.105) Ji ber ku bûye endamê bolşevîkan rojekê tê girtin û îşkence lê tê kirin. Wî dixin ber lêpîrsînê, ew bi zanebûn xwe wekî cahil û nezan nîşan dide û ji girtîgehê tê berdan. “Çî we li vî kurmancê beyanî ketîye, dengê wî çû kuçê, derxin, bira here, hûn nabînin tiştekî ji tiştekî fam nake.”(r.107)

Wekî endamekî bolşevîkan ji bo karê partîzanîyê wî dişînin Stravpolê nav Ûrisetê. Li wir jê dipirsin bê dikare tivingê bixebitîne, ew jî bi serbilindî behsa xwe û bikaranîna tivingê dike. Pesnê kurdan dide, bê çawa zanin tivingê bi kar bînin. “Ji wê şûnda, em mêrê kurmanc hê zartîya xweda tivingê dixebitînin... ez nîşaneke ussa lê dixim , qe kesek nikare.”(r.123) Dîsa bi devê qumandarê bolşevîkan behsa şervanîya kurdan tê kirin. “Hevalê Şpak zaf mira kêfxweş bû, got: Ha, ez kurmanca pak zanim, hûn kurmanc mêrxasin.”(r.123) Bi vê zîrektî û pêbawerîyê di demeke kurt de Ereb dibe qumandarê bêlûkekê, karên krîtîk didine wî û ew jî bi serefirazî van karan pêk tîne. Di şer de birîndar dibe, li nexweşxaneyê tê tedawîkirin, çend hefteyan iznê didine wî, lê ew xwe baş hîs dike û daxwaza vegera şer dike. Mirovekî ji bo pêşeroja civaka bindest fedakar e, jîyana xwe jî dikare di oxira vê armancê de feda bike. Piştî şerêbolşevîk û menşevîkan diqede, di sala 1924an de Ereb dişînin Kavkasan ji bo ku di nava kurdan de bixebite. Li diya xwe û bavê xwe digere çavên wî bi wan nakeve. Ji xwişka xwe Gogê dibihîse ku bavê wî hatîye kuştin û dîya wî jî di xelayê de mirîye. Bêguman ev ji bo wî êşeke giran e. Di dawîya  romanê de êdî vedigere nav kurdan û li hal û wextê wan dipirse, çi tiştên li herêma wan qewimîne fêm dike. Dema ku herêma Qevqasa dikeve bin destê Daşnakan, axa û begên kurdan, ji bo berjewendîyên xwe yî şexsî, mirovên kesîb dikirin leşker û li ser civatê zilim dikirin. Tevî van kiryarên xerab, Ereb li hemberî wan mirovên kesîb bi tawanbarî tevnagere û derîyê xizmeta ji bo sovyetan li ber wan vedike. Ji civatan re dida zanîn bê avakirina sovyetan ji bo çîna karker û gundîyan çiqasî girîng e. Gotina dawî a romanê ev e : “Wekî roja bê lazim be, ewê hazir ber dîwana şêwrêda xûna xwe birêjin.”(r.155)

Şemo:

Bavê Ereb e, kurmancekî kesîb e, ji bo debara malbata xwe bike gund bi gund li kar digere. Dema ku jina wî ya ewil (navê wê nayê vegotin) dimire bi navê Biro û Dewrêş du zarok jê dimînin. Bi wan re bi belengazî li kar digere. Li gundê Azatê ji ber sermayê dikevin kadîna yekî hurumayî bi navê Todor. Dû re jî li ba vê malbatê dest bi karê gund dike. Li vî gundî malbateke kurmanc hebûye û Şemo bi keça vê malê re dizewice (Nivîskar ango vebêj li vir jî navê diya xwe bi lêv nake). Ji vê jinê jî bi navê Çîçek, Gogê û Ereb sê zarok çêdibin.

Şemo gelek caran ji neçarî bi nanûzikê dixebite. Ji bo karên pez û gundîyan şîret li zarokên xwe dikir, da ku ji karên xwe nebin. Carinan ku neheqî li wan bihata kirin jî ji bo ku ji karê xwe nebin, bertek nîşan nedida. Ji bo ku debara malbata xwe bike bi fedakarî dixebitî. Her çiqasî ji ber çetinîya debara malê, zarok û jina wî mecbûr diman ku bixebitin jî, li hemberî wan bi zordarî tev nedigerîya, ew bi zorê nedixebitand. Mirovekî hejar, xebatkar e. Tecrûbeyên xwe yên kar û barên gund û şivantîyê ji zarokên xwe re digot, da ku nekevin rewşên xerab. Mirovekî pasîf e; li hemberî zordarîyê ji neçarî nikarîbû dengê xwe derxista. Yekî cahil e, xwendin û nivîsa wî tuneye û li gora normên civakê yên kevin tev digere.Heta dawîya emrê xwe bi xizanîyê dijî. Ji alîyê dîwana Daşnakan ve tê kuştin. Dibe temsîla zehmetkêşan.

 

Dîya Ereb: Vebêjê romanê Ereb, navê dîya xwe nabêje ligel vê navê jinbava xwe jî bilêv nake. Di romanê de wekî taybetîyeke wê yî berbiçav tuneye ango nayê vegotin. Li dijî serlehenga “Dêya” romana Maksîm Gorkîyî, “Dêya” Erebê Şemo mîna ku di romanê de tu rola wê tunebe cî digire. Di dema şer de ji ber xelayê jîyana xwe ji dest dide û piştî bi salan ku Ereb bi vê yekê dihese pir xemgîn dibe.

Gogê:

Xwişka Ereb e. Wekî nasê Ereb di romanê de herî zêde navê wê derbas dibe. Ew jî bi zehmetkêşî û xizanîyê emrê xwe derbas dike. Hertim pişta birayê xwe Ereb digire, pê bawer e. Ew jî ne karaktereke berbiçav e, di derheqê wê de taybetmendîyeke berbiçav tuneye. Dema ku Ereb ji bo şoreşa Bolşevîkan di nav xebatê de bû, zêde agahî ji malbata xwe nedistand. Gogê agahîya mirina dê û bavê xwe radigihîne Ereb. “Goga xûşka min, ji minra gilî kir, wekî bavê min kuştin, dîya min jî xelayêda birçîyana mir, em gelekî ser hevda girîyan.”(r.145)

Matvêyî Lûkerîn:

Keşîşê meleganan e. Ew jî mîna kesên desthilatdar yekî zordest e. Ji tevan dewletîtir bû, ne tenê li ser kurdên rênçber, li ser gundî û feqîrên ermenî û meleganîyan jî zulm û zordarî dikir. “Dîwan jî ew bûn, dewletî jî ew bûn-çewa dixwastin ussa jî dikin.”(r.22) Ji nav karakteran mirov dikare vî karakterî wekî tîpolojîya “xerab” pênase bike. Ji ber ku ew ji gelek hêlan ve desthilatdar e, him dîn di destê wî de ye, him erd û mal di destê wî de ye û him jî têkîlîya rêveberîyê. Wî bi rehetî ev avantaj ji bo zordestîya li ser xizanan bi kar dianî. “Gilî dikirin, wekî ewî Matvêyî gavanekî kesîb êrmenîyê “kaxdegan” avîte pêçkê, saxesax şewitand.”(r.22)

Pîr Cewo:

Hevalê Şemo ye. Ew jî mîna wî kesîb bû, gavantî û rênçberî dikir. Piştî ku şoreş bi ser dikeve, Ereb wî dibîne, bi hurmet wî silav dike. Behsa zor û zehmetîyên rojên berê û dostanîya bi bavê wî re dike. Hinekî fonksîyona flaşbekê pêk tîne. “Gelle emekê min li te heye, hûne zar bûn... Min nan danî çolê dida te, wekî tu birçî nemînî... Ez zaf şame, wekî me gavana jî merî derdikevin... Ereb, wextekî zaf rind hatîye dunîyayê, eva wextê me kesîbane”(r.23)

Paraşa:

Jineke meleganî ye. Ji jinên din ên meleganî cudatir bû, mîna wan bi çavekî xerab li Ereb nedinhêrî û tahdeyî nedida wî. Hetta xwarin li mala xwe dida wî, ji ber ku zarokên wê tunebûn, mîna zarokê xwe li hember wî dilbirehm bû. “Hevtê du cara yan sê cara Paraşê nan dida min... Zarê wê tune bû, gunê wê min dihat.”(r.26)

Seydaya Jin:

Mamosteya gund e. Ew kes e ku dibe sedemê ku Ereb bixwîne. Ewil, Ereb ji bo ku karê berdestîya wê bike, digire. Tekane jin e ku di romanê de wekî xwende-rewşenbîr derbas dibe. Dema ku zarokên meleganan naxwazin Ereb bi wan re di heman textebendê de rûnê, em dibînin ku mamoste ne xwedîyê însîyatîfeke berfireh e ji ber wê, wî bi tenê li ser textebendeke din bi rûniştkirin dide. Carekê ji ber ku Ereb û zarokekî meleganan şer dikin û Ereb dest davêje rûyê wî, tevî ku yê neheq zarokê melegan bû jî mamoste li Ereb dide. Ji ber vê yekê hindik dimîne ku wî ji mektebê bavêje, keça wê Marûsîyayê ku hevaltîyê bi Ereb re dike, rica dike ku wî navêje. Mêrê wê li Qersê qulixçî ye, herdu jî xebatkarên rejîma çaritîyê ne, ji ber wê jî “rewşenbîrîya” wê bisînor e.

Smaîlê Koçek:

Bi navekî din wekî “Koçekê Gulî” tê binavkirin. Li gora hinekan xwedêgravî mirovekî ji erd û ezmên xeber dide, tiştên ku kesek nizanibe dizane. Ji navê wî dîyar e ku yekî Êzdî ye. Sê pezên Şemo winda dibe, bi navê Beko kesek pesnê Smaîlê Koçek dide ku tenê ew zane bê ew pez li kune an jî kê dizîne. Bi heqê pezekê ji Şemo re dibêje ku ew pez ji alîyê Mîrzê Talo ve hatîye dizîn. Şemo jî pê bawer dibe û bi destê Ûsib Beg, bi zordarî sê heb pez ji wî distîne lê Ûsib beg wan pezan nade Şemo. Dawî derdikeve ku ew her sê pezên windayî ketine nav pezên yekî din. Smaîlê Koçek temsîla wan mirovên ku li ser navê ol û bawerîyan, kesên bêperwerde û hejar dixapînin. Erebê Şemo di rastîyê de ji malbateke şêxên Êzdîyan e û malbata wî li gora pergala kastê ya Êzdîyan xwedî statûyekê ye. Li dijî vê yekê di romanê de mijara ol û oldarîyê nehatîye vegotin. Erê ku Ereb, rasterast ol û oldarîyê rexne nake, bi rêya hinek karakterên fon vê yekê bi awayekî neyînî dihone.  

Biro û Dewrêş:

Birayên Ereb ên ne ji dê ne. Di romanê de zêde behsa taybetmendîyên wan nayê kirin. Dema ku Biro dibe yekî gihîştî, êdî ji kar û barê malê ku di stuwê wî de ye aciz dibe û rojekê bêyî ku xeberê bide malbata xwe ji malê vediqete, piştî du-sê mehan pê dihesin ku çûye Ermençayîrê. Bi çûyîna Biro re, rewşa malbatê ji alîyê aborî ve nebaş dibe.

Dewrêş jî nexweşîyekê derbas dike, ji bajêr hekîmekî tînin ser wî lê fêde nake û demek şûnde ji ber wê nexweşîyê dimire. Ev bûyer wekî bibe mînaka parçebûna malbatê yî ji ber xizanîyê hatîye honandin.

Lê Biro venegerîya, nehat... Ewî gotibû bavê min wekî îdî vegerandina wî nabe, çimkû neferên me zafin û hûrin, em dixebitin naxebitin tiştekî ber tiştekî naxin.”(r.69) Barê malbatê ji Biro re êdî giran tê, biryareke radîkal digire û ji bo ku tenê ji xwe re bixebite dev ji malbata xwe berdide û diçe. Li dijî vê yekê em dibînin ku Ereb wekî lehengê sereke yê romanê, tu carî dev ji malbata xwe naqere, ji bo kar ji mala xwe dûr bikeve jî, vedigere û dibe alîkar ji bo malbata xwe. Belkî em karin karaktera Biro wekî karaktereke realîst binirxînin ji ber ku ew li gora şert û mercên demê guherbar e, lê karekterên din yekaheng in; zêde naguherin an jî guherînên radîkal pêk nayînin. Baş bin heta dawî baş in, xerab bin heta dawî xerab in.

Sefo:

Mêrê meta Ereb e. Demekê Ereb ji bo artêşa Çarê Rûs wekî dîlbend (wergêr) dixebite û rêya wî di Sarî-Bilaxê, gundê Qizneferê bi mala meta wî dikeve. Ereb demeke dirêj li mala meta xwe dimîne. Em li vir jî dibînin ku navê meta Ereb di romanê de derbas nabe. Ew û Karêya keça meta wî dil dikevin hev. Bavê Karê, Sefo hîn dibe ku Ereb û keça wî dil dane hev, li hember vê yekê dernakeve lê qelen jê dixwaze. Piştî ku Ereb ew qelenê ku Sefo jê xwestîye di demeke dirêj de bi dest dixe û tevî dide wî lê vê carê Sefo ji ser soza xwe vedigere, bêbextîyê li Ereb dike û nahêle ku Ereb û Karê bizewicin. “Ne min qelenê xwe temam da te, min dewsa qelenekî sê-çar qelen da te. Çi dest min diket tevî li mala te bû.”(R.86) Li ser vê yekê pev diçinin û di vê pevçûnê de bavê Karê bi destê Ereb tê kuştin. “Tivinge dagirtîbû, tijî fîşek bûn dest mida bû. Sefo nesekinî, dûz ber bi min hat, dest avîte tivingê, bû ringînîya gullê, li sîngê Sefo ket.”(r.87) Mijara qelen bi awayekî trajîk li vir tê honandin.

 

Karê:

Keça meta Ereb e, dildara wî ye. Dema ku rêya Ereb ji ber karê wî yê dîlbendîyê bi tesadufî di gundê meta wî re derbas dibe, keça meta xwe nas dike û dil dikevin hev. Ji ber gengeşîya pirsgrêka qelen, bavê Karê ji ser soza xwe diqulipe, Karê û Ereb nazewicin. Weke ku em dibînin Karê, keçeke di civakeke feodal de dijî û li gora kevneşopîyan tevdigere, lê li dijî vê kevneşopîyê, weke fîgureke dijber li hember hukmê bavê xwe derdikeve. Bavê wê dema behsa qelen dike, Karê li ber vê yekê derdikeve. “Na bavo, qelen dê û bava derxistîye bona kara xwe, me notla pêz xwera difroşin.“(r.83) Dibe ku peyama nivîskar ji bo keç û kurên mîna Karê û Ereb re ev be : Ji bo guherîna pergala feodal divê têkoşînek bê dayîn.

Misto û Kalo:

Apên Ereb ên li Sînekê ne. Ji ber ku rêya wî di Sînekê re dibuhure, em pê dihesin ku du apên wî li vir dijîn û zarên apên wî ji wî zaf hez dikin. Ji bilî van tu agahîyên din di romanê de tuneye ku em di derheqê apên wî û malbatên wan de zanibin.

Klîmov:

Dema ku Ereb wekî pale li Sarîqamîşê dixebite, Klîmov û çend paleyên din ên rûs nas dike. Bi xêra van “palêd înglabkar” ku ji Moskovayê hatibûn dikeve nav tevgera bolşevîkan, pirsan ji wan dike, ew jî bersiva pirsên wî didin û kitêban didin wî. Ereb pêre pêre dixwîne û hînî fikra sosyalîzmê dibe. Bi awayekî vala nabe şoreşgerê bolşevîkan; meraq dike, dipirse, guhdar dike, dixwîne û dide ber çavê xwe li gora wê biryarê dide. “Bi vî tiherî çavê min bere-bere jev vebûn, xebata firqê bi min xweş hat û ez ketme firqa bolşevîka...”(r.103) Dîsa bi devê van kesan peyamên şoreşa bolşevîkan radigihîne xwendekar. “Firqa me bolşevîka daw dikir kutta şêr, erd bidne gundîya, zavod û fabrîk palara.”(r.105)

Qumandar Şpak:

Yek ji serleşkerê hêza bolşevîkan e. Dema ku Ereb tevlî hêzên çekdar ên bolşevîk dibe, Şpak bi kurdbûna wî kêfxweş dibe û pesnê kurdan dide. “Ez kurmanca pak zanim, li welatê Îranê min kurmancara kirîye şer. Hûn kurmanc mêrxas in.”(r.123) Şpak bi Ereb pir bawer e, ji ber vê yekê wî dike qumandarê sed mêrî û karên krîtîk dide wî ku pê bawer e ew ê bi ser keve. “Dûrebîn li destê minî çepêda bû, destê rastê min qirme girtibû... Gulle ser meda dibarîya mîna teyrokê.”(r.140) Qumandar Şpak, mirovekî mîna Ereb kurmancekî kesîb, ji dil girêdayî têkoşîna bolşevîkan, dipesinîne û wî dike qumandarê sed kesî. Şpak ne wekî qumandarên rejîma Çar pozbilind e, li hember leşkerên xwe mîna hevalekî ye. Ji ber wê jî wî weke “Hevalê Şpak” bi nav dike. Di şerê li Stavropolê de ji bo çîna bindest, paşde gav navêje, heta dawî şer dike û jîyana xwe feda dike.

Ûsib Beg, Cangîr Axa, Qulî Beg, Egîd Beg:

Ev dewlemendên kurdan e. Dema ku tevîhevî çêdibe, beg û axayên kurdan jî ji bo berjewendîyên xwe yî şexsî destê dîwana Daşnak digirin û kurdên hejar, bi darê zorê ji bo wan dikin leşker. “Ûsib beg dibe uzvê parlamênta daşnaka, Cangîr axa jî qumandarê ser eskerê kurmanca nav daşnakada. Egîd beg bû prîstavê kurmanca.”(r.146)

Wekî ew kesên dewletî yên rûs, melegan, ermenî, yên kurd jî bi zordarîyê li ser civakê hukim dikirin û keda wan dixwarin. Şêx, mela û pîran jî piştgirîya van axa û began digirtin. “Şêxa, mella û pîra herro digotin: Kî gura meznê xwe neke, ewe bê xwedane, tu carî qencîyê nebînin, ne li vê dinê ne li wê dinê.” (r.147)

Gotina dawî ya romanê wekî peyama fînalê bi dijberîya axe, beg, şêx û melleyan bi dawî dike; “Gundîyê xebatçî kesîb û batrak îdî zanin şêx, melle, beg û axaler dijminê wanin. Wekî roja bê lazim be, ewê hazir ber dîwana şêwrêda xûna xwe birêjin.”(r.155)

 

Encam

Bêguman ev roman li gora rêbaza realîzma sosyalîst hatîye nivîsîn û hemî karakterên di romanê de jî li gora vê rêbazê hatine bicîkirin. Ji bo tesîra romanê li ser xwendevan xurttir bibe bi vebêjîya kesê yekem bi awayê otobîyografîyê hatîye nivîsandin. Bandora gotina “min kir, min dît” ji ya “wî kir, wî dît” xurttir û rasteqîntir e. Nivîskar di heyamekî krîtîk de jîyaye, bûye şahidê gellek bûyeran ku pergala cîhanê pê guherîye. Bûyersazî û karakter bi hostayî hatîye bikaranîn. Ji ber ku em gellek bûyerên di pirtûkê de derbas dibin wekî serborîyên nivîskar dizanin, di hinek beşan de xwendevan ji rastîya bûyersazîyê dikeve gumanê. Dibe ku ev lihevanîn an jî mubalaxa bin, dibe ku bûyer û karakter jî xeyalî bin, lê ne dûrî rastîyê ne, arastî mijara vê nivîsê jî ne ew e. Jixwe ev roman e, ne bîranîn an jî bîyografî ye.

Em di destpêka romanê de xizanî û bêzarîya civakê dibînin. Roman, hemî alîyên xizanîyê bi hostayî radixîne ber çavan; koçbûn, bêwarî, birçîbûn, tirs, serma, nexweşî, lêdan, kuştin... û ev dijwarîya jiyana civata bindest li seranserê romanê li ber çavan in. Karakterên romanê bi hostayî hatine bijartin, li alîyekî mirovên hejar û li alîyê din mirovên serdest û zilimkar. Serlehengê romanê Ereb, bi wêrekî û zîrekîya xwe li hemberî vê pergala dijwar dibe mînak ji civatê re. Ji ber ku nivîskar, roman li gora rêbaza realîzma sosyalîst honandîye, di her beşeke romanê de peyamek heye û xwendevan bi van peyaman tê perwerdekirin.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Parkûra Omeryan