Kayıtlar

Haziran, 2024 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

ÇEND MÎNAKÊN ZÎYARETGEHÊN KEVNARE LI HERÊMA OMERYA/MÊRDÎNÊ

Resim
Kurima Dîmenek ji serê zîyareta Melekaf ber bi zîyareta Pîrê Mem Dara miraza û berqefa Melekaf Ji zîyareta Pîrê Mem dîmena Melekaf   ÇEND MÎNAKÊN ZÎYARETGEHÊN KEVNARE LI HERÊMA OMERYA/MÊRDÎNÊ              Bawerî di jîyana mirovan de cîhekî pir girîng digire. Ji heyamên berê heta roja me, mirov bê bawerî nemane. Li gora lêkolînên li ser çavkanîyên teolojîk hatine kirin, bawerî ji destpêka afirandina mirovên ewil Adem û Hewayê tê. Li gora olên semawî, mirov ji alîyê Xwedê ji bo armancekê hatine afirandin û ev dinya ji bo wan wekî cihê azmûnê tê qebûlkirin. Ji alîyê din ve dema em li lêkolînên antropolojîk ên li ber destan in dinêrin, em dibînin ku bawerîya bi “hêzeke xwedavendî”   digihêje 80 hezar salan berî niha. Goreke zarokan ku li Afrîkayê hatîye dîtin, li gora lêkolînên zanistî ku li ser hatîye kirin, digihêje heftê û heşt hezar salan berî îro. ( Maria Martinon Torres ve arkadaşları tarafından Nature dergisinde (593, 6 Mayıs 2021, 95-100). Di xebatên arkeolojîk de, li Rihayê li G