ÇEND MÎNAKÊN ZÎYARETGEHÊN KEVNARE LI HERÊMA OMERYA/MÊRDÎNÊ
Dîmenek ji serê zîyareta Melekaf ber bi zîyareta Pîrê Mem
Dara miraza û berqefa Melekaf
Ji zîyareta Pîrê Mem dîmena Melekaf
ÇEND MÎNAKÊN ZÎYARETGEHÊN KEVNARE LI HERÊMA OMERYA/MÊRDÎNÊ
Bawerî di jîyana mirovan de cîhekî pir
girîng digire. Ji heyamên berê heta roja me, mirov bê bawerî nemane. Li gora
lêkolînên li ser çavkanîyên teolojîk hatine kirin, bawerî ji destpêka
afirandina mirovên ewil Adem û Hewayê tê. Li gora olên semawî, mirov ji alîyê
Xwedê ji bo armancekê hatine afirandin û ev dinya ji bo wan wekî cihê azmûnê tê
qebûlkirin. Ji alîyê din ve dema em li lêkolînên antropolojîk ên li ber destan
in dinêrin, em dibînin ku bawerîya bi “hêzeke xwedavendî” digihêje 80 hezar salan berî niha. Goreke
zarokan ku li Afrîkayê hatîye dîtin, li gora lêkolînên zanistî ku li ser hatîye
kirin, digihêje heftê û heşt hezar salan berî îro. (Maria
Martinon Torres ve arkadaşları tarafından Nature dergisinde (593, 6 Mayıs 2021,
95-100). Di xebatên arkeolojîk de, li Rihayê li
Girê Mirazan (Göbekli Tepe) berî mîladê nêzî bi duwazdeh hezar salan perestgeh
hatin dîtin. Li ser heman cihê ku lêkolînên arkeolojîk lê hatîye kirin, bi navê
Girê Mirazan zîyaretgehek heye û ji demên ne dîyar heta roja me jî ji alîyê
gelê herêmê wekî cîhekî pîroz dihate qebûlkirin. Ev mînak jî nîşanî me dide ku li
erdnîgarîyeke mîna Rihayê ku ji bo gellek bawerîyan bûye çavkanî, bê çawa li
vir ol û bawerî têkelî nav hev bûne.
Di bawerîyên kevnar de, wateyeke
olî didan çîya, lat, ezman, roj û hwd. Hê jî li ser ruwê cîhanê bi milyonan kes
wateyekê didin van deran û bi awayekî bawerîya xwe pê tînin. Li derdora gundê
ku ez lê hatime dinyayê bi dehan zîyaretgehên bi vî şiklî hene ku bala min
kişandine. Ez ê wekî nimûne di derheqê pênc ji van zîyeretgehan agahîyan ji
rûniştevanên derdorê berhev bikim. Her çiqasî ev zîyaret bi hinek taybetîyên
xwe bişibin hev jî ji hev cuda ne û her yek ji wan xwedîyê taybetîyeke xweser in. Ez ê çar zîyaretgehên
ku li ser xetekê ne bidim nasîn .Pîrê Mem, Melekaf, Kalbazo, Letanê.
Pîrê
Mem:
Di
derheqê dîroka wê de li ber destê me agahîyeke dîyar tune. Li ser zîyaretê
nivîsek an jî nîşaneke di derbarê wê de nayê dîtin. Ev zîyaretgeh ji navenda
bajarê Mêrdînê bi 13 kîlometreyan dûr e û li rojhilatê wê dikeve. Di navbera
gundên Bikêrê û Kurima de ye. Li kêleka rêya gund e, li cîhekî rast e û
gihaştina vir bi hêsanî ye. Li nêzî zîyaretê li serê palekî çîya bi navê
Qutûrîyê wargeheke kevnare heye ku ev wargeh berê ji alîyê koçeran jî dihat
bikaranîn. Ji alîyê Omerya rêya gelek gundan mîna Kurima, Alûca, Rekê, Terê,
Xirbê Qeblo di ser zîyaretê re derbas dibû. Qada zîyaretgehê li dora 30 doniman
e. Li hewşa wê dareke pîr ya berûyê heye ku li gora lêkolîna fermî li ser
hatîye kirin, emrê wê 220 sal in. Şaxên darê ji koka darê bi qasî 10 metreyan
dirêjî hawîrdorê wê dibin û ev jî ji bo mêvanên zîyeretgehê dibe cihekî fireh
ji bo rûniştinê. Bi rehetî pênç şeş malbat dikarin li ber sîya vê dara mezin
rûnên. Li meydana zîyaretê li dora neh deh bîrên avê hene. Ji ber ku nêzî zîyaretê
çem tuneye, ji demên berê de ji bo avê bîr hatine kolan û ev bîr ji ava baranê
tije dibin, mirovên di vir re derbas dibûn ev av bi kar dianîn. Lê piştî ku
mizgeft hat avakirin, pirsgirêka avê jî bi qenala mislixan hat çareserkirin û
êdî kesek van bîran bikar naynin û ji bo ku kesek bi şaşî nekeve wan ser devê
wan hatine girtin. Di qada zîyaretê de mizgeftek û odayeke cuda heye. Mizgeft
di sala .... ji alîyê gundîyên derdorê hatiye avakirin. Odeyeke cuda, bi qasî
6-7 metrekareyan e, li ser wê qubeke biçûk heye, berî bi nêzî 60 salan hatîye
avakirin. Ev ode weke mekanê Pîrê Mem tê binavkirin. Li hundirê odeyê Gopalê
Pîr û paçê kesk heye, kesên tên vir gopal di laşê xwe didin û perçeyeke paçê
kesk jê dikin bi hêvîya ku ev wan kesan ji nezerê û li hember nexweşîyan
biparêze. Mirovên ku ji bo zîyaretê tên vir di salên dawî de bêtir rojên dawîya
hefteyê tên. Berê mirov rojên Çarşeman û Înan bêtir dihatin, ji ber kar û bar û
jîyana bajarvanîyê êdî di rojên Şemî û Yekşeman zêdetir tên zîyaretê. Demên
berê bi girseyî ji gundîyên derdorê bi taybetî di Çarşema serê Nîsanê de serdan
li zîyareta Pîrê Mem dihat kirin. Ez bi xwe jî dema ku neh deh salî bûm tê bîra
min ku wê rojê ji mirovan cî li ser zîyaretê nedima. Ên serê sibehê zû biçûna û
ji xwe re li bin dara mezin a zîyaretê cî bidîta bi şens bûn. Dîmenê
mîhrîcanekê an jî rojeke cejnê dida. Herkes bi cil û bergên xweşik û paqij
dihatin zîyaretê, her malbatê li gora aborîya xwe beran, berx, bizin, mirîşk
dikirin dehî. Malbatan xwarin îkramî hev dikirin. Limêj dikirin, dua dikirin.
Jinên ku zarok ji wan re çênedibûn, keç û kurên ku qismetê wan nedihatin,
nexweşên biçûk û mezin û hwd ji bo ku ji wê rewşa asteng xelas bibin dua
dikirin. Heta ku berî roj biçe ava li zîyaretê diman û dûre vedigerîyan malên
xwe. Hinek kes ji wan wê şevê li hewşa zîyaretê diman. Lihêf û bahlîfên xwe bi
xwe re dianîn. Mirovan ji bo xêrê lihêf, bettanî, bahlîf, beroş, sênîk, misîn,
kevçî û hwd li zîyaretê dihiştin, dema ku kêmasîyek derketa mirovan ev alav bi
kar dianîn. Êdî di van salên dawî de êvaran kesek li zîyaretê namîne û mirovên
ku tên ser vê zîyaretê jî alavên xwe bi xwe re tînin.
Di derheqê vê zîyaretê de min ji çend kesên di
temenên cuda de ne pirs kir û bersivên wan bêyî ku ez tiştekî lê zêde bikim an
jî vegotina wan biguherim derbasî nivîsê kir.
Melekaf:
Zîyaretgeha Melekaf, li serê çiyayê bi ser gundê
Kurima de ye. Dûrî bajarê Mêrdînê bi 13-14 kîlometroyan e. Rêya trimbêlan naçe
ber. Ji nava gund û derdora zîyaretê çend xaçirêkên peyayan hene. Derketina ser
vê zîyaretê ji bo kesên temenê wan mezin bi zehmet e. Ji vê zîyaretê hemî
herêma Omerya û deşta Mêrdînê xwîya dibe. Ev zîyaret ji rêza tahteke bilind,
çend berqefên biçûk û daristaneke nêzî 100 doniman pêk tê. Daristan ji darên
berûyan pêk tê. Kesek ji vê daristanê ji bo şewatê daran jê nakin, tenê darên xwebixwe
hişk bûbin an jî şikestibin tên bikaranîn. An jî êzîngên ji bo şewatê ji
daristanên din tên jêkirin. Ji bo ku
darên zîyaretê zerar nebînin jî kesek pezê xwe li nav vê daristanê naçêrîne.
Tahteke bi qasî deh metroyan bilind û di bin vê tahtê de sê berqefên biçûk
hene. Li binê tahtê çend darên miraza hene ku şaxên wan bi paçik û terîşan
hatîye xemilandin. Li ber berqefekê di nav tahtê de çar pênc qul hene ku bala
mirov dikişîne, di van qulan de reşika şûna şewatê berbiçav dîyar e. Dibe ku
demên berê ew kesên ku bi şev li vir diman ji bo ronîkirinê an jî weke rîtûleke
bawerîyê di van qulan de qendîl vêdixistin. Di berqefan de çend lihêf, xalîçe,
balîf, beroş, misîn û hwd alav hene. Li dora vir ji bo bikaranînê çem, bîrên
avê an jî avzêm tune, diyar e ku kesên tên vir ava xwe bi xwe re tînin. Mêvanên
vê zîyaretê ne zêdene, bêtir ji alîyê gundîyên Kurima, Alûca, Zeytûna û
Xirbêqeblo tê zîyaretkirin.
Li binê çîyayê zîyaretê gundê Kurima heye ku li vî
gundî gelek şkeftên kevin hene, kesek bi dîroka avakirina wan nizane. Li rojhilatê
zîyaretê bi qasî kîlometreyekê dûr bi navê Kelehoşkê xirbên wargehekê heye. Ev
xirb tê texmînkirin ku di serdema Împeretorîya Romayê de hatîye avakirin.
Kalbazo:
Ev zîyaret bi qasî du kîlometroyan li rojavayê gundê
Xirbê Qeblo dikeve. Li rojhilatê bajarê Mêrdînê ye û bi qasî 35 kîlometroyan ji
navenda bajêr dûr e. Ji gund heta zîyaretê rêya erebeyan tune, tenê xaçirêk
hene. Di devê newalekê de ye. Ji jora newalê heta biniya zîyaretê bi qasî deh
duwazdeh şkeft, çend bîrên avê û goristanek heye. Berê gundîyan ev şkeft ji bo
koçerîyê bi kar dianîn. Di nav goristanê de hinek mezelên ku kevirê sergorên
wan bi nivîsên erebî hatine nivîsîn hene. Li hemberî goristanê kozika Kalbazo
heye. Li jora newalê bi navê Xanîka xirbên wargeheke kevnare jî heye. Zîyaret
ji çend xirbên biçûk û daristaneke bi qasî sîh doniman pêk tê. Kesek darên vê
zîyaretê jê nakin an jî zerarê nadin wan. Ji bo serdana vê zîyaretê rojeke
taybet tuneye. Li gora bawerîya niştecihên derdorê, navê şêxê vê zîyaretê
Kalbazo ye. Ev zîyaret hema hema tenê ji alîyê gundîyên Xirbê Qeblo ve tê
zîyaretkirin. Kesên ku derdekî wan an jî daxwazeke wan hebin, xwe davêjin bextê
vê zîyaretê û ji wê rica dikin.
Ev zîyaret bi qasî çar pênç kîlometroyan li bakûrê
gundê Qeraşîkê dikeve. Li rojavayê bajarê antîk Darê ye û ji navenda bajarê
Mêrdînê bi qasî 30 kîlometroyan dûr e. Zîyaret ji xirbekî biçûk, mizgeftek û ji
qadeke bi qasî bîst doniman ji darên berûyan pêk tê. Şêxê vê zîyaretê bi navê
Şêx Bihemed tê zanîn. Tê bawerkirin ku gora wî di nav zîyaretê de ye, bi qasî
4-5 metroyan dirêj e. Ji bilî gora Şêx Bihemed, gora xwa wî ya bi navê Dêhla jî
heye. Şêx Bihemed ji alîyê gundîyên derdorê wekî şehîdekî Îslamê tê qebûlkirin.
Xwedîyê hin kerametan e, tê gotin ku ji alîyê hinek gundîyên derdorê bi şev
hatîye dîtin.
Yorumlar
Yorum Gönder