Kayıtlar

Teze derketiye

Di Romana Bajarê Mosîqarên Spî de çend tespîtên dem, ziman, mekan, mijar û hunera teswîrê

Resim
Vebêjer: Hem wek nivîskarê romanê û hem jî wek karekterekî romanê Elî Şerefyar vegêrê sereke yê romanê ye. Her çiqasî di hin beşan de vebêjerî bi vegotina Celadetê Kotir be jî Elî Şerefyar mudaxaleyan li ser romanê dike. Di vebêjerîya Elî Şerefyar de vegotina kesê sêyem hatîye bikaranîn, di vebêjerîya Celadetê Kotir de vegotina kesê yekem hatîye bikaranîn. Lihevkirina leheng û vebêjer di destpêka romanê de bi awayekî vekirî hatîye ziman. “Tenê tişta ku niha hewce ye hûn bizanin, ew lihevkirina ecêb e ku min digel Celadetê Kotir kir. Ewa ku min ew maf hebe beşeke hîkayetê vegêrim, mafê vê yekê min hebe destkarîya dariştin û şêwaza ziman bikim di wan beşan de ku ew vedigêre, mafê vê yekê min hebe li kûderê dilê min xwest bibim hîkayetxwan, rast wek şanogerîyekê ku derhênerê wê bi xwe di nav şanogerîyekê de dibe ekter û hîkayetxwan.”(r.15) Vebêjer Elî Şerefyar di beşekê de dikeve nav çîrokê û fikra xwe ya biguman destnîşan dike. “Îshaqê Lêvzêrîn, ‘li gor gotina wî bixwe’ ji alîyê ser sîno