Di Romana Bajarê Mosîqarên Spî de çend tespîtên dem, ziman, mekan, mijar û hunera teswîrê
Vebêjer:
Hem wek nivîskarê romanê û hem jî wek karekterekî
romanê Elî Şerefyar vegêrê sereke yê romanê ye. Her çiqasî di hin beşan de
vebêjerî bi vegotina Celadetê Kotir be jî Elî Şerefyar mudaxaleyan li ser
romanê dike. Di vebêjerîya Elî Şerefyar de vegotina kesê sêyem hatîye
bikaranîn, di vebêjerîya Celadetê Kotir de vegotina kesê yekem hatîye
bikaranîn.
Lihevkirina leheng û vebêjer di destpêka romanê de
bi awayekî vekirî hatîye ziman. “Tenê tişta ku niha hewce ye hûn bizanin, ew
lihevkirina ecêb e ku min digel Celadetê Kotir kir. Ewa ku min ew maf hebe
beşeke hîkayetê vegêrim, mafê vê yekê min hebe destkarîya dariştin û şêwaza
ziman bikim di wan beşan de ku ew vedigêre, mafê vê yekê min hebe li kûderê
dilê min xwest bibim hîkayetxwan, rast wek şanogerîyekê ku derhênerê wê bi xwe di
nav şanogerîyekê de dibe ekter û hîkayetxwan.”(r.15)
Vebêjer Elî Şerefyar di beşekê de dikeve nav çîrokê
û fikra xwe ya biguman destnîşan dike. “Îshaqê Lêvzêrîn, ‘li gor gotina wî
bixwe’ ji alîyê ser sînor hatibû da ku li pey du dersxwanên mosîqayê bigere,
belkû bikare mosîqa û hîkmeta xwe fêrî wan bike, ‘Ez niha ji rastî û dirustîya
vê hîkayetê jî bi guman im.”(r.26)
Di beşekê de behsa tercîha karekterên xerab dike ku weke
tolhildanekê ji wan bistîne, naxwaze li ser wan bisekine û vê yekê wiha tîne
ziman; “Wek mînak Cewdetê Kotir û Soheylaya hevjîna wî du karekter in ku hûn
dikarin bi tevahî wan ji bîr bikin, ji ber ku tucarî wan cihekî girîng di nava
vê romana me de tune ye. Ez tu carî di gel vê yekê nebûm ku mirovên wiha xirab
cihekî baş di nav romanê de hebin, ji bîr nekin ku wan di şevên sir û serma
pirmetirsî de Celadet bi zikê birçî ji malê derxistine û ew ji beşa xwe ya taybet
wate ji dikana ardfiroşîyê bêpar kirine. Ew hemû hêcet in bo ku mirov wiha tolê
ji wan hilîne di vê kitêba taybet de li ser jîyana Celadetê Kotir cîhekî
nebexşe wan.”(r.27)
Bi vebêjerîya Celadetê Kotir, axaftina bi erebî weke
zimanekî metirsîdar tê teswîrkirin ku, dema serborîya xwe vedibêje, li şûna axaftina
serleşkerê rejîmê ya bi erebî, werdigerîne kurdî. “ Ez bo ku tama vegotin û
têgihiştinê li we têk nedim, ez dê hemû axaftina wan a erebî ji we re bikim
kurdî.” “...ne ji ber ku bi kurdî baştir dizanim, belkû ji ber ku erebî di
bîrdanka min de zimanê celadan e û weke zimanekî metirsîdar e ku ewên pê
diaxifin, destên wan bi xwîna me sor bûye.” (r.72)
Serlehengê romanê Cealdetê Kotir li ser naverok û
bûyersazîya romanê mudaxaleyî vebêjer Elî Şerefyar dike: “Ji bîr neke ku eva
kitêba min e ne ya te ye... hemû rûpelên wê behsa min dikin, ez tenê lehengê wê
hîkayetê me ...” (r.243) “... mafê vê yekê nade te bi ti tîpeke wê hîkayetê
bilîzî... ji bergê wê heta rûpela dawî li ser jîyana min diaxife û li dora
temenê min dizivire.” (r.244) Vebêjer vê helwesta serleheng wiha şîrove dike:
“Ji her tiştî zêdetir tirsa wî ji vê yekê bû ku hikayeta wî wek fantazya, wek
edeb û wek roman bê dîtin, ew li ser wê bawerîyê bû ku ew dîrokê dinivîse...”
(r.245) Heman nîqaşên di navbera Celadet û Elî Şerefyar de wiha didomin : “Li
destpêkê min gotê, nivîsîna kitêbekê tiştek e û vegotina nivîsekê tiştekî din
e.” (r.368)
Vebêjer ji gotinên Celadet bi guman e û vê gumana
xwe wiha tîne ziman: “Min carekê bi eşkereyî gotê; Celadetê Kotir! Ez nizanim,
dema ku tu dibêjî mirov bibe mosîqa, mebesta te çi ye, gelo tu hest nakî ewa ji
xeynî leyîstineke bêwate bi peyvan tiştekî din nîne?” (r.370) “Gelo bi rastî
Celadet leşkerekî wiha dîtibû yan ...” “Celadet ji ti tiştî xatircem nebû, bi
awayekî ku di navbera derew û heqîqetê de diçû û dihat.” (r.293)
Mînaka nîqaşeke di navbera lehengê romanê Celadet û
vebêjerê romanê Elî Şerefyar de; “... lê ji bîr nekin, ez Elî Şerefyar
hîkayetxwanê vê hîkayetê me, divê hûn bizanin ku hertim hîkayetxwan ji leheng
girîngtir e.” (r.389) “Na hêjano! Hertim leheng ji hîkayetxwan girîngtir e. Eva
ez bûm ku ew rojên tarî dîtin nek Elî Şerefyar ...” (r.389)
Li ser “kurmacayê” û jîyanê fikra leheng: “... lê ti
carî hîkayet ji jîyanê ecêbtir nebûye, hertim jîyan ji hîkayetê ecêbtir e.
Axayê Şerefyar ji mêj ve di hewla vê yekê de ye min bîne ser vê nêrînê ku
hîkayetê hertim tiştekî ecêbtir ji jîyanê heye.” (r.571)
Berî vê romanê li ser serborîya Celadet nivîsek
hatîye nivîsîn û ev nivîs ji alîyê Elî Şerefyar weke nivîseke amator-bêhêz tê
dîtin. “Hîkayeteke bêwate ye ku wek edebîyata wê demê tijî ye bi hêmayên nebicî
û remzên têkşkestî...”
Li gora fikra Celadet, leheng nikare bi serkeftî
bibe vebêjê serborîya xwe: “...Celadet xatircem e ti mirovek nikare jîyana xwe
bi rastî vebêje, ji ber ku her yek ji me parçeyekî xwe yê mezin nabîne.”
(r.673)
Vebêj Elî Şerefyar nasnameya xwe ya rastîn a nivîskarîyê
destnîşan dike; “Şaroxê şarox berî kuştina xwe di şer de, roman û dîwaneke
minxwendibû... dîwana min a li jêr navnîşana “Guneh û Aheng” di nav kulepiştîyê wî de bû.” “Rewşen piştre bi
hewleke bêhempa ve hemû gotar û roman û helbestên min dixwîne. Dema ku digihêje
rûpela dawî ya romana Sêvek li Wî Serê
Erdê ku wê demê ew kitêba dawî bû min çap kirî...” (r.674) Weke em li vir
dibînin ku navên van kitêban pir dişibin yên Bextîyar Elî. Dîwana helbestan ya
bi navê Guneh û Karneval û romana bi navê Hinara
Dawî ya Dinyayê du kitêbên Bextîyar Elî ne.
Nivîskar bi nêrîneke antîkolonyal girîngîya vegotina
bi kurdî ji bo serxwebûna neteweya kurd rave dike; “Sedema koletîya me kurdan
ev e ku em di serdemeke dîrokî û dîyarkirî de şîyana afirandina hîkayetan ji
dest didin. Em çendîn sal in ku hîkayeta xelkê din ji xwe re vedibêjin, her
neteweyekê ku hîkayeta xwe ya kûr û rasteqîn tune be, cara dawî mal û halê wî
parçe parçe dibe.” (r.675)
Dîyaloga Elî Şerefyar û Celadet ya li ser stûrbûna
kitêban û acizîya xwîneran balkêş e. “Carina min digot: Celadet! Ev kitêba dê
ewqas stûr bibe, xwînerên welatê me ku bi xwendina nûçeyeke şeş xetî bêhna wan
çik dibe, dê nikarin vê kitêbê bixwînin. Wî digot: Elî Şerefyar! Xwendina
kitêbê tiştekî sanahî nîne, hindek kitêb divê ku bi sedan salî çavnihêr bin
heta ku xwînerekî rasteqîn peyda bikin û ew xwîner wan bixwîne.” (r.689)
Elî Şerefyar weke karakterekî rasteqîn û vebêjerê
sereke yê romanê ye, ji hebûna hinek karakteran dikeve gumanê, di hişê xwîner
de xumamekê dihêle. “Min nedizanî gelo Basim mirov e an jî tarmayîyek e ku ji
mirinê vegerîyaye, Celadet bixwe zindî ye an mirî, Dalîya jîndareke rasteqîn e
ji goşt û xwîn an jî tenê wehmek e ji wehmên nav jîyana me? (r.696)
Rêzebûyer:
Destpêka romanê di sala 1998an bi hevdîna seyr ya Elî Şerefyar û Şarox Mehdî Şarox, li balafirgeha Schipholê dest pê dike. Piştî vê hevdîtinê rola Elî Şerefyar dibe ew ku, serborîya Celadetê Kotir, ji zaroktîya wî heta çapkirina romana serborîya wî neqil bike. Bûyereke din a seyr mirina dîya Celadet e ku bi awayekî trajîk dimire û roman, di derheqê vê yekê de pir kêm agahîyan dide. Bûyerên romanê bi awayekî kronolojîk li dû hev û li ser hîkayeta Celadetê Kotir dimeşe. Mirov dikare rêzebûyerê li gora jîyana Celadet rêz bike. Celadet sê caran dimire û vedigere jîyanê; cara pêşîn di zaroktîya xwe de di qezayeke trafîkê de dimire lê careke din vedigere jîyanê. Cara duduyan ji alîyê rejîma bees, bi hevalê xwe û mamosteyê xwe re tê kuştin. Cara dawîn li Kurdistanê ji alîyê grûpên kurdan bi îşkenceyeke dirêj ku du salan dom dike tê kuştin. Bi her mirin û her vegerê re Celadet dikeve merhaleyeke din a xwenasînê.
Dem
Dema vegotinê dema borî ye. Çîroka romanê di sala
1998an de dest pê dike. Destpêka nivîsîna romanê ji alîyê Elî Şerefyar ve di
sala 1998an de dest pê dike. Wê demê Celadetê Kotir li bajarekî Kurdistanê, li
oteleke şewitî dimîne. Dema romanê li gora Serborîya Celadet bi awayekî
kronolojîk ji sala 1970an dest pê dike. Elî Şerefyar bêyî ku bide çapxaneyê,
çar salan destnivîsa romanê li gel xwe dihêle. Li gora vê yekê mirov dikare
bêje ku dema romanê herî kêm heta piştî sala 2002an didome.
Mirov dikare weke romana serdemeke dîrokî ya Başûrê
Kurdistanê bi nav bike. Ji ber ku hinek dîrokên serdemî mîna Şoreşa sala
1974an, têkçûyîna şoreşê di sala 1975an de, Şerê Kendavê û hwd di nav romanê de
derbas dibin. Zaroktîya Celadet di serdema şerê di navbera dewletên Iraq û
Îranê de derbas dibe.
“Sala 1979an, wê sala ku dîktator bi tevahî desthilat
girte dest, dest bi girtin û kuştina şiîyan kir.” (r.538) Demeke dîyar ji bo
dadgehkirina Samîrê Babîlî derbas dibe ku 15ê Hezîrana 1993an e. Roja
dadgehkirina wî û dema kuştina wî di demeke dîyar de diqewime. Kuştina Samîr jî
saet bi saet, çirke bi çirke tê ravekirin. “Demjimêr heştê spêdeyê, termê
Samîrê Babîlî digel bilûreke spî gihîşte nexweşxaneya mezin... demjimêr neh
zêde deh deqe... deh zêde pênc deqe... yazdeh û çarîkek... “ (r.566)
Gerîyana Celadet a li Başûrê Kurdistanê jî bi
dîrokeke dîyar hatîye destnîşankirin ku di serdema şerê birakujîyê de derbas
dibe. “Dawîya sala 1995an û destpêka sala 1996an Celadet di nav ax û toza şerê
navxweyî de, geryana xwe ya dûr û dirêj û sêhrawî li Başûrê Kurdistanê dest pê
dike.” (r.676)
Mekan
Mirov dikare mekanên romanê di bin sê beşan de rêz
bike; mekanên bi navên xwe yên rastîn, mekanên bi navên temsîlî û mekanên
xeyalî.
1.
Mekanên bi navên xwe yên rastîn:
Balafirgeha Schipholê (Amsterdam): Mekana ewil e ku
navê wê di romanê de derbas dibe.
Kurdistan: Herêma Kurdistanê ya Iraqê ye. Di hinek
beşan de herêma Kurdistanê weke “Bakur” û bajarên din ên Iraqê weke “başûr” tê
bilêvkirin.
Bexda: Paytextê dewleta Iraqê ye. Samîrê Babîlî
erebekî ji Bexdê ye. Dr Mûsayê Babek kurdekî li Bexdayê çêbûye.
Gund û bajarên Kurdistanê: Li şûna navên bajar û
gundên Kurdistanê yên rastîn, tenê weke “gundên Kurdistanê, bajarên Kurdistanê”
tê bilêvkirin.
Çîyayê Hesarost, Sekrê Sekran di nav sînorê
parêzgeha Hewlêrê de ne. Çîyayê Qendîlê, Gelîyê Asosê, Lûtkeya Qaf...
Kuveyt: Dewleta cîran a li başûrê Iraqê ye. Di sala
1990an de dewleta Iraqê vir dagîr dike. Bi şerê Kendavê yê yekem re ji
dagîrkirina Iraqê azad dibe.
Îran: Welatê cîran ê li rojhilatê Iraqê ye. Di
navbera Iraq û Îranê de ji sala 1980yan heta sala 1988an şerekî dijwar
diqewime.
Bajarê Nexedê: Bajarekî li Îranê ye.
Herêma Hewraman: Herêmeke Kurdistanê ye li Îranê.
Ordon: Welatê cîran ê li rojavayê Iraqê ye.
2.
Mekanên rastîn bi navên temsîlî:
Bajarê zaroktîya Celadet: Bajarekî herêma Kurdistanê
ye.
Paytext: Ji bo Bexdayê tê bikaranîn.
Xweza (deşt, çîya, gol, gelî, daristan...): Di
romanê de gelek mekanên xwezayî mîna çîya, gol, newal hene ku navên wan ên
taybet pir kêm tê vegotin.
Hotela Ewareyan, Hola Gêlaza Spî, City Palas:
Hoteleke di dema şer de şewitîye ku Celadet û Samîr lê dimînin û dû re wir
dikin cihê kesên eware.
Jêrzemîna Belema Befrê: Jêrzemînek e, ji alîyê koma
“Belema Befrê” xebatên edebî û hunerî lê tê kirin.
Bajarê Sozanîyan, Bajarê Ax û Tozê: Navekî temsîlî
ya bajarekî li başûrê Iraqê ye ku bi qûm û çolên xwe navdar e.
Şanoya Porteqala Spî: Mala keçên sozanî ye. Li
bajarê Sozanîyan e.
Mûzaxaneya Dr Babek: Mûzexaneya veşartî ya ji alîyê
Dr Mûsayê Babek hatîye avakirin a li bajarê Sozanîyan. Di hundirê wê de bi
hezaran tablo û peyker hene.
Mûzexaneya bin erdê ya Mistefayê Şewnem: Ev mûzexane
li ser daxwaza Dr Mûsayê Babek, ji alîyê Mistefayê Şewnem hatîye avakirin ku ji
mûzaxaneya Dr Babek jî mezintir e.
3.
Mekanên Xeyalî:
Bajarê Mosîqarên Spî: Ew bajarê xeyalî ku ji serê
romanê heta dawîya romanê tê vegotin.
Hewşa Sozanî
û leşkeran: Hewşek e ku Celadet dema li bajarê Sozanîyan e, di geşteke xeyalî
di şevê de li nav bajêr dibîne. Ev mekan weke cîhekî keyfê û jiserhişçûnê tê
vegotin.
Okyanosa Hawarê: Tunelên dirêj ên xeyalî ne, tenê
Zêrevanên Bedewîyê û Mîrên Fantazyayê dikarin tê re derbas bibin.
Ziman
û Şêwaz, peyvên serdest yên romanê
1.
Zimanê Romanê: Zimanê romanê ji zimanê civakê yê
rojane dûr e. Zimanê mirovên bi wêje, huner û felsefeyê re têkildar e. Zarava,
devok an jî şêweyeke axaftina herêmî nehatîye bikaranîn, mîna ku hemû gotin ji
devê yek kesî be. Di navbera beşên ku vebêjer Celadet e û beşên ku vebêjer Elî
Şerefyar e ferqeke bikaranîna ziman nayê ber çavê xwîner. Mirov dikare bêje ku
zimanê romanê zimanê Elî Şerefyar e. Roman bi teswîrên derûnî, felsefî û edebî
hatîye honandin. Di gelek cîhan de hevokên dirêj hatine bi kar anîn ku di hinek
beşan de hevokek ji nîvrûpelê pêk tê. Atmosfera ku roman tê de derbas dibe
atmosfereke reşbîn e ku ji bêhna şer, tirs, kuştin, koçberî û hwd tijî ye. Li
alîyekî din jî li ser wateya huner, wêje, bedewî, edalet û mijarên din
ravekirinên felsefîk pir hatîye bikaranîn.
Di teswîra çar leşkerên kurd de zimanekî helbestî
hatîye bikaranîn; “... çar leşkerên kurd bûn, bi dirêjahîya çendîn rojan bêxeber
ji dinyayê, li hemû çolistanê belav dibûn... Çar girnijînên xemgîn hebûn, çar
awir ku wiha xwîya dikir ji çar rengên cuda hatibin kişandin.” (r.345) Di
teswîra li ser bêdengîyê jî em dikarin heman zimanê helbestî bibînin; “...
bêdengî heye ku tarî ye wek zilmat û bêdengî jî heye ku ronî ye wek tava rojê.”
(r.39)
2.Peyvên
berbelav: Hinek peyvên di romanê de zêde derbas dibin hene
ku ev peyv kodên bingehîn yên romanê didin destê xwîner. Her çiqasî ev kitêb ji
bo kurmancî hatibe wergerandin jî, gelek peyvên bi soranî ji bo kurmancî
nehatîye wergerandin. Em ê li jêr çend mînakên van peyvan destnîşan bikin.
Mosîqa, Mosîqer: Ji navê kitêbê jî eyan e ku peyvên
herî zêde di romanê de derbas dibin peyvên “mosîqa” û “mosîqar” in. Kêm rûpel
heye ku ev peyv tê de derbas nabin.
Xatircem: Dilnîya, piştrast. Nivîskar an jî vebêjer
bi vê peyvê dixwaze xwe bi xwîner bide qebûlkirin ku çi tiştên qewimîne rast
in. “... xatircem bûm ku di wê odeyê de bêhna deryayeke dûr û mezin min dorpêç
dike...” (r.85) “... min hest bi xatircemîyeke kûr dikir, wek ez bi ebedîyetê
re girê dabim...” (r.92)
Reşeba: Bahoz, barove, bayê reş: Ev peyv hem weke
wateya xwe yî rastîn “bûyereke hewayî” û
hem jî bi wateya mecazî “rewşa ku mirov li ber xwe dibe” hatîye bikaranîn. “...
ger reşeba tune be, toza vir ti tiştek nîne...” (r.97) “... tiştekî reşebayeke
metirsîdar digel xwe li ba dida...” (r.132) “Reşeba rojeke baş e bo her rihekî
brîndar ku bixwaze hewarîyê bike.” (r.187) “...firîna çendîn pîremêr û
pîrejinên bêkes ku rojekê reşeba wan hildigire û wan dibe û êdî ti kes wan
nabîne.” (r.388)
Şêt: Dîn, Delodîn, Dîwane, Bêhiş, Serserî... Bi
wateya rewşa derûnî ku mirov ji ser hişê xwe diçe.
“... awirên min wek şêtekî li nav vê hewayê digerîya
ku tijî bû ji peşkê xwenên şikestî.” (r.96) “... diavêtin ser malan û wek kesên
şêt jin himbêz dikirin.” (r.105) “Xwedêyo, dema ku min ew nav dît, ez şêt bûm.”
(r.140) “Daliya wek şêtan di nav şeqameke pir bi stêrk de dikeve pey wê.”
(r.245)
Tirs, Metirsî: Hesta nexweş ya dikeve dilê mirov
dema ku bawer dike ku dê tiştekî xirab biqewime. Xeter, gef, talûke...
“Wê şevê tirseke mezin ez dagirtim...” (r.83) “...
rêyeke dirêj û metirsîdar wek qederê...” (r.94) “... li vir jî divê tu her
bitirsî...” (r.104) “... ez ji her tiştekî vî bajarî ditirsîyam...” (r.107)
Niqumbûn: Noqbûn, pêdeçûn. Di bin avê de noq bûn.
“... heta wî serê niqumbûna di nav serabê de...”
(r.81) “... di nav ax û tozeke zer de niqum bûbûn...” (r.94) “... di nav
zevîyekê de derbas dibûn ku di nav dûkelekê de niqum bûbû...” (r.567)
Wate: Li gora ferhenga Gîwî Mukrîyanî tê hevwateya
“wite, gute, qise” ye. Mane, mene, yanî. Gotinên dîyar dikin bê ka peyvek yan
tiştek çi ye?
“... rêwî tên û diçin, lê gelek tiştan tînin ku
naçin, wate nexweşîyên wek sûzenek, gurrîbûn û nexweşîya silê digel xwe digerînin...”
(r.97) “... kesên din wan nabînin, wate ez daxwaza lêborînê dikim ku nikarim
firişteyan nîşanî te bidim...” (r.117) “... divê min hêcetek hebe ku xema te
bixwim, ger hêceta min bihêz nebe, wate tiştek nebe ku ser bigire, wê demê her
tiştek dê xirab bibe...” (r.148)
3.
Navên seyr: Taybetîyeke romanên Bextîyar Elî jî ew e ku navên
seyr li karakter, cih, mekan, kom û hwd dike. Di navbera wan navên seyr û
taybetmendîya karakter, cih, mekan, kom û hwd de ahengeke balkêş heye. Di
romanê de bala Celadet diçe ser navên seyr ên kolan û şeqamên li Bajarê
Mosîqarên Spî. “Navên seyr li ser kolan û şeqaman hebû. Îshaqê Lêvzêrîn digot;
... mirov li vir azad e ku çawa bangî daran bike, bi çi zimanekî biaxife. Azad
e ku çi navekî ji xwe û her tiştî re hilbijêre.” (r.634)
Celadetê Kotir: Kotir navê balindeyekê ye ku bi
kurmancî kevok jî jê re tê gotin. Celadetê Kotir ku dimeşe bi ser wî re komeke
balinde didin pey wî.
Celadetê Qeqnes: Piştî Celadet dibe Zêrevanê
Bedewîyê, Dr Mûsa Babek wî wekî Celadetê Qeqnes navê wî bi nav dike. Qeqnes bi
wateya Sîmûrg jî tê zanîn ku her carê dişewite û ji xwelîya xwe careke din
çêdibe. Celadet jî mîna Sîmûrg çend caran dimire û careke din vedigere jîyanê.
Îshaqê Lêvzêrîn: Îshaqê Lêvzêrîn mamostayekî şareza
û mosîqarekî jîr e, bilûrê bi awayekî sêhrawî dijene. Zêr rengdêrek e ku
payebilindîyê dide nav. Axaftin û jenîna bilûrê bi alîkarîya lêvan pêk tê ku
yekî “lêvzêrîn” dikare di van karan de serkeftî be.
Tirîfeya Zivistanê: Navekî Daliya Siracedîn e ku li
bajarê Sozanîyan xwe bi vî navî dide nasîn. “Navê min Tirîfeya Zivistanê ye, di
şeveke tijî heyveşev a zivistanê de ji dayîk bûm...” (r.88)
Navên çar leşkerên kurd ku li bajarê Sozanîyan tên
ba Dr Mûsayê Babek jî ji navên berhemên ewran pêk hatîye; Hesenê Tofan,
Ebdullahê Terze, Nûrî Befir û Celîlê Baran.
Navên seyr ên kolan û şeqamên BMS: Şeqama Rondika
Kemançeyê, Tîtirwaska Şefeqan, Caza ZîvînPîyanoya Bayî, Helbesta
STêrkfiroşan...
Porteqalê Babîlî: Navê Samîrê Babîlî ye. Ji ber ku
bavê Samîr xwedîyê baxçeyên porteqalan bû û carinan bîhna porteqalan jê tê ev
nav lê kirine.
4.
Di romanê de rengê spî: Rengê spî weke ji destpêka romanê
heta dawîya wê di her beşên romanê de derdikeve pêşberî me. Ji navê romanê jî
dîyar e ku wateyeke taybet ya peyva “spî”yê heye.
Di destpêka romanê de em Şaroxê Şarox bi cil û
bergên spî dibînin ku temsîla ciwanîyê ye. “Kurekî ciwan bû, serûbinê kincên wî
spî bûn.”(r.9)
“Wê şefeqê cîranan mamoste Sermed darvekirî di nav
destek kincên spî “spî wek spîtîya kefenan” de bi mirî bi dartûyê ve dîtin.” (r.21)
Li vir rengê spî dibe sembola “kefenê spî”.
Rengê mala Îshaqê Lêvzêrîn jî spî ye ku sadebûn,
paqijî û nûbûnê tîne bîra xwîneran. “Ew mal avahîyeke mezin û nû bû û hemû
odeyên wê bi rengê spî hatibû boyaxkirin... derîyekî piçûk ê spî jî li alîyê
piştê hebû...”(r.28)
Ji bo xemgînîya Serheng Qasim jî rengê spî hatîye
bikaranîn; “... Serheng Qasim spîtir, xemgîntir û kûrtir dixuya.” (r.50)
Mînakên mkanên ku di navên wan de spî hatîye
bikaranîn; Şanoya Porteqala Spî, Hotela Gêlaza Spî
Di teswîra tabloyeke Bajarê Mosîqarên Spî de spî
rengê serdest e; “Cara dawî Mûsayê Babek ez dibirim pêşberî tabloya mosîqarekî
ku li cihekî kesk sekinîye û li alîyê piştê jî bajarekî spî dîyar e, ... û
mosîqar kincekî spî di ber de ye...bi aramî kemançeyeke boz dijene, li serê jî
teyr û tevalên spî difirin...” (r.137)
Celadet carinan di gerên xwe yî nav bajarê ax û tozê
de tarmayîyên kotirên spî dibîne; Hindek ji wan kotirên spî hebûn, wek bixwazin
ku aşitîyeke ebedî digel mirinê pêk bînin...” (r.248)
Di gelek beşên romanê de behsa “hespên spî” derbas
dibin ku weke sembola xelasîyê tê teswîrkirin; “... min du hespê spî di
tarîtîyê de didîtin, du hespên spî ku li rojgareke din û di nava tep û toza
şerekî din de hatin ser rêya min.” (r78) Carekê Samî bi du hespên spî tê, Celadet
ji bajarê Sozanîyan xelas dike, carekê jî Şaroxê Şarox dîsa bi du hespên spî tê
û Celadet bi birîndarî dibe Bajarê Mosîqarên Spî.
Elî Şerefyar cara ewil ku Celadet dibîne bala wî
diçe ser spîbûna ruwê wî; “Yekem car rengûrûyê wî yê spî bala min rakêşa alîyê
xwe, gelek spî bû rengê balindeya bi navê newres(qaqilîbaz-martı) a spî û pak
dida...” (r.366)
Rengê bilûra
Celadet spî ye. Celadet li BMS bi cilên spî digere.
Ji
Hêla Mijarê ve Analîzek Li Ser BMS
Şer:
Şer
û tesîra wê ya li ser civakê mijareke sereke ya romanê ye. Di her beşa romanê
de em li serdemên şer û trajedîya wê rast tên. Şerê navbera Iraq û Îranê, şer û
şoreşên ji bo desthilatdarîya rêveberîya dewletê, şerê dewletê bi hêzên kurdan
re, şerê ji bo berjewendîyên dewletê bi Kuweytê re, şerê birakujîyê yê di
navbera hêzên kurdan de qewimîn û tesîra wan a li ser civakê, mijara sereke ya
romanê ye.
Evîn:
Mijara
evînên di romanê de li ser têkçûyîn û trajedîyan ava dibe. Di romanê de
têkîlîyeke di navbera jin û mêran de ku bibe mînaka bextewerîyê tune ye. Evîna
Celadet ya li hemberî Daliya Siracedîn evîneke bêhêvî ye. Evîna di navbera
Daliya û Basim Cezaîrî û evîna di navbera Mistefayê Şewnem û Leyla Nîlofer ji
sedemên nirxên civakî bi trajedîyan encam dide. Hevjîna Elî Şerefyar bi rêya
dadgehê telaqname jê re şandîye. Jina Îshaqê Lêvzêrîn bi efserekî îxanetê lê
dike. Dildara Mihemedê Firdosî dil dikeve yekî din û pê re direve. Mêrên ku
Şanaz Selîm dil berdide wan an dimirin an jî tên kuştin.
Tenêtî:
Tenêtî mijareke din ya vê romanê ye. Lehengên romanê di civaka xwe de, di nav
malbata xwe de her bi tenê ne. Hemî leheng bi tenê ne lê ew lehengên bi tenê bi
hev re di nav têkilîyeke ne domdar de ne. Xwîner di romanê de li lehengekî bi
kes û nasên xwe re di nav têkilîyeke civakî de dûr ji tenêtîyê nabîne.
Mistefayê Şewnem li ser tenêtîyê ji Celadet re wiha dibêje; “Ez gelek bîr bi
tenêtîyê dikim, gelek caran jî bîr bi Xwedê dikim... mirov heta ku nezane çima
bi tenê ye, nizane çima dijî.” (r.459)
Huner
û Tesîra wê: Huner, li hemberî şer û tevgerên kirêt
weke rêyeke sereke û amûreke bihêz tê teswîrkirin. Tiştê ku dinyayê pak bike,
şeran rawestîne, edaletê pêk bîne, hêvîyê ji bo mirov biafirîne hunera bedew e.
Rewşa
Civakê: Şer li her derê ji bo civakê dibe sedemê
nexweşîyan. Hemî lehengên romanê ji ber rewşa şer xwedîyê travmayan in.
Serborîya Celadet a nêzî sîh salan di nav şer de derbas bûye. Roman seranser
tijî ye ji teswîrên şer û tesîra wê ya li ser rewşa civakê; “Wan çend hefteyan hejarîyeke mezin rû li
welat kir, dorpêçeke demdirêj a aborî dest pê kir. Lewra piranîya dermanxaneyên
bajarên mezin bê derman û kelûpelên hewce man... Mirov ji giyayê bizin û ker û
hêstiran xwarin ji xwe re çêdikirin... Nirxên goran wê demê ji nirxê avahîyan
girantir bû.” (r.313)
Edalet:
Bêguman welatekî şer lê hebe ne mimkun e ku li wî welatî mirov behsa edaletê
bike. Yasa û qanûnên hene jî nema tê bikaranîn. Her komeke sîyasî ji bo ku
desthilatdarîyê bixin destên xwe hemî amûrên zextî û pişaftinê bi kar tînin. Di
romanê de li ser mijarên “sûc û cezayê”, edalet û tolhidanê gelek teswîrên
balkêş hene.
(...) Mezintirîn êş û azareke ku mirov tam bike,
poşmanîya rastîn e...” (r.224)
Li ser tolhildanê Dr Mûsayê Babek rêya hunermendîyê
pêşkêş dike. (...) tola herî mezin ji neheqîyên dinyayê ew e ku mirov
helbestvan be, mosîqayeke bedew bijene, tabloyekê çêke... ji wê zêdetir ti
dadperwerîyek tune ye.” (r.226)
Hûnera
Teswîrê di Romanê de
Nivîskar hunera teswîrê bi gelek awayan bi kar tîne.
teswîrên şexsan, mekanan, rewşa civakî, derûnî, hunerî, felsefî ûhw din.
1.
Teswîrên Kesan:
Di romanê de karakter ji alîyên fizîkî, tevgerî û
derûnî ve hatine teswîrkirin.
1.1
Ji alîyê fizîkî ve mînakên teswîrên kesan di romanê de;
Teswîra Şaroxê Şarox û cil û bergên spî: “Kurekî
ciwan bû, ser û binê kincên wî spî bûn, tîşortekî spî wekî wan tîşortên ku
lîstikvanên golfê li xwe kiribûn û şalekî spî, coteke pêlavên spî jî li pê
kiribûn ku dibiriqîn.”(r.9) “Kurekî ciwan bû, çar xalên piçûk ên sor wek çar
dilopên xwînê ku kevn û kal bibin, li ser tenişteke stuwê wî bûn. Kurekî çavşîn
ê ciwan bû...”(r.10)
Teswîra Dr Mûsayê Babek: “Roja pişt re pîremêrekî
keçel ê hûrik hate cem min û ew porê wî yê kêmmayî jî digel birû û bijankên wî
hemû spî bûbûn û kirasekî qirêj di ber debû, êlekekî kevn ê pişkokdar û çakêtek
ji wan çakêtên ku tu nikarî bizanî yê çi serdemekê ye.” (r.89)
Teswîra Şajina Tozê(Om Fezl): “... jineke zexim a
ereb bû, esmereke stûr bû û bi du guharên hesin ên mezin ve, bi xizêmeke reş û
bi rêzek xalên kesk, ku wiha dixuya ji aliyê çepê yê enîya wê heta ser gûzenka
pêyê wê dirêj dibe, bi cotek memikên rengê du poldaqên(nepox) tijî hewa didan,
digotinê şajina tozê...” (r.185)
Teswîra bedewîya Daliya Siracedîn ji çavê Celadet û
hunera mubalaxayê: “...xanimek bû ji wan xanimên ku divê tu henaseyeke kûr ji
bo wan hilkêşî, ji wan bedewîyên seyr û sêhrawî ku tu digel wê jî razêyî, hêşta
jî hest nakî ku te karîye wan bigirî û bigihîjî wan. Bedewîyeke ku hertim asê û
sêhrawî dimîne, bedewîyeke ku cara dawî dikare hindek kesan heta mirinê jî ber
bi alîyê xwe ve rakêşe...” (r.85)
Teswîra Celadetê Kotir û hunera teşbîhê: “Yekem car
rengûrûyê wî yê spî bala min rakêşa alîyê xwe, gelek spî bû, rengê balindeya bi
navê newres(martı) a spî û pak dida... Ew rêdînên wî yên dirêj û xeyalî ez
sekinandim û pir bûn ji nîşaneyên hesret û dudilîyê. Ew çavên wî yên geş ku min
wiha hest dikir dagirtîne ji stêrkan... sêhra awirên wî xwezayeke arîstokratî
dabûyê...” (r.366)
1.2
Ji alîyê tevgerî ve mînakên teswîrên kesan di romanê de;
Teswîra tevger û nêzîkaya li nexweşan a Dr Musaye
Babek: “Li min bibore, ez kok û binetara
jîyana hezkirîyên xwe hilnakolim, erk û wezîfeya min e ku te derman bikim...
naxwazim bizanim nexweşên min kesên çawan in... ez li şeytan û firişteyên
hundirê mirovan nanihêrim, ez li êş û azar û birînên wan dinihêrim...” “Pîrekî
rûxweş bû, hertim kêmekê çavê xwe dimiqand û piştre dest bi axaftinê dikir,
tenê ew pirsyar dibersivandin ku têkilîya wwan bi birînan û alîyê tenduristîyê
ve heye...” (r.91)
Teswîra tevgerî ya Basim Cezaîri: “...kurê malbateke
dewlemend e, di taxa herî giranbiha ya bajar de dijî, trombêla herî giran a wê
serdemê diajo, lîstikvanekî naskirî yê bîlardoyê ye, şarezayekî bênimûne yê
edebîyata ingilîzî ya kevn e û evîndarekî bêhempa yê Christopher Marlowe ye.”
(r.111)
1.3
Ji alîyê derûnî ve mînakên teswîrên kesan di romanê de;
Teswîra têkşikestina derûnî ya Îshaqê Lêvzêrîn û
girêdana wê bi têkilîyên malbatî: “Heyameke dirêj bûbû bazirganekî parçefiroş,
bûbû celebçî û piştre jî bûbû peymankarê çêkirina avahîyan. Wî serwet û
heyîyeke zêde kom kiribû û hindî serweta wî zêdetir bûya, nexweştir û
neasûdetir dibû. Digel her gezeke qumaş ku firotibû, digel her ajalekî ku ji
sînor derbas kiribû, digel her kevirekî ku xistibû ser hev, hest kiribû ku
derewan li gel xwe dike, lê her tim çavnihêrê vê yekê bû ku keça wî mezin be û
bikare bi xwe bijî. Hemû êş û zehmet û qurbanîyên wî bo vê yekê bûn ku cara
dawî keça wî mezin be û wê bike mosîqar. Dema ku hêdî hêdî jê re derket ku keça
wî ji hezjêkerên mosîqayê nîne, jîyana wî bû cehennem.” “Hovek ku bi salan bû
mosîqa di hundirê wî de vemirandibû û di cihê Îshaqê Lêvzêrîn de mêrekî din ji
wî çêkiribû ku di nav dinyaya xelkê bazarî û bazirgan de niqûm bibû. Dema ku
rojekê zanî hevjîna wî îxanetê lê dike, ji bedêla ku wek mêrên din bi kêr û
çekê berde canê hevjîna xwe, dest da bilûra xwe.”(r.37)
Teswîra kirêtî û bêdengîya Şajina Tozê ji çavên
Celadet; “Ew jineke bêdeng û pir nihênî dixuya, lê tûreyî û kîneke zêde li
hember hemû gerdûnê di çavên wê de bûn, jineke bedew nebû, lê wê kirêtîyeke
bitilisim hebû... Kirêtiya wê wiha nebû ku şeytan ew kirêtî dabê, belkû awayek
ji kirêtîyê bû ku Xwedê bi hûrî kar li ser kiribû... Wê rojê şepirzetir û
seyirtir hate ber çavê min...” (r.186)
2.
Teswîrên Cîh û Mekanan:
Her çiqasî welatê ku roman tê de derbas dibe Iraqê û
Başûrê Kurdistanê be jî, di romanê de navên rast ên bajar, bajarok, gund, çîya
û hwd zêde derbas nabin. Lê li dijî vê yekê navên bajar û cihên biyanî yên
rasteqîn di romanê de derbas dibin, weke mînak; Balefirgeha Schipholê ya li
nêzî bajarê Amsterdamê, bajarê Şamê. Ne bi navên rasteqîn bin jî di romanê de
teswîrên cîh û mekanan gelekî bi hûrgilî cî digirin. Mirov dikare van mekanan
bike du beş; yek jê mekanên rastîn ya din jî mekanên xeyalî.
2.1.
Mînakên teswîra mekanên rasteqîn:
Koşka
Îshaqê Lêvzêrîn: Maleke mezin e, di nav dar û beran de
di nav xwezayê de ye. Bi rengê spî hatîye boyaxkirin. Zêde kelûpel û alav tê de
tuneye lê têra du salan qût tê de heye. Hemû taybetîyên vê malê li gora Mamoste
Îshaqê Lêvzêrîn û her du şagirtên wî ne ku li vir bêyî ku hewcedarî bi tiştekî
din bibînin, tenê li ser mosîqayê perwerde bibin “... avahîyek li nav kolanekê û serûbinê wê
sîya darê, spî wek kevirê li ser stêrkeke dûr. Malek li nav baxekî berfireh û
bêdengîyeke sêhrawî û tijî ji bêhna xwezayeke hovane, pir bi heybet û meznahîya
hindek darên pîr... Ew mal avahîyeke mezin û nû bû û hemû odeyên wê bi rengê
spî hatibûn boyaxkirin, kêm kelûpel tê de hebûn, lê pencere û agirdanên wê jî
mezin bûn, pişka xwarinê ya mayîna çend salan tê de ragirtibûn, derîyekî piçûk
ê spî jî li alîyê piştê hebû ku ji wir re diçû nav baxekî mezin.”(r.28)
Porteqala
Spî:
Ev maleke kêfê ye di nav bajarekî ku navê wî tune ye. Her çiqasî navê bajar
nehatibe bilêvkirin jî, ji hejmara odeyên vê malê heta pencere û derîyên wê, ji
maseyan heta kursîyên wê, ji textexewên wê heta rengê çarşefên wê, ji amûrên
ronîkirinê heta yên deng her tişt bi hûrgilî di sê-çar rûpelan de li pey hev
hatîye teswîrkirin. Mîna ku vebêjer wê gavê li wir be, her tiştî yek bi yek not
bike, hemû detayên biçûk teswîr dike. “Maleke du qat bû, helbet ji xeynî
jêrzemîna wê ya mezin û gencîneyeke mezin ku dikete piştê, şanoxaneyeke mezin
jî li rex malê bû. Holeke mezin bû tijî bû ji mase û kursîyan, ji bufeyeke
mezin û sêleke bazineyî li naverastê û rûniştekeke kevaneyî ku ji alîyê rastê
yê derî ve dest pê dikir û heta alîyê din bo alîyê pêşkêşkirina şerab û
vexwarinê dirêj dibû... Ew besta kevaneyî cihê mosîqaran û cihê bilindgo,
amplîfîkator û dezgehên din ên rêkxistina deng bû... zêdetir ji deh çirayên
mezin li ban bûn...” (r.150)
Bajarê
Sozanîyan(Bajarê Ax û Tozê): Navê bajêr tuneye, lê vebêjer navan lê dike ku
ji van navan jî dîyar e ku bajarekî di nav çolê de ye ku gelek caran reşebayên
ax û tozê lê radibe. Bajarekî li başûrê Iraqê dikeve. Li vî bajarî kesek bi
kurdî naaxife. Ew keçên ku ji bajarên din tên li vî bajarê bênav tên dibin
sozanî. “Ez navê wî dadinim bajarê rêwîyên xemgîn, bajarê ax û toza hertimî,
bajarê wan werdekên ku hezkirineke zêde ya revîna ji kofîyên başûr... Bajarê
wan zerîyên bedew ku ji hemû alîyekî vî welatî ve dihatin û li vî bajarî odeyek
dirust dikirin, bajarê wan keçên ku ji sînorekî nedîyar di navbera çolistan
kofî û rûbaran de cîhekî seyr ji xwe re çêkiribûn, bajarekî ku ne li ser
xerîteyê ne li tomara dewletê û ne jî li erdnîgarîya îdarîya wî welatî hebû...
bajarek bû ku ji têkşikestina bajarên din û ji paşmayîya jîyana li cîhên din
dirust bûbû.” (r.93) Bajarekî bênav e, kesek xwe ji vir nahesibîne ku hemû
niştecihên vî bajarî xwe weke rêwî dihesibînin. Bajarekî di rengê kavilekî de
ye, bê sûk, bê zarok, bê mizgeft, û bê nexweşxane ye ku rengê bajarekî rastîn
nade. Ev bajar ji alîyekî ve dişibe parçayekî bajarên din ên cîhanê. Dr Mûsayê
Babek vî bajarî bi awayekî rexne dike, weke serabekê bi nav dike ku keç û mêrên
bêpeşeroj ji bo kurtedemekê tê de hev himbêz dikin. “ ...êdî ev der welatê
xeyalan e, li nav hezaran bajarên pir minare, li vê çolistanê mêrgek heye, ew
keç rû dikin wir ku li çi cîhekî dinayê cih bo wan keçan tune ye û ew mêr rû
dikin wir ku li çi cihekî ew nayêne himbêzkirin, lewre têne vir û li vir ji wan
bi pere dikirin, lê ger tu rastîyê bixwazî, ew der çi tiştek nîne ji xeynî
serabeke zer ku mexlûqatên bêpeşeroj tê de winda bûne.” (r.95)
2.2.
Mînakên teswîra mekanên xeyalî:
Jêrzemîna
Mistefayê Şewnem: Jêrzemîna Mistefayê Şewnem di destpêkê
de wekî cîhekî rastîn e. Lê ku teswîra vê jêrzemînê tê kirin, mirov pê bawer
nabe bê cîhekî xeyalî ye yan rastî. Jêrzemîneke ji gelek odeyên ku bi korîdorên
dirêj bi hev ve girêdayî ye. Hundirê van ode û korîdoran bi tablo û heykelên ku
ji ber wêrankirinê hatine xelaskirin tijî ye. Dûrî bajêr li nêzî gundekî ku
kavil bûye hatîye avakirin. Ev korîdorên dirêj digihêje cîhekî din ku weke
Okyanosa Hawarê tê binavkirin. “Celadetê Kotir! Ez û tu divê îşev dest bi
rêwîtîyeke dûr û dirêj bikin, ji wê jêrzemînê ve ber bi tuneleke bêdawî,
tunelek ku çi serekî wê xwîya nake, di hemû Rojhilata Navîn re derbas dibe...”
(r.532) “... digel derbasbûna serdeman ew tunelên dûr û cuda hemû digihîjin hev
beşek ji wan tunelan rastî ne û mirov tenê bi alîkarîya fantazyayê dikare wan
pêkve girê bide.”(r.534) Tenê kesên Zêrevanên Bedewîyê ne dikarin di wan
tunelan re derbas bibin.
Bajarê
Mosîqarên Spî: Ew bajar e ku navê xwe daye romanê, ji
destpêka romanê heta dawîya wê bi xwîner re dibe meraq... Cara ewil Celadet vî
bajarî piştî wê qezaya trafîkê ku di zaroktîya wî de qewimîye di dema bêhişîya
xwe de dibîne. Dema ku Şaroxê Şarox di şeveke li bajarê Sozanîyan li Celadet
rast tê, jê re behsa Bajarê Mosîqarên Spî dike. “... bajarek ku li ser
xerîteyan nîne, tê digihîjî? Ne Xwedê hay lê ye û ne jî şeytan û ne jî zindî û
mirîyan, bajarekî dûr e ku ji derveyî desthilata sîyaset û şer û dîktatoran
e...” (r.289) Gelek tabloyên vî bajarê xeyalî hatine çêkirin ku her yek ji ya
din cuda ye. “... Bajarê Mosîqarên Spî beşeke taybet a hemû bajar û cihên
dinyayê ye, wek bajarê sozanîyên xemgîn ku ew jî alîyekî din ê hemû bajaran
bû.” (r.623) Weke bajarekî utopîk e, digel jidayîkbûna mirov heye, her ku ji
bedewîyên xwe dûr bikeve ewqas ji vî bajarî dûr dikeve. “Bajarê Mosîqarên Spî
bajarekî wek xewnê bû, tijî bû bi kolan û şeqamên ronî ku ti carî roj li wir
ava nedibû, tijî bû bi kolanên teng ku şevên wan jî bi dawî nedibûn, tijî bû bi
darên ku li ser koka payîzeke hertimî wêdetir nediçû...” (r.634) Navên seyr yên
kolan û şeqamên vî bajarî hebûn. “Tîtirwaska Şefeqan, Caza Zîvîn, Pîyanoya
Bayî... Bilûra Spî.” (r.636) “Mirov li vir azad e ku çawa bangî daran bike, bi
çi zimanekî biaxife. Azad e ku çi navekî ji xwe û her tiştî re hilbijêre.”
(r.635) Îshaqê Lêvzêrîn ji Celadetê Kotir re, li ser Bajarê Mosîqarên Spî û
têkilîya vî bajarî ya bi mirovan re bi teswîreke felsefî wiha tîne ziman.
“Mirov bixwe demkî ye lê bedewî hertimî ye, hertimîbûn û ebedîyet bajarekî
mezin e û yer yek ji me em kolanek in ji kolanên vî bajarî. Yê ku li vî bajarî
dijî, mirov bixwe nîne, belkû cewherê hebûna wî ye, bedewîya wî ye, heqîqetên
kûr û bêhempa yên wî ne ku li vir li ser şeqaman pîyaseyê dikin.” (r.680)
3.
Teswîrên Derûnî:
Romana Bajarê Mosîqarên Spî ji alîyekî ve wekî
romaneke derûnî dikare bê binavkirin. Nivîskar bi hostayî hestên lehengên xwe
teswîr dike. Ji ber ku gelemperîya lehengên romanê kesên ku di ezmûna jîyanê de
têkşekstî ne rewşa wan a derûnî tesîrê li ser tevger û hestên wan dike. Her yek
ji lehengan xwedîyê hîkayeteke tahl a serbixwe ne ku ne bi dilên xwe ev hikayet
hilbijartine. Şerên ku tên kirin û pergalên ji alîyê rejîmên tund, dewletên
emperyal, dîndarên radîkal, tucarên xwînmij, berjewendîyên partî û grûpan
hêvîya jîyanê li mirovan dişikîne, mirovan ji bedewî û hezkirinê dûr dixe.
Teswîra
konsantrasyona rih: Dema ku Celadet û Serheng li gel
mamosteyê xwe Îshaqê Lêvzêrîn li wateya mosîqayê digerîyan hem bi awayê laşî û
hem jî derûnî pir diwestîyan. “ Laşê wan şêweyê wê diguherî û zêdetir nazik û
hişyar dibûn, dikarîbûn bi awayekî cuda hest bi her cure dilopeke baranê bikin,
dikarin hest bi dengê her nermebayekî bikin ku her tim di cîhekî nedîyar û kûr
ê laşê wan de deng vedida û piştî heyamekê li ber baranê disekinîn û hest bi
sir û sermayê nedikirin, belku hemû hesta wan li ba dengan bû...” (r.33)
Teswîrek
li ser yekbûna laş û rih: Guhdarîkirina yekem awaza sêhrawî
ya Îshaqê Lêvzêrîn, Serheng Qasim lawaz dike. Ev rewş weke yekbûna laş û rih tê
teswîrkirin. “Piştî yekem awaza Îshaqê tayeke germ hatê, bi dirêjahîya wê şevê
axaftinên xeyalî di ber xewê de dikir... Mosîqa bi ser cihên kûr ên rihên mirov
e, kêşeya mezin a laşê me ew e ku ji wan cihên tarî û kûr ti tiştek
nebihîstîye, laşê me fêr nebûye ku guhdarîya rihê me bike... mosîqa rihê me
tîne axaftinê... Rih lal e tiştekî bêziman e... odeyek e ku mirovan tijî kirîye
ji hawaran û piştre jî daxistîye... carina dengek ji dûr ve tê û hemû wan
tiştên razayî şiyar dike, reşebayek tê û hemû ew tiştên ku toza bêdengî û
fetisîn û jibîrkirinê li ser rûniştÎye paqij dike...” (r.42)
Teswîreke
psîkososyal; Şer û Seks: Li ser avabûna bajarê Sozanîyan
şîroveya Dr Mûsayê Babek bingeha derûnîya civakê û encamên wê teswîr dike. “...
ev der berê bajar nebû, cihekî piçûk bû... şer hemû ew bajar çêkirin, ew
leşkerên ku ji enîyên şer dihatin, ew tîp û gurdan û hêzên ku bo mirinê êrîşî
ser malan dikirin, wan navê wî bajarî zêde kirin. Mirov berî ku bimire, hez
dike ku ligel komeke jinan razê... hemû mêrek wiha ye... Ew leşker û efserana
ti hêvîya wan ji jîyanê nebû, dizanîn ku dê bimirin, dihatin û cara dawî li wir
dixwestin demeke xweş derbas bikin, dema ku şer dom kir û germ bû û bi dehan
bajar kavil bûn û herêmên mezin mezin hatin valakirin ji mirovan wiha lê hat ku
ba bêhna laşê leşkeran ji bereyên şer ve li hemû cihekî niştiman belav bike û
bi sedan hezar jinebî di şevên tarî û dirêj de bi tenê man... êdî ew bajar mezin
bû û hemû rojekê kolanek zêde dibû...” (r.105)
Teswîrek
derûnî li ser evîna Celadet a ji bo Daliya; “Min ji wê demê
bi şûn de dizanî ku ew hezkirin şûrek e di dilê min de, lê min dizanî jî ez
bêyî wî şûrî nikarim li ser erdê herim, min dizanî ku ez her çi bikim bo wê
keçê ez wek hezkirîyekî qebûl nînim. Niha jî her dibêjim, ger mirov yekemîn
hezkirîya xwe dorand, êdî heta mirinê jîndarekî dorandî ye... ti kes nîne li
ser wê gerestêrkê, du caran bi heman şêtî, bi heman soz, heman pîleya sotin û
dînbûnê evîndar be...” (r.182)
Teswîra
posttrawmayên efserekî, Samîrê Babîlî û zimanên jêkirî;
Samîrê Babîlî di perwerdehîya leşkerî de dest bi kuştin û îşkencekirina mirovan
dike. Wê demê dest bi birîna zimanên mirovan dike û wan di şûşeyên taybet de
hildigire. Mîna ku bi xwedîyê wan zimanan re biaxife, ji xwe re dike mîna
lîstikekê, tinazê xwe bi wan dike. Piştî demekê ev ziman û kulox têne xewna wî
û êdî hinek caran hişyar be jî wan dibîne. Ji ber wan kabûsan dikeve
nexweşxaneya derûnî, salekê nikare li kolejê xwendina xwe bidomîne. Piştî ku
wan zimanan dixe nav gorên wan, tarmayîyên wan zimanan dev jê berdidin. “... berî bidawîanîna sala sêyem, min zimanê
bîst û yek kurdî hebû bi navên wan... şevekê kuloxek hate xewna min... gote
min; Ger dikarî, zimanê min derxe û ji xwe re bibe... Şevekê min li ser
şeqamekê pîyase dikir... min bîst û yek zimanên bixwîn dîtin ku xwe li derdora
min hildavêtin... ketin pey min, leq li min dan, dikirin qîjeqîj di nav guhên
min de... lê ew berdewam li pey min bûn, ez azar didam û digirîyan û pê
dikenîyan, stran digotin, fîtik lê didan... Hemû jî bi kurdî bû, zimanekî ez jê
tê nedigihîştim...” (r204)
Teswîrek
li ser halûsînasyonên bihîstinî û yên dîtinî yên Celadet;
Piştî ku Celadet û Samîr ji bajarê Sozanîyan vedigerin Kurdistanê demekê li
kampa penaberan a Neteweyên Yekbûyî dimînin. Celadet di wê rewşê de bîr li
tenêtîya xwe dûrketina ji hezkirîyên xwe dike ku dengên mamoste û hevalên wî
tên ber guhê wî. Ji Samîrê Babîlî pirs dike bê gelo heman deng tê guhê wî jî,
lê tenê ew wan dengan dihîze. Piştî ku ji kampê dertên dikevin wê otela kavil,
tarmayîyê Daliyayê dibîne. Elî Şerefyar vê yekê bi teswîrên derûnî vedibêje.
“Ew di tarîtîyê de hawarekê dibihîze, ku wiha xwîya dike hawareke nihênî be
tenê ew bibihîze... Wê şevê xwezaya wî diguhere, ji xîveta xwe derdikeve û di
nav tarîtîyê de diçe... Celadet xatircem e ku kesek di nav tarîtîyê de gelek
dûr de bangî wî dike... carina wek dengê Serheng Qasim dibihîze, carina jî wek
dengê Îshaqê Lêvzêrîn. Carina guhê xwe ji ser dadigire û xatircem e ku ew deng
ê Daliya Siracedînê ye... hinek şevan jî wekî dengê pîremêrekî wek Mûsayê Babek
xuya dike...” (r.385) Bi vebêjerîya Celadet dîtina tarmayîyê Daliyayê wiha tê
teswîrkirin; “Daliya ti carî ji bîra min neçûbû, min hertim bîr bi şevên
geryana li dora kampa ewareyan dikir. Lê ti carî min ew wiha ji nêz ve
nedîtibû, wê rojê min hest dikir ku li pêş min diçe, pişta wê li min bû, ez li
cihê xwe sekinîm... wek her mêrekî tirsonek ku di tarîyê de dêwekî dibîne û
disekine, ez jî rast wiha sekinîm... ew li pêş min diçû û di nav avahîyê de
winda bû, piştî bîstekê min guh lê bû ku bangî min dike...” (r.390) “Wê demê
min bi tevahî hikmeta windabûn û derketina wan nedizanî, lê hindek şevan ku ew
hawara nenaskirî ji kûrahîya tarîtîyê serê xwe derdixist û ew banga seyr a li
aliyê din ê zilmatê ez bang dikirim, carinan ez wek şêtan diketim nav kolanan û
wek şêtan ji wê hotala şewitî derdiketim û li ber derîyê hotelê min diqîjand:
Kî ye ku bangî min dike? Lê ti kesî bersiva min nedida.” (r.405)
Teswîra
giryana zarokane ya Celadet: Hevdîtina Celadet û Dr Mûsayê
Babek a piştî dûrbûneke dirêj, Celadet pir hestîyar dike û dike ku Celadet mîna
zarokan bigirî. Bi vegotina Celadet, Dr Mûsayê Babek mîna bavekî hatîye
teswîrkirin; “Dr Babek wek hertim himbêza xwe ya wek bavekî ji min re vekir û
got: Celadetê Kotir! Ez kêfxweş im ku tu silamet î. Min jî bi girî got: Na Dr
Babek ez ne silamet im, ez kesê herî bêkes di dinyayê de me, jîyana min ji ya
se xirabtir e. Dr Babek dizanî bêkesî û bêbavî û jîyana zehmet wiha li min dike
ku ez li pêşberî wî wek zarokekî bim, ez heta bîsteke dirêj aram nedibûm.
Kêmekê hawîş dibûm û piştre gava min dixwest biaxifim, ji nişkê ve kelogirî
dibûm, di rastîyê de min nedizanî çima ez wiha lê hatime, lê wê êvarîya ku ez
çûme mala Serheng Qasim, min ew êşa di hundirê xwe de peyda kir. Êşa giryana
bêdawî, giryana wek zarokan...” (r.543)
Teswîra
trawmaya Daliyayê li bajarê wê: Daliya Siracedîn ku
ji ber evîna bi xortekî ereb re, ji alîyê malbata xwe ve bi nîyeta kuştinê tê
avêtin binê bîrekê, piştî ewqas salên bi zor û zehmet ji bo lêgerîna Celadetê
Kotir vedigere bajarê xwe. Bi hatina bajêr re tirsa wê ya ji wan rojên berê li
wê vedigere. Her çiqasî zanibe ku birayekî wê mirîye û yê din jî seqet be,
nikare bikeve ber vê tirsê. “... dema ku Daliya digihêje wî bajarê xwe yê kevn,
bajarê dildarîyên kevn û bajarê evîndarîyên zarokatîyê, hêşta ew tirs di canê
wê de ye ku çendîn salî berî niha birayên wê bi serederîyên tund digel wê de
şîn kiribûn, herçend wê dizanî birayekî wê mirîye û birayê wê yê din nivîşkan
(seqet) e, lê ji hemû tiştekî vî bajarî ditirsîya. Ji şeqaman û ji kolanên teng
û ji darên nîvrihî yên li ser rêyan, ji dîwarên bilind ên xwendingehan, ji
hebûna çekan li ser dîwaran û hilma baranê di hewayê de û bêhna ter a kotiran
li ser daran...” (r.660)
4.
Teswîrên Civakî: Bextîyar Elî di romana Bajarê
Mosîqarên Spî de dîmenê civaka di serdemeke di nav şer û alozîyan de bi her
awayî raxistîye ber çavan. Ji çavên lehengan rewşa civakê ya wê serdemê bi
teswîrên civakî tespît dike û nirxandinê ji xwîner re dihêle.
Piştî
şer li Kurdistanê rewşa civakê: Piştî ku Celadet dibe
Celadetê Qeqnes û di navbera Bajarê Mosîqarên Spî û dinyayê de peyamberîyê
dike, li Kurdistanê dest bi geryanê dike. Her çiqasî ku sal û zeman bi ser şerê
wêranker re derbas bûbin jî, birînên giran di civakê de hiştine, êş û kula dilê
mirovan her didome. Bi vegotina Elî Şerefyar rewşa civakê ya bi derd û kulên
salan bi zimanekî hestîyarî hatîye teswîrkirin.
“Wan geryanên berdewam di navbera du dinyayan de bi
awayekî kujek ew xembar dikirin. Rêwîtîyên wî di nav êş û azarên mirov re bû.
Wî di geryanên xwe de bi hezaran malbat dîtin ku bêhna trajedîyan ji wan bilind
dibû, trajedîyên ku sal û demsal û rojgaran nas nakin. Wî ew mirov dîtin ku ji
çavên wan dûkela şerekî derdiket ku bi dirêjahîya rojên temenê mirovan berdewam
e. Wî ew keçik dîtin ku di şevên tarî de, mirov dikare dilê wan ji dûr ve
bibîne ku dişewitin. Ew di nav deryaya dilşikestîyan re derbas bû, wî deryaya
wan xanimên bêkes dît ku êvarîyan çavnihêrîya tiştekî dikirin ku ti demekê rû
nade. Ew çû nav gundên wiha ku tenê zarokên şewitî tê de dijîyan, çû bajarê ku
jinên bi tena serê xwe ji kun û tîşa derîyan re çavnihêrîya nameyekê dikirin ku
ji ebedîyetê ve bo wan bê...” (r.681)
Karmendê
payebilin a wezareta xwendina bilind: Celadetê Kotir behsa
hîkayeta Daliya Siracedîn dike ku ji bo hezkiryê xwe Basimê Cezaîrî ji
girtîgehê azad bike, bi karmendekî payebilind ê wezareta xwendina bilind re
radizê. Lê ew kes yekî derewker bûye û Daliya Siracedîn xapandîye. Ew kesên
rêveber ên di nav vê pergalê de karmend in, pesnê xwe bi hejmara jinên ku bi
wan re razanin dikin. Bextîyar Elî rexneya wezareta xwendina bilind a
dîktatorîya partîya Bees bi vê hîkayetê li ber çavên xwîneran radixîne.
“Daliya Siracedîn digirîya û behsa kesekî dikir ku
ew xapandîye. Mêrekî bêrehm hemû tiştek digel wê kirîye, hefteyekê di
girantirîn hotela paytextê de digel wê jîyaye, derew lê kirîye. Wê hîkayetê
pêwendîya xwe bi yek ji xewnên kevn ên Daliya Siracedînê ve hebû ku bikare
hezkirîyekî xwe ji girtîgehê azad bike û piştre jî sala dawî a koleja edebîyata
ingilîzî bi dawî bîne. (...) Kesekî dev û çav qirmiçî, giregir û bejinbilind ku
tenê hêvîya wî ew edigel zêdetirîn hejmara keçên bedew ên dinyayê razê.”
(r.109)
Mêvanên bajarê sozanîyan: Bajarê
sozanîyan bajarekî di nava çolê de hatiye avakirin ku tije bû ji malên kêfê. Du
cûre mêvanên vir hene ku mêvanên herî bi pere û daîmî ji kesên sîyasetmedar,
berpirsên partîyan, serkirdeyên artêşê û dewlemendên herî navdar pêk dihatin.
Bextîyar Elî bi vê teswîra civakî, balê dibe ser xemsarîya kesên rêveber û
dewlemend ku dema li çar hawîrdorê welêt şer, mirin, koçberî û birçîbûn hebû,
sîyasetmedar, serleşker û dewlemendên navdar li bajarê sozanîyan çawa li pey
kêf û sefaya xwe tev digerin.
“ (...) Divê ez bibêjim ku mêhvanên bajarê sozanî du
deste bûn, desteya herî mezin ew rêwîyên neşareza û kêmpere bûn ku bo çend
demjimêran berê xwe didane wir û êvarîyekê yan jî şevekê li wir diman û tiştekî
wiha li ser cih û şano û malan nedizanîn, (...) Lê desteya duyem ew mêhvan bûn
ku dîrokeke dirêj digel wî bajarî hebûn, hindek ji wan bîst û pênc sal bûn ku
mêhvanên berdewam bûn, hemû cih nas dikirin, hemû mal ceribandibûn, mirovên
şareza û xwedîpere bûn ku ji bajarên dûr dihatin. Digel mêhvanên bîyanî
dihatinbi pereyekî zêde yê neftê ji welatên kendavê ve rû li wî bajarê zer
dikirin. Berpirsên herî mezin ên hizbî bûn, serkirdeyên artêşê bûn, dewlemendên
herî navdar ên bakur û başûr bûn ku bi sedema şer nedikarîn seferê bikin û
dihatin û heyîya xwe li wir sar dikirin. Ew mamostayên keyfê bûni, şevê bi
pereyekî zêde dihatin û heta dereng şerab û mey vedixwarin, derengîya şevê her
yek ji wan keçên herî bedew ên wî bajarî hildigirtin û heta sibezûyê digel wan
radizan.” (r.153)
Xewna
qurbanîyên şer: Li bajarê ax û tozê, Celadet tarmayî
didîtin ku ev tarmayîyên mexdûrên şer bûn. Nivîskar ji çavên Celadet dîmenên
qurbanîyan bi awayekî surrealîst teswîr dike; mirina mexdûrên şer weke
tabloyeke surrealîst hatîye teswîrkirin.
(...) li
Xweda dinihêrîn û dimirin, lê hemû rih mosîqayeke sêhrawî û xembar ji wan radibû. Hindek ji wan wek
digel asîman şer bikin, lîm hildigirtin û digirtine asîman, ew lîmê ku dibû
tozeke zêrîn û bêçîne, “ba”yê bi ser erdê de belav dikir,(...) Di nav
tarmayîyan de bi hezaran zarok hebûn, hindek ji zarokan digel semakirinê
dimirin(...) Hindek ji mirîyan bikom destê hevdu digirtin û stran digotin da ku
zêdetir tev li erdê bibin û zêdetir dengê xwe bilind dikirin. (...) Hindek ji
wan kotirên spî hebûn, wek bixwazin aşitiyeke ebedî digel mirinê pêk
bînin(...)(r.247)
Xwaringehên
Kurdistanê: Hinek mekan hene ku taybetmendîyên wî welatî û
tevgerên gelê wî welatî dide dest mirov. Xwaringeh jî yek ji wan mekanên ku ji
bo her gelekî xwedîyê taybetmendîyekê ne. Welatê ku huner û karên hunerî lê kêm
be helbet mekanên herî berbiçav dibin cihên mîna xwaringehan ku ew jî nebên dê
gel hev bikujin.
(...) eva
bajarê min û te ye. Ji xwaringehan zêdetir ti tiştekî din tê de tune ye. Bi
aramî serê xwe nêzî guhê min kir û got: “Ger xelkê vî bajarî vî nanî nexwin, ne
ti kes ji wan kar dike û ne jî ti kes ji wan sîyasetê dimeşîne, ne jî ti
tiştekî din.”
Piştî bêdengîyeke kurt got: “Reng e tenê hevdu
bikujin.”
Xwe rast kir û bi pêkenîneke mezin got: “Ew
xwaringeh stûna rehetîya wî bajarî ne. Mirov di welatên din de bixwaze demekê
bi rehetî bijî ber bi alîyê behrê ve diçe, beşdarî konsertekê dibe, serdana
muzexaneyekê dike, yan diçe dîtina şanoyekê yan jî serdana welatekî din. Li vir
ti tiştek viha tune ye ji xeynî wan xwaringehan. Mezintirîn bextewerîya wan
mirovan eva ye ku nîvro tên û nan dixwin... ger ew xwaringeh nebe, mirov bêmejî
dibin (...) (r.515)
5.
Teswîrên Dijmêtîngerî û dijmilîtarî:
Çîroka romanê li ser şer û di encama şer de
trajedîyên lehengan ava bûye. Ji ber wê jî di romanê de gelek teswîrên şer,
xizanî, penaberî, kuştin û êşên civakî bi awayekî berbelav hatîye kirin.
Berî ku Îshaqê Lêvzêrîn derkeve pêşberî Celadet,
halê wî xerab bû, bê dê û bê bav mabû, birayê wî jinbira wî lê xwedî
dernediketin. Tenêmayîna zarokekî di welatekî ku şer lê be, rewşeke dijwar e.
“Dîyar e ku hûn hemû dizanin di wê serdema şer de,
ku ji alîyekî ve welatê me dişewitî û ji alîyekî din ve li ser sînorê Îranê şer
bi awayê herî bixwîn berdewam bû...”(r.24)
Samîrê Babîlî berî ku poşman bibe û xwe bike dîlê
Celadet, yek ji efserên bêrehm e ku di dibistana leşkerîyê de ji bo teknîkên kuştin
û îşkencekirinê hatîye pewerdekirin. Di romanê de, îşkenceyên ku Samîr bûye
şahidê wan û yên ku wî dikir bi gotinên wî tê neqilkirin ku guman ji wan
bûyeran çênebe.
(...) Ey zarokê necîb, em carekê ji caran li enîya
herî pêşê ya şer bûn, ez li jêr fermandehîya eqîdekî(pîleyeke leşkerîyê) bûm ku
wî xeyaleke ew qas şeranî hebû ku dikarî bibe mamosteyê şeytan, navê wî Eqîd
Elwan Eribî bû, (...) Wê roja ku me efserê Îranî girt, Eqîd Elwan yekem car bû
ku bê qise agirek hil kir û kîrê wî efserî jê kir û bi zorê bi destê wî endamê
kîrê wî xiste nav menqela polên agir. (...) piştre me çar kesan pêkve ew mêrikê
bêkîr devdevî jê kir, wek kesekî çarmîx bikin, (...) Careke din, dîsan divê min
polên agir xistibûna nav qûna wî û dîsan benzîn rijandibûna ser. (r.380)
Di şerê dewletê yê bi hêzên kurdan re, li gel
leşkerên rejîmê hinek çekdarên kurd jî li hemberî hêzên kurdan şer dikirin ku
ji alîyê dewletê ve bi meaş bûn. Ev rewş weke karekî “ehmeqî” tê pênasekirin.
(...) Mirin li her cîhekî bû, hêzeke bêhejmar a dewletê
ji başûr ve dirijîya nav kolanên wî bajarî û bi hezaran leşker ku piranîya wan
bi kumên xwe yên hesinî ve wek mişkê tirsîyayî dixuyan û bi hezaran çekdarên
kurd ku dewletê bo wan awayên şeran ew pirçek kiribûn bi simbêlên xwe yên
gemje, bi pêngavên mezin û axabanîyên serokên xwe yên bêmejî ve li kolanan
digerîyan. (...) (r.45)
Teswîra Celadetê Kotir li ser leşkerîyê û
dijmilîtarîyê:
(...) min wek mosîqar rojekê ji rojan bawerî bi
kesekî nebûye ku di nav refên artêşê de kar bike. Hemû yên di nav artêşê de kar
dikin, dirindeyekî nexweş di hundirê wan de heye, bo min girîng nîne di kîjan
artêşê de kar dikî, di nav artêşa welat û herêma min de yî, yan digel dijmin de
yî. Hemû efser û pîledarên artêşê li cem min hov in, hezkirina wan ji kuştinê,
ji her tiştî mezintir e, hezkirina wan bo desthilatê û zalbûna wan bi sr ên din
de ji hemû hezkirineke din berfirehtir e, heta heybeta wan, rengê heybeta
gurekî dide berî ku devê xwe bixe nav xwîna nêçîra xwe. (...) li cem min hemû
leşkerên dinyayê, leşkerên şeytan in. Xwedê rojek ji rojan artêşa wî tune bûye,
ger Xwedayek hebe, eva qet wî hewcehî bi artêşê nîne. (...) (r.188)
Li ser heyfhilanîna leşkerên kurd:
Wan çend mehên piştre, heta nêzî havînê berdewam
bajar tijî bû ji wan leşkerên kurd ên birçî ku dihatin û bo yekem car di jîyana
xwe de di wan malan de digel yekem jinê de radizan. (...)
Mest dibûn, şer dikirin. Dihatin û azarên xwe yên
leşkerîyê di himbêza wan keçên ereb de vala dikirin. Dema ku digel wan keçên
ereb radizan, jê ve bûn ku tola êş û azarên xwe hiltînin, bi taybet dihatin bo
ku şikestina şerefa xwe bi vî awayî bilind bikin. Jê ve bûn ku razana digel
erebekê bes e bo ku tola şikest û mirin û kavilkarîyên nîştimana xwe ji wan
hilînin. (r.310)
Seksapelîteya Mêrên Ereb li ba jinên kurd:
Serdestîya rêveberîyê di destê kîjan netewê de be,
di gelek hêlên din de jî ew netew bi awayekî asayî serdest têne dîtin...
(...) Wê demê min nedizanî hindek jin hene li wî
bajarî dimirin bo ku digel mêrekî ereb wek Samîrê Babîlî razên. Na, ricayê ji
we dikim vê yekê wek tiştekî nehesibînin ku kerameta me ya neteweyî birîndar
bike. Ji ber ku ew yek dîyardeyeke asayî bû, ereb neteweya bihêztir bû.
Xapandina cinsî ji alîyên mêrên bi ser neteweya serdest ve, hertim ji xapandina
cinsî ya ji alîyê mêrêndin bihêztir e. (...) (r.432)
Hilweşîna bajarên rastîn û xeyalî: Bi têkçûna
serhildana li hemberî desthilatdarîyê kir ku desthilatdar ji berê jî dirindetir
kiryaran pêk bîne.
(...) Celadetê Kotir, piştî têkçûna serhildanê garda
komarî çû nav hemû bajaran, hemû bajarê rasteqîn û xeyalî, bi sedan hezar
mirovî ser jê kirin. Bi sedan hezarî saxesax çal kirin, bi dehan cihên kevnar
ên kulturî herifandin, bi dehan kitêbxane şewitandin, bi sedan mizgeftên kevnar
digel erdê text kirin, çendîn bajar li ser ruyê erdê ji nav birin, bi dehan
çavkanîyên avê hişk kirin, bi milyonan dar û balinde kuştin. (...) (r.546)
Dadgehkirina Samîr li ber qurbanîyên wî:
Celadet ji bo ku Samîr bi awayekî adil bê
dadgehkirin, dixwaze dagehekê li dervî rêxistênên rêveberîyan ava bike ku
hakimên wê qurbanî û nasên wan bixwe bin. Li ser vê fikra Celadet, hevalê wî
Mistefayê Şewnem wî hişyar dike ku tu rêveberên desthilatê vê yekê qebûl nakin
û ev yek dê derê wî bixe nav belayê.
(...) Dê te bikujin. Partîyên vir dê te bikujin,
dîyasîyên vir dê te ser jê bikin û dê termê te bavêjin nav avekê. Tu kî yî
bibêjî wan, hûn dadperwer nînin? (...) Tu kî yî ku li rû wan serkirdeyên mezin
bibêjî, “Hûn ku xwe wek qehremanên efsaneyên kevn dibînin, heta niha ji we
tawanbarek neanîye li hemberî qurbanîyekî bisekine û rû bi rû li hemberî hemû
dinyayê biaxife?” (...) (r.559)
Celadet di dadgehê de dibêje:
(...) “Ez we xatircem dikim ku edalet di nav
dadgehên dewletê de nîne, ger min bizanîya hakimên dadgeha bajar ji we
dadperwertir biryarê didin, ez dê biçûma cem wan. (...) (r.576)
(...) Min got: “Mirov edaletê ji kitêbên qanûnê hîn
nabe, ji felsefeyan hîn nabe, belku dadperwerîyê ji êş û azar û gunehên xwe hîn
dibe. (...) Ev dadgeh tenê bo wergirtina mafê we nîne, tenê bo tolhildanê nîne,
belku beşeke girîng a rêwîtîya Samîrê Babîlî ye jî li pey pakbûnê.” (r.576)
6.
Teswîrên Felsefî:
Di gelek beşên romanê de zimanekî bi teswîrên derûnî
û felsefî hatîye bi kar anîn. Ev teswîr di hin cîhan de mîna dîyalogên felsefî
ne ku şagirtên Îshaqê Lêvzêrîn pirsan jê dikin û ew jî bi zimanekî felsefî
bersivê dide wan. Di hinek beşan de jî bi awayê monologan teswîrên li ser başî,
xerabî, bedewî, şer, edalet ûhw din tên kirin.
Îshaqê Lêvzêrîn ji bo kêşeya li hemberî mosîqayê û
kamilbûna mosîqarekî gelek teswîrên derûnî û felsefî dike ku gelek caran Celadet
û Serheg bi wateya wan gotinan tê nagihêjin;
(...) kêşeya herî mezin a laş û hundirê me tarîtî û
hişkatî ye, ti tiştek wek tarîtî û hişkatîya rih, dijminê mosîqayê
nînin.”(r.29) (...)
Wî got ku mirov li pêşberî sê rêwîtîyên mezin e,
rêwîtîyek bo nav xwezayê, rêwîtîyek ber bi asîman û rêwîtîyek bo nav hundirê
xwe.(r.27) (...)
Gelek caran Celadet û Serheng Qasim bi şermî daxwaz
dikirin ku mamosteyê wan bi zimanekî sadetir biaxife, her tim dinyayeke peyvan
hebû ku ew jê tê nedigihiştin (...) (r.30)
Bedewî
û rola hunermend:
(...) Mosîqar, hunermend, divê ku tenê bedewiyê
bibînin, bedewiyeke parzîngkirî ji her tiştî ku bedewiya wê tune ye, hemû tiştên
bedew ên vê dinyayê bi hezaran cemserî ve bi tiştên din ve hatine girêdan, bedewî
ji hezaran rêyan ve bi kirêtî û pîrî û azarê ve girêdayî ye, ji hezaran rêyan
ve bi şehwet, hêvî û şer ve girêdayî ye. Carina ew têkelbûn, wiha dike ku em vê
bedewiyê nebînin yan jî em li pey sêhra tiştekî bin û me jê ve be ku em li pey
bedewiyê ne yan li pey şehwetê bin û me jê ve be ku em li pey bedewiyê ne yan
li pey şer bin û me jê ve be ku em li pey bedewiyê ne... hunermend ew kes e ku
wiha nayê xapandin, ew bedewiya ku hûn divê evdalê wê bin bedewîyeke xalis e,
bedewîyeke pak ji fitnê û şerê tiştên din. (...) (r.38)
Mosiqa
û Xweda
(...) “divê em wiha li Xwedê bikin ku bi awazekê li
hemû sûc û gunehên me xweş be, tenê ne gunehên me, gunehên hemû mirovan,
gunehên kevir û dar û stêrkan... Divê em Xwedê razî bikin ku bi awazekê hemû
derîyan li ser me veke, guh bidin min, ti tiştek wek mosîqayekê derîyan
venake... Mosîqa klîd e... klîd e... kêşe ew e ku em nizanin çi derîyekî ji me
re dixe ser piştê... lê bikevin pey wê, mosîqa we bibe kû derê, her bikevin pey
wê, nesekin, ger bo nav agir be yan bo nav avê, bo nav ronahîyê, yan bo nav mij
û dûmanê, bo nav fetisîn yan bêhnvedanê, dema gote we bisekinin, bisekinin,
dema gote we bimirin, bimirin. Mosîqa dengê Xwedê bixwe ye dengê wî ye di
henaseya wî ya herî saf de.” (r.41)
Xweşî
û Xweda:
Veqetandina reha û mutleq a xweşîyê ji êş û azarê, û
berevajî, azar ji xweşîyê, li cem min rengê karê Xwedê nade. Ji ber ku Xwedê
dizane xweşî tenê digel hindek êş û azaran wateya xwe heye û êş û azar jî tenê
digel kêmek xweşîyê dibe êş û azar, lewre wêneyê bihuşt û cehnemê du wêneyên
karîkaturî yên hebûnê ne ku min nedizanî ez wan çi lê bikim...
Şeytan
û Xweda:
(...) “Dinya weke daşmaleke lîstika setrencê ye ku
li alîyekî daşmalê Xwedê dilîze û li alîyê din jî şeytan. Em jî tev kevirên
piçûk in, kevir di cewherê Xwedê de weke hevdu ne. Leşker yan qela yan fîl
bixwe li aîyê şeytan bilîzin yan bixwe li alîyê Xwedê, her wek hevdu ne. (...)
Mirov nizane serdaşmal girêdayî çi tîpekê ye, tîpa Xwedê yan tîpa şeytan bixwe,
em her ev kevir in ku nikarin serî bilind bikin da ku bizanin ê ku leyîzî bi me
dike gelo Xwedê ye yan şeytan... ti demekê em nizanin.”
Dualîzm:
(...) lê ez xatircem im ku hemû jîyanek du alîyên
xwe hene, alîyekî xwîya û alîyekî nexwîya. Hemû bajarek du alîyên xwe hene,
alîyekî xwîya û alîyekî nexwîya, hemû demeke dîrokê du alîyên xwe hene, alîyekî
xwîya û alîyekî nexwîya, hemû mirinek ji du alîyên xwe hene, alîyekî xwîya û
alîyekî nexwîya, kêşeya herî mezin a mirovan ew e ku gelek caran, ew du alî
agahdarî hevdu nînin, lewre her tim dinya wek cîhekî aloz pirnihênî dimîne, wek
cihekî ku yekcure heqîqet û yekcure lojîkê bi rê ve dibe, niha ez wiha dibînim
ku hindek ji yên dimirin dikarin nîvê xwe yê zindî li ser erdê bi cih bihêlin, lê
nîviyeke razayî... (...)
Ebediyet:
(...) Ez we xatircem dikim ku ebedîyet ew nîne piştî
mirênê jî ew di hizra tiştekî de bin, ji bîra me neçe û her tim em vegerin ser
wê, ebedîyet tiştekî din e, ebedîyet cih e, bajarekî mezin e, herêmeke ji
herêmên nedîyar ên hebûnê, xakek e wek her xakeke din ku em dikarin serdana wir
bikin û herin hundirê wê û piştre tê de derkevin. (...) (162)
7.
Teswirên hunerî:
Mosîqa:
Bi taybetî teswîrên li ser wate û felsefeya mosîqayê ji gotinên Îshaqê Lêvzêrîn
in.
(...) kêşeya mezin a laş û hundirê me tarîtî û
hişkatî ye, ti tiştek wek tarîtî û hişkatîya rih, dijminê mosîqayê nînin.
(r.29)
(...) “yekem mosîqa vedîtina awaza wan dilopên
baranê ye, divê guhê we wiha be ku bikare dengê baranê ji her dengekî din cuda
bike û bikare ahenga dilopan cuda bike, (...) Mosîqa tamkirina cudahîyan e.”
(r30)
(...) mosîqa zimanek e ku nayê xistin bi ser zimanên
din, ger hûn rastîyê bixwazin, mosîqar nabe mehkûm bin bi jîyana di nav bûyer û
zeman û dîrok û... hwd de, mosîqa dûr e ji hemû tiştên demkî û kêmtemen û
berevajî, tenê pe^wendîya wê digel wêjeyê heye. (r.30)
(...) “mosîqa têgihîştin e, lê tenê têgihîştina wan
tiştan nîne ku diaxifin, hawar dikin, û dengên xwe didin me, mosîqa bihîstina
wan tiştan e ku dengê wan nîne û rêwîtîyek e li alîyê din ê deng û rêwîtî ye di
nava bêdengîyê de.” (r.31)
(...) “Mosîqa dengê Xwedê bixwe ye dengê wî ye di
henaseya wî ya herî saf de.” (r.41)
(...) “Gerdûn ti tiştek nîne ji xeynî mosîqayeke
bêdeng. Hemû tiştekî digel jidayîkbûna xwe awaza xwe hilgirtîye, hemû zindîyek
parçeyê mosîqayeke taybet e, hemû mirîyek awazek e ji xwe re. (...) Dinya bi
tevahî mosîqa ye... şev bi tevahî mosîqa ye, baran bi tevahî mosîqa ye...”
(...) (r.43)
(...) “Mosîqa heşîşeke reş e... û tiryakeke şîrîn
e.” (...) (r45)
(...) Wî got: “Mosîqa li ti kesî nagere... wê çi
rêyek nîne... rêrew û arestaya wê tune ye... ne çi zar û zimanekî nas dike û ne
jî çi gunehekî... eva em in ku divê li pey wê bigerin, ya ku em bi devê xwe
dijenin berî me li vir bû, bi awayekî veşartî li vir bûye... kî guh bide
mosîqayê ew dê bibîne, mosîqa çi têkilîya wê bi zindî û mirî û jîndar û
nejîndaran re nîne... her tişt dikare mosîqar û guhdarê mosîqayê be.” (r46)
Teswirên
Li Ser Tabloyan: Bi taybetî ev teswîr di beşa ku Celadet
li bajarê sozanîyan e derbas dibin. Celadet, tabloyên li galerîya veşartî ya li
jêrzemîna Dr Mûsayê Babek dibîne rave dike.
Bi hezaran tablo hebûn, gelek ji wan bê nav bûn
(...) Di kuncekî de min hindek nîgarên efserekî xemgîn dîtin ku ji xwîna
leşkerên yên hêza xwe ava kiribûn, ji xwîna her leşkerekî nîgarek kişandibû, li
xwarê jî navê xwe û navê leşkeran nivîsîbûn. Min li cîhekî din tablêyên
celadekî dîtin ku ji xwîna qurbanîyan wêneyê heyv û roj û stêrkên mezin mezin
çêkiribûn, wêneyê gulên mezin mezin ên sor. Min tabloyên darekê dîtin ku bi
sedan şeytanên piçûk li ser hêlûnê çêkirine, heyv bi birîndarî li ser baskê
kevokekê, stêrk li ser sînga xeniqî ya zarokekî li ser ferşekî spî dirêj bûye,
horîya kuştî li ser gemîyeke kevn (...) (r136)
Mûsayê Babek, Celadet dibe ba tabloyekê ku di dawîya
romanê de em pê dihesin ku ew tablo yek ji tabloyên Bajarê Mosîqarên Spî ye.
(...) Cara dawî Mûsayê Babek ez dibirim pêşberî
tabloya mosîqarekî ku li cîhekî kesk sekinîye û li alîyê piştê jî bajarekî spî
dîyar e, bajarekî mezin ku rengê bihuşteke aram dida û mosîqar kincekî spî di
ber de ye, serê xwe bi awayekî neasayî ber bi alîyê rastê xwar kirîye, bi aramî
kemançeyeke boz dijene û li serê jî komeke teyr û tevalên spî difirin, li alîyê
piştê jîasoyeke erxewanî heye ku zêdetir rengê dawîya dinyayê dide. Mûsayê
Babek digot: “Ew tablo, tabloya herî bedew e ku min di jîyana xwe de dîtibe,
efsûnek tê de ye. (...) hawarek tê de ye ku bangî min dike...” (...) (r.137)
(...) Dr Mûsayê Babek li ser vê bawerîyê bû, mirov
ji rêya tabloyekê ve dikare ebedîyetê bibîne, bawerîya wî ew bû ku Mona Lisa
dîtina ebedîyetê ye, dîtina wê bedewîya cawîdan û hertimî û avanebûyî ye ku
temenê wê ji temenê hemû tiştên din ên mirov dirêjtir e. (...) (r302)
Bûyerên
Derasayî:
Dema ku mamosteyê wan Îshaqê Lêvzêrîn, Celadet û
Serheng weke dersxwanê mosîqayê perwerde dike, parçayekî vê perwerdehîyê jî
gera li nav xwezayê û dengên hemû tiştên jîndar û nejîndar e. Ewqas bi mosîqayê
re dibin yek ku, bêyî ku di nav avê de herin xwarê, li ser avê dimeşin.
(...) Şevekê di ser ava gomekê re derbas bûn,
pêngavên xwe gihandin ser şîpelên piçûk ên golekê, li alîyê din Celadet her wek
wê ku ji xewê veciniqe, hişê wî hate serê wî û got: “Xwedêyo! Em bi ser avê re
derbas bûn, lê em nexeniqîn.” Serheng Qasim veciniqî û wek Celadet li wê gola
piçûk dinihêrî ku di ser re derbas bûne. (...) (r.44)
(...) şevekê mosîqa ji jinekê re jenîn ku wê janeser
hebû, wê mosîqaya wan bandoreke sêhrawî li ser janan hebû. Şevekê mosîqa bo
birîndarekî jenîn ku berdewam xwînrêjî dikir, lê piştî mosîqajenînê , xwînrêjîya
wî sekinî û rabû ser pêyan. Şeveke din mosîqa ji bo mêrikekî qop jenîn ku bi
salan bû nedikarî bi rê ve here, lê di dema parçe-awazeke mest de, ew kes rabû
ser pêyan û sema kir. (r.48)
(...) carina şevê bi alîkarîya mosîqayê ji vî alîyê
çîya difirîyane alîyê din û gelek caran ku şîyar dibûn xwe li cihê asê didîtin
(...) (r.49)
(...) Carekê di nav yek ji şikeftan de, doktorekî
lawaz û piçûk bi berçavk û axabanîyeke qirêj ve divîyabû neştegerîya bêyî
sirrkirinê ji birîndarekî re bikira ku guleyek di gewrîya wî de asê bûbû, wan
çendîn demjimêran li bedêla sirrkirinê mosîqa jê re jenîn û sêhra mosîqayê êş û
jana birînên wî aram dikir. (...) (63)
Firişteyên Daliya Siracedîn:
Daliya ji neçarî li bajarê sozanîyan dimîne, yek ji
sedemên mayîna li wir, firişteyên wê ne
ku ji wê ve kesekî din nikare wan bibîne. Pêşîn Celadet nikare wan bibîne lê ku
dem derbas dibe êdî ew jî dikare firişteyên Dalîya Siracedîn bibîne.
(...) Wê digot: Ya ku bû sedem ez li vir bimînim, ew
firişteyên piçûk bûn ku pêşwazî li min kirin (...) êdî wiha ye tenê ez wan
dibînim, ji ber ku firişteyên min in (...) (r114)
(...) Wê şevê Daliya Siracedîn hat xwarê , min ji
her şevekê baştir û zelaltir firişteyên piçûk didîtin. Firişte nearamî û
bêtebatîyeke syr bi wan ve xuya bû. Semayeke taybet dikirin (...) (r233)
(...) Şeva destpêkirina şer bajar çol û vala bû.
Celadet wê şevê dîsan firişteyên Daliyayê di hewayê de dîtin (...) (r316)
Dîtina
leşkerê kuştî Şaroxê Mehdî Şarox:
Dîtina Şaroxê Mehdî Şarox yek ji bûyerên derasayî yê
romanê ye. Li balfirgeha Schipholê ji nişkave derdikeve pêşberî Elî Şerefyar,
zerfekê dide wî û behsa Celadetê Kotir jê re dike, piştî demekê ji ber çavê wî
winda dibe.
(...) Kurekî ciwan bû, çar xalên piçûk ên sor wek
çar dilopên xwînê ku kevn û kal bibin li ser tenişteke stûyê wî bûn. (...) (12)
(...) berî ku herim transîtê ez her li wî kurê
spîpoş gerîyam, lê min ew nedît. (...) (12)
Dema ku Celadet li bajarê sozanîyan derdiket
geryanên nav bajêr li leşkerekî kuştî rast tê ku jê re dibêje ku navê wî Şaroxê
Şarox e.
(...) Leşkerek bû bi kulepiştîyeke giran, destmaleke
bixwîn bi enîya xwe ve girê dabû (...) (285)
(...) Ba zêdetir ber bi rûyê wî leşkerî ve radibû, û
wî bi girnijîneke tal li Celadet dinihêrî û dilopên bixwîn ên ser tenişta stûyê
wî dibiriqîn, çar dilopên xweşik ên xwînê bûn. (...) (288)
(...) “Du salan berî niha ez wiha hatim kuştin.”
(...) (288)
(...) “Navê min leşkerê mukellef Şarox Mehdî Şarox
e.” (...) (288)
Cara dawî Şaroxê Şarox, dema ku Celadet li
Kurdistanê careke din tê kuştin, wî ji nav agir derdixe û wî dibe Bajarê
Mosîqarên Spî.
(...) ez agehdar nebûm ku bizmarê çarem li alîyê min
ê rastê dan (...)
Piştre min Şaroxê Şarox dît ku di nav agir re derbas
dibû. Min ew dît ku bizmaran ji destê min derdixe. (...) “Celadetê Kotir! Niha
dema hindê ye ku em bi hev re herin Bajarê Mosîqarên Spî.” (...) (618)
Ketina nav ruhê Samîrê Babîlî û dîtina
bûyerên ew ê biqewimin:
Berî ku Samîr bê dadgehkirin, ji Celadet dixwaze ku
bikeve nav rihê wî û jê bipirse bê ew kî ye. Di vê ketina nav rih de her dû jî
rihên hev dikarin bibînin û bûyerên ku di pêşerojê de ew ê biqewimin dibînin.
Celadet di wê geryana rihî de bilûrekê ji bo wî li wir dihêle ku bi xêra wê
bilûrê tarîya rihê wî pê ronî bike.
Lê tişt bi vî awayî bûn ku ez rojekê çûme nav rihê
Babîlî û min bilûrek li wir bi cih hêla û derketim. (573)
(...) Bi tirs di ber xwe de got: “Yê ku dimîne di
xewê de Celadetê Kotir e li rex darekê bi xwîneke zêde.” (573)
(...) kêmekê dûr ket û bi dengekî seyr di wê şevê û
di wê bêdengîyê de bi erebîyeke ku hemû kesên di nav hola Gêlaza Spî de ji xewê
rakirî hawar kir: “Niha min bilûrek heye... bilûreke min heye... (...) (574)
Teswiren
rexnergiriyê:
Kurdistan
û hetikandinê wê: Nivîskar Kurdistanê dişibîne keçekê ku
ji alîyên dêwan hatibe hetikandin. Ew siwarçakên ku bi mebesta azadkirina wê
keçê hatine, ne kêmî wan dêwan ew keçik hetikandine.
(...) Min li ser wî hespî cardin Kurdistan didît.
Min ew niştiman didîk ku tijî bû ji mirovên asayî û bedew, erdekî bêhempa di
pakîyê deku yên ew dagîr kirine û hetikandine û yên ku xwestine rizgar bikin û
her hetikandine, niştimaneke ku rengê keçekê dide ku dêwekî zexim û kirêt ew
revandibe û bedewîya wê çilmisandibe î siwarçakek jî hatibe da ku wê rizgar
bike, lê şehweta wî siwarçakî bo hetikandina wê keçê kêmtir nîne ji şehweta
dêwan. (r.483)
Bawerîya
bi edaletê: Celadet, ji bo dadgehkirina Samîrê Babîlî
dadgehekê ji qurbanîyan û nasên qurbanîyan ava dike. Ji ber ku pê ne bawer e ku
hakim û parêzerên wê herêma welatê wî edaletêke rasteqîn pêk bînin.
(...) “Min bawerî bi hakimên wî welatî nîne, min
bawerî bi parêzerên wê herêmê nemaye, ti yek ji wan nikarin edaletê ji mirov re
derbasdar bikin. Edalet ger hebe, kesin wê edaletê dirust dikin ku bixwe
qurbanîyê rasterast bin.” (...) (474)
Oldarî
û Gunehkarî: Samîrê Babîlî li ser îmandarîya xwe û
celadîya xwe raveyeke ne ji rêzê dike.
(...) “Celadet! Ez niha mêrekî bêîman im, lê wan
rojên ku min xelk dikuşt, ez îmandar bûm. Min destnimêj digirt û piştre xelk
dikuşt. Hindî ku zêdetir min ew mirovê di hundirê xwe peyda kir, zêdetir ji
Xwedê dûr diketim. Hindî zêdetir ku min ew gurê di hundirê xwe de dikuşt, Xwedê
pêngavekê zêdetir ez bi cih dihêlam.” (...) (426)
Xerîteyên
gorên veşartî metirsîya wan:
Dema ku Samîrê Babîlî behsa wan xerîteyên gorên
bikom yên veşartî, ji Celadet re dike, Celadet balê dikşîne ser metirsîya wan
xerîteyan...
(...) Min got: “Samîrê Babîlî! Xerîteya çi?” Bi
xemgînî got: “Xerîteya hemû gorên bikom... hemû goristanên nihênî, ew
goristanên nenaskirî û nehatî zanîn ku bi sed hezaran kes tê de ne... bi sed
hezaran mirovên bêsûc.” (393)
(...)
Min nedizanî bibêjim çi (...) “guh bidê, her kesek
bizane tiştên wiha me hene, dê bi zindî me kevil bikin... tê digihêjî, tu
dizanî çi dibêjî?” (393)
(...)
Min bi tûreyî digot: “(...) Dixwazî bifroşî
rojnameyan... (...) ji wê yekê natirsî bikeve ber destê rojnamevanekî ku bi
çend milyon dolaran bifiroşe dewletê, ha? Ji wê natirsî ew sîxur3e dezgehên
navdewletî bin û xerîteyan bibin û neyînin, (394) (...) Tu dê bidî partîyan,
dema ku ew bizanin te xerîteyeke wiha heye, dê me herdukan kevil bikin, her bi
zindî dê çermê me jêkin.” (...) (395)
Neteweyên
Yekgirtî û reşebayê li kampa penaberan:
Piştî ku hêzên dewletê ji Kurdistanê vedikişin, NY
kampên penaberan belav dikin, didin zanîn ku êdî bajar bi ewlehî ne û divê ku
gel vegerin bajaran.
(...) Piştî derbasbûna çend mehan, rojekê
fermanberekî porzer ê Neteweyên Yekgirtî bi Land Cruisereke spî tê, digel
ciwanekî çavkesk ê zirav e ku wek wergerê îngilîzî xwe bi xelkê dide nasîn.
(...) “Êdî NY û rêkxistinên mirovî hevkarîya xîvetan nakin (...)” (386)
(...)
(...) Hefteyekê piştî wê serdanê, xurek û xwarin ji
ser wê kampê qut kirin. (...) Celadetê Kotir heta wê demê reşebayeke wiha
nedîtibû. (...) Ba hemû kampê bi xwe re dibe, dibînin ku ba xîvetê ber bi rêya
kakêşana felekê ve difirîne, xîvet li pey xîvetê... (...) (r.387) Ti kes bawerîyê
bi wê hîkayeta Celadetê Kotir nake ku hertim bi hesret behs ji firîna ber bi
asîman a kampeke ewareyan dike, firîna çendîn pîremêr û pîrejinên bêkes ku
rojekê reşeba wan hildigire û wan dibe û êdî ti kes wan nabîne. (388)
Îşkenceya
birakujîyê:
Piştî ku Samîrê Babîlî ji alîyê dadgeha ku Celadet
ava kiribû tê kuştin, jina Samîr, Şanaz Selîm, agahîya xerîteyên gorên bikom
radigihîne hêzên kurdan. Celadet du salan ji destê hêzeke kurd dikeve nav destê
hêzeke din a kurdan. Li îşkenceyên hovane rast tê û di dawîyê de ji alîyê wan
ve tê kuştin. Bi çar bizmaran destên wî û sînga wî bi darekê ve diçeqînin. Dawî
jî agir berdidin wî û darê, bi hev re dişewitînin.
(...) Di wê şevê de çar xortên nenas hatin hundirê
odeya min û ez rakirim, çavên min pêçan, destên min girê dan û ez siwarê
trombêlekê kirim bo cîhekî nedîyar ez birim. (...) (r.601)
(...)
(...) Di şeveke din a tarî de piştî şerekî germ ê
çekdarî, komeke çekdaran xwe avêtin nav girtîgeha min û nîvemirî ez revandim
cardin bi cîbeke piçûk ez revandim bo cîhekî din. (...) Du grûpên cuda ez ji
destê hevdu direvandim, herdu alîyan jî dixwestin ku min saxesax bigirin û ew
xerîte bikevin destê wan. (...) li piranîya cihên niştimanê hatim îşkencekirin,
(r.610) (...) Ji serê din ê Kurdistanê ve ez direvandim vî serî û berevajî. (r.611)
(...)
(...) Wî yekem bizmar li destê min ê çepê da, (...) Bizmarekî dirêj ku têra hindê dike di sînga min a teng re derbas bibe û di nav darê de jî biçeqe. (...) (618) ez agehdar nebûm ku bizmarê çarem li alîyê min ê rastê dan, lê di wê demê de ku agir di bin darê de hil kirin, agir berdane pûş û pelaş bo ku ez û ev dar bi hev re bişewitin. (...) (r.618)

Yorumlar
Yorum Gönder