Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Zimanekî mîna kurdîyê, tevî nîqaşên zanyarî ku bi çar lehçeyan û bi dehan devokan, helbet hewcedariya wê bi gelek xebatên zimannasîyê heye.

Em baş dizanin ku ji bo netewbûnê ziman xala herî bingehîn û sereke ye. Hewildanên standartkirina zimanî  belkî ji Ehmedê Xanîyî de bûbe derdê rewşenbîr û xemxwirên kurdîyê, ji ber ku di Mem û Zîna zêrîn de em dibînin ku Ehmedê Xanîyî, gelek devokên kurmanciyê bi kar anîye. Îro roj, em baş dizanin ku Mîrê Kurmanciyê, Mîr Celadet Alî Bedirxanî, ji bo standartkirina kurmancîyê xebatên giranbiha kirine. Mixabin, hîna jî me li ser wê bingeha ku C.A. Bedirxanî ava kiriye, tiştekî berbiçav lê zêde nekiriye. Pirtûkên rêziman û rastnivîsînê yên li ber destên me tev dişibin hevdu. Hewcedariya me bi xebat û teoriyên resen, bi termînolojiyeke hevpar, xebatên berawirdkirina lehçeyan, ferhengên berfireh ên  lehçeyên kurdîyê, ferhengên devokan, yên biwêjan, yên gotinên bav û kalan, xebatên etîmolojîyê û hwd hene. Erê, rast e ku gelek xebatên hêja jî hatine kirin, lê bandora wan î li ser nivîsariya kurdîyê ne li gora asta bendewariyan e. Li ser van mijaran Îbrahîm Seydo Aydoganî di xebata xwe ya bi navê Guman-1ê de tespîtên hêja destnîşan dike. Di serî de bêjim ku meqseda min ne tenê “rexneyeke pûç”e, kê ji bo ziman û çanda kurdîyê çi ked dabin, bila mala wan hezar carî ava be.
Em serê xwe bi Baba Tahirê Uryan mezin dikin, lê xwedî derdikevin, lê hîna jî xebatên cidî yên li ser kurdîbûna lehçeya lorîyê li ber destê me tuneye yan jî em pê nizanin. Di van deh salên dawî de hayê me ji “wêjeya başûrî”  çêbû, ez ditirsim ku hayê gelek xwînerên başûrî jî ji “wêjeya bakurî” çênebûye. Nivîskarên me ji xwînerên me pirtir in lê her yekî ji wan jî di nivîsên xwe de “kurmanciya gundê xwe” weke standartê qebûl dikin. Gotin ku tê ser netewebûnê, cilên ser xwe diqetînin û ku mesele dibe standartkirina kurmancîyê dibin parêzvanên çavsor yên “werê, wilo, wisa, welê ...”yên xwe.( Bnr, Lo Dûblaj, “devok”)
Ji alîyekî din ve em bixwernedîtî ne, hinekî jî tiral in. Hinek “nivîskarên” kurmanciyê berî ku pirtûkekê binivîsin, bi xwe re nabînin ku hinekî li rêziman û rastnivîsîna kurmanciyê bixebitin. Jixwe li bakurî axaftina kurmancîyê jî li ber devjêberdanê ye. Dizanim ku niha gelek kesên ku bi nîyet bûn vê nivîsê bixwînin, poşman bûne, ji ber ku taybetmendiyeke me yî din jî “zûtengezarî” ye. Axir ez dirêjtir nekim, werim ser mijara nivîsa xwe.
Di Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de, Weqfa  Mezopotamyayê, pirtûka bi navê “Rêbera Rastnivîsînê”, çap kir. Di wê roja watedar de, bê guman ev dîyarîyeke hêja bû, ji bo xwîner û nivîskarên  kurmancîyê. Ji ber ku di nav amadekarên vê komxebatê de navên gelek mamoste û vekolerên hêja yên kurdîyê derbas dibûn, min pirtûk bêtir meraq dikir. Ji nivîskarên ku di lijneya pirtûkê de cî girtine, min ji hinekan ders wergirtiye, min pirtûkên wan  xwendiye, axir hemû jî giregirên kurdî û kurmancîyê ne. Bila mala tevan ava be, keda wan li dinyayê her bimîne.
Bergê pirtûkê û rûpelên wê ji kereseyeke  bikalîte hatiye pêkanîn. Rengê bergê yî sor, jixwe rengê me kurdan e. Dema ku min rûpel qelaptin û dest bi xwendina pirtûkê kir, ez li hêviya bersivên gelek pirsên di hişê xwe de bûm. Pirtûk, bersiva ji sedî nodê pirsên di warê rastnivîsînê de dide, lê hinek pirs bê bersiv mane, behsa hinek mijaran nehatiye kirin.
Her çiqasî ku di nivîsa li şûna pêşgotinê de behsa wê derbas bûbe jî, bi xwendinê re hêdî hêdî ez pê hesiyam ku ev pirtûk bi naverok û mînakên xwe, mîzanpaj û tew bi rêza mijarên xwe, weke kopîyeke “Rêbera Rastnivîsînê” ya Mistefa Aydoganî ye. Bikî nekî xwendevan li hêviya tiştekî nû dimîne. Ewqas vekolerên hêja ji çaraliyên Kurdistanê hatibin gel hevdu û komxebatek ava kiribin û gelek carî civîn pêk anîbin diviyabû ku berhemeke bihûrgilî û nû ya rastnivîsînê bihata amadekirin. Nexwe Mistefa Aydoganî jî dikarîbû di pirtûka xwe de hinek guhertin pêk bianiya û ji nû ve çap bikira.
Termînolojiya ku hatiye bikaranîn ji ya berhemên berî xwe hinekî cûda ye. Zimanê ravekirinê di hinek beşan de zêde ne fambar e, ne ji mînakan be mirov di hinek ravekirinan de tênagihêje. Mijar di hinek beşan de bi berfirehî nehatine şîrovekirin.  Em dibînin ku heman teoriyên di Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydoganî de, bi hevbîrî (konsensûs) di vê pirtûkê de cî girtine.
Em zanin ku ziman bi rewşa civakî, aborî û polîtîk re têkildar e, li gora wê diguhere. Di axaftina rojane de hewcedarî nebe jî, lê ji bo zimanê nivîsînê hewcedarî bi hin kûral û qaîdeyên rastnivîsînê heye.

Çend mînak ji Rêbera Rastnivîsînê:
  • 1.       Navên Mehan;
1-Kanûna Paşîn, 2-Sibat, 3-Adar, 4-Nîsan, 5-Gulan, 6-Hezîran, 7-Tîrmeh, 8-Tebax, 9-Îlon, 10-Çirîya Pêşîn, 11-Çiriya Paşîn, 12-Kanûna Pêşîn
  • 2.       Tîpên ducare yên bêjeyên ji zimanên bîyanî di kurmancîyê de bi tîpekê tên nivîsîn. Cennet-cenet, ciddî-cidî, ewwel-ewel, hessas-hesas, cerrah-cerah, dîqqet-dîqet, intellectuel-entelektuel, collectif-kolektîf, mission-mîsyon ...
  • 3.       “î” û “ê”ya berî “y”yê nema tê guhertin. Bêjeya ku bi “î” û “ê”yê diqedin ku “y” li wan were zêdekirin, ew tîpên “î” û “ê”yê divê negurin.
Bêje
Awayê Rast (Nû)
Awayê Şaş (Berê)
Dêya min
Diya min
Rêya dûr
Riya dûr
Pêyê min diêşe
Piyê min diêşe
Dara bîyê
Dara biyê
Derzî
Derzîya dirûnê
Derziya dirûnê
  • 4.       Bikaranîna tewangê; Ev xal bêguman ji bo lehçeya kurmancîyê pir giring e, ji ber ku gelek nivîskarên bakûrî  bi temamî dev ji tewanga zayenda nêr berdane û ya zayenda mê jî li ber jibîrkirinê ye.
“Ez hespî dibînim, lê ez mehînê nabînim.” “Hespê Hesenî boz e, lê yê Fatmayê qemer e”
  • 5.       Gireyên Îzafeyê;
Li gora mêjer (hejmar) û zayendê di sê kategoriyan de tê ravekirin.
Mêjer
      A-  Nasyar
       B- Nenasyar
        C- Nenasyar
        D- Nenasyar
Yekhejmar/Nêr
Hespê Hesenî
Hespekî Hesenî
Hespekê Hesenî
Hespek Hesenî
Yekhejmar/Mê
Hespa Hesenî
Hespeka Hesenî
Hespeke Hesenî
Hespek Hesenî
Pirhejmar
Hespên Hesenî
Hespinên Hesenî
Hin hespên Hesenî

Li gora Rêberê, stûna Ayê û stûna Byê weke standart hatine pejirandin, stûna Cyê ji tercîha nivîskarî/ê re hiştine, lê bikaranîna mînakên stûna Dyê, di nivîsînê de nayên pejirandin.
  • 6.       Nivîsîna hin bêjeyên biyanî yên yekkîteyî ku di kurmanciyê de dibin dukîteyî;
Aql-Aqil, Sebr-Sebir, Resm-Resim, Şikl-Şikil ...
Di îzafeyê de jî nayên guhertin;
Aqilê sivik, Sebira Min nayê, Resimê bavê min. Her çiqasî ku di îzafeya kurmancîyê de bi rehetî bê bilêvkirin jî, dîsa formên wan yên “aqil, fikir...” hatiye tercîhkirin.
  • 7.       Navên dîn, mezhep, îdeolojî, bawermendî, rêbazên felsefe, wêje û hunerê, eşîr, netewe û mensûbên wan, ziman, lehçe, devok û hwd ku ne di serê hevokê de bin, tîpa destpêkê bi hûrdekan tê nivîsîn.
Ji bawermendên îslamê re misilman tê gotin, gelê kurd bi piranî ji mezheba  şafi’î ne.
  • 8.       Nivîsîna “dê”ya di dema dahatî (dema bê) de;
Ez biçim nav baxçeyê gulan. Li şûna varyantên “ê, wê, yê”,  di rastnivîsînê de “dê” weke standart hatiye pejirandin.
  • 9.       Rastnivîsîna “bi”yê di dema dahatî (dema bê) de;
Ez dê bi ser ve bikim.
  • 10.   Nivîsîna “di”ya di dema niha de;
Ez dizanim.
Ez dikarim.
Ez dadigirim.
Ew vedixwe .
  • 11.   Bikaranîna “nîvergatîfîyê”; mijareke pir giring e ku wekî “mohra kurmancîyê” tê binavkirin.
Xwendekarî mamosta gerand / Wî mamosta gerand.
Xwendekaran mamosta gerand / Wan mamosta gerand
Xwendekaran mamosta gerandin / Wan ew gerandin.
Bêrîvanê heval dîtin / Wê heval dîtin
  • 12.   Nivîsîna awayê lêkera tebatî (pasîf).
Ji bo tebatîkirinê (awayê pasîf) divê ku lêker têper (gerguhêz, transîtîv) be. Ji ber wê ye ku di kurmanciyê de lêkerên negerguhêz nayên tebatîkirin.
“Av hat kelîn” şaş e, divê ku bi awayê “Av hat kelandin” bê nivîsandin.
“Sêv tê xwarin”, “Mêr hatin kuştin” ...
  • 13.   Nivîsîna parengên (participle, ortaç) ji lêkeran;
Kulîlkên avdayî
Gundê wêranbûyî
  • 14.   Nivîsîna daçekan; Ev jî yek ji guhertinên binîqaş e. Ango heta niha li gora standardîzasyona C.A. Bedirxanî daçekên “de, re, ve”yê weke standart dihat qebûlkirin. Komxebatê, daçekên “da, ra, ve”yê standart qebûl kirine, “de, re, ve” û “da, ra, va”yê jî weke “bîformên awayê standard” destnîşan kirine.
  • 15.   Nivîsîna saetan.
Tu dê di saet çendan de bihêyî?
Ez dê di saet çaran de bihêm.
  • 16.   Nivîsîna hejmarnavan, tewanga hejmaran;
Hejmarnavên kurmancîyê yên bingehîn ji bilî hejmarnava “yek”ê, hemû nêr tê qebûlkirin.
Yeka min, dudu te, sisê wî, dehê kê?
  • 17.   Nivîsîna peyvên duhejmarnavî;
Du sê kes. Neh deh zilam. Sê çar mirov ...
  • 18.   Nivîsîna tarîxê;
21.03.2019 / 21ê Adara 2019an

Çend nirxandinên rexneyî di derheqê Rêbera Rastnivîsî de
1.       Di termînolojiya Rêberê de hinek peyvên ku berê me di pirtûkên gramerê yên kurmancîyê de zêde nedîtinin, hatine bikaranîn;
Biker: kirde, kirar, biwar, fail, subje
Dema dahatî: dema bê
Fraz: biwêj, gotin, îdyom
Gire: qertaf, pêvek, ek, afîks
Komek: cimle, hevok
Nedengdêr: bêdeng, dengdar, konsonant
Pareng: participle, ortaç
Têper: gerguhêz
2.       Çend şaşnivîsên di pêşgotinê de, ku ber bi çavê min ketin:
 “Heger di warê rastnivîsînê da problemên navbirî tune bûna, pewistîya me jî dê ne bi argûmanan ne bi şîroveyan ne jî bi ravekirinan hebûya.” (r.17) Lêkera hebûnê bi du awayên ji hev cuda hatiye nivîsîn, kîjan ji wan rast e?
“Gelek nivîskar ... di bin tesîra rastnivîsîna zimanên  xwe yên biyanî yên din da ne.” (r.17) Tê bêjî qey, ev hevok jî hinekî di bin bandora “zimanên xwe yên biyanî“ de maye.
3.       Di mijara îzafeyê de behsa  gireya “î”yê nehatiye kirin. Her çiqasî bikaranîneke “î”yê ya pratîk hebe jî behsa vê gireyê nehatiye kirin. Li şûna her du zayend û mêjeran tê bikaranîn. Mînak;
Mehîna min î boz / Mehîna min a boz
Hespê min î boz / Hespê min ê boz
Hespên min î boz / Hespên min ên boz
4.       Ferhengoka li dawiya pirtûkê “zêde ferhengok“ bû, hinekî din peyv lê bihatana zêdekirin dê baştir bibûya.
5.       Li dawiya pirtûkê diviyabû ku îndeksek hebûya, ew jî tunebû.
6.       Her çiqasî ku gelek jêwergirtin jî hatibin bikaranîn, li dawiya pirtûkê çavkanî nehatiye diyarkirin.
7.       Di çend cîyan de ji bo ku balê bikişîne ser mijareke din a di pirtûkê de, referans bêyî hejmara rûpelê hatiye destnîşankirin. Mînak di rûpela 220an de referansa “navberê” bi awayê “bnr beşa ‘Navber’ê”  hatiye destnîşankirin.
8.       Hin mijarên kêmagahî:
 1. Rastnivîsîna navdêr, hoker û rengdêran di pirtûkê de weke beş cî negirtine.
Weke mînak ku bêjera “gelek” ê hoker be an jî rengdêr be divê çawa bê nivîsîn?
 “Ez ji te gelekî hez dikim.”,  “Gelek mirov hatin.”
2. Bêjerên mîna “çiqas, çikes, tukes, tikes, herkes, herdem, dembaş, rojbaş, malîava, hevdu, hevûdin, herçi, herçî, herweha, sererast, ripîrast, simsipî ...” çawa têne nivîsîn? Ku hoker, rengdêr an jî di hevokê de navdêreke din bin, nivîsîna wan diguhere?
9.       Bi tevahî kêşana lêkeran, mijareke tevîhev e, divê ku li ser wê xebatên standardîzasyonê bêne kirin.
Çend peyv ne tê de, lê min hewil da ku ez nivîsa xwe li gora Rêberê binivîsim, tê bêjî qey ev jî hinekî bi zehmet bû. Hêvî dikim ku ji aliyê hemû nivîskarên kurdîyê ve were pejirandin. Weke gotina dawîn, destê hemû kesên ku keda wan di vê berhemê de hene, sax be. 

Bi hêviya berhemên firawan û xebatên berfirehtir yên derbareyê kurdî û zaravayên wê de.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Parkûra Omeryan