Liberxwedana Jiyanê

Îro 31ê Adara 2019an e, Hilbijartina Xwecihî heye û ez li acîlê nobedar im. Piştî ku min vê sibehê raya xwe da, ez hatim nexweşxaneyê. Di nav qilqilandinekê de me ... Dinya bi ewr û baran e, tam li gora derûnîyeke qilqilî ye. Jixwe rewşa welêt jî li holê ye, her çiqasî ku me ji demokrasîyê hêvîya xwe birîbe, ji wê pêvtir tu rê jî tune û tu tiştekî din ji destê me nayê.
Îro bi roj zêde nexweş tuneye. Qey ji ber barîna barana ji erd û ezmanan e yan jî milet ji demokrasîyê sermest bûne, gelo ji ber wê ye? Baş e ku ne zêde ne. Dema ku diçim nobedê, bi xwe re pirtûkekê dibim, wexta ku nexweş ne pir bin, di navberê de dixwînim. Îro jî min ji betalî û "neçarîyê"  dest bi xwendina pirtûka çîrokan a Selahaddîn Demirtaş kir. Nêzî salekê bû ku min pirtûk stendibû, nizanim çima min dest bi xwendina wê nekiribû. A rastî min çend çîrokên wî yên ku li ser înternetê hatibûn weşandin, xwendibû. Min xwest ku vê rojê bikim xelat ji "Seher"ê re.
Bi çîroka destpêkê, a bi navê "İçimizdeki Erkek" re pirtûk xwe  bi mirov dide xwendin. Ev çîrok bi her awayî serkeftî ye. Bi çavdêrîyeke xwezayî, rewşa kurdan ya polîtîk aniye ziman. Di çîroka bi navê "Seher"ê de "cînayetên namûsê" bi vebêjiyeke kezebşewitî raxistiye ber çavan, bi xwendinê re çavê xwîner tijî dibe, kesera girî di qirika wî/wê de dialiqe."Temizlikçi Nazo", keçeke proleter e, ji ber nebaşiya rewşa aborî û malbatî nexwendîye, diçe malan paqijîyê. Bi çavên bavê xwe yê ku bi kula erebeyekê re miribû, li jiyanê dinihêre... Di çîroka bi navê "Bildiğiniz Gibi Değil" de, lehengê çîrokê, bi hest û tevgerên xwe, hinekî dişibe "Gregor Samsa"yê Kafka. "Kara Gözlere Selam Olsun" jî çîroka zarokên karker ên bêsîgorte ye. Nivîskar bi çîrokên "Denizkızı" û " Halep Ezmesi", xwestîye ku trajedîya penaberên Sûrîyeyê, di bîbikên çavên xwîner re bigihîjîne kezeba wî/wê.
Bi gelemperî çîrokên di pirtûkê de serkeftî ne, ne kêmî yên nivîskarên profesyonel in. Xwendina wê ji aliyekî, xwîner dixîne nav hestên xemgînîyê. Di hemû çîrokan de "kovanîyek" heye, lê hêvî jî ne kêm e. Bi nihêrîneke dîyalektîk mirov dikare van çîrokan wilo binirxîne; cîyê ku êş û kul lê hebe, hêvî û liberxwedan jî ji wir kêm nabe.Jixwe me bi şiyana gotinbêjîya (xîtabeta) S.Demîrtaş dizanîbû, asta vebêjîya wî ya edebî jî ne kêmî wê ye. Ku nivîskar ne xwediyê vê çavdêrîyê bûya, jiyaneke biberxwedanî nedibijart.
Di nabera sê çar saetan de -nexweş jî nehatin- min pirtûk qedand. Piştî xwendinê, giraniyekê xwe li canê min pêça. Ez tengijîm, ji xwe aciz bûm, careke din li rewşa xwe û civakê fikirîm, hatim asta ku çêra dinyayê bikim ... dîsa jî min şêwaza xwe xera nekir, ango mirov dikare bi şêwazeke hunerî jî siqêfan bike, jixwe siqêf jî cureyekî hunerê ye ... Tew îcar ku bû dema encamên hilbijartinê, wey mala minê! Ew jî bû kula ser kezebê.
Ez ji rihê xwe aciz bûm êdî, tew ku hinek dihatin û digotin; "Tê bêjî qey ez ê nexweş bikevim, hinekî bêhal im, bêvila min diherike, serûmekê li min xîne.", ez zîvêrî dikirim. Ez bi destê xwe bûma min dê ew ji wir biqewrandina. Jixwe nexweş nayên, ên ku tên jî ne acîl in, psîkolojîka wan xerabe ye, dixwazin psîkolojîka me jî bi xwe re xera bikin.
Wê êvarê, hişê min bê war û bê ziman li hev geriyabû. Dema ku zilamek, li ser destê wî zarokeke ji ser hişê xwe çûyî, bi carewar gaziya "doktor bigihêje, hewar e ..." kete acîlê, ez bi ser hişê xwe ve hatim û bi lez çûm ser gazîyê. Nexweşeke deh yazdeh salî bû. Bi zoran bêhna xwe dida û distend. Ser û çavê wê spîçolkî bû, çavê xwe nikarîbû vekira, bi zor palikên çavên xwe dimiçand. Di ber midaxaleya bilez re, min bi pirsan dixwest ku bersiva klînîka nexweşê hîn bibim. Navê wê S. bû, ji roja jidayikbûna xwe de piyên wê felç bûne(paraplejî), serê wê av girtîye (hîdrosefalî) û ev serê sê salan bûne ku ji ber têkçûna gurçikan dikete dîyalîzê ... Piştî ku hinekî bi ser hişê xwe ve hat, di çavên wê de çirûskên hêvîyê yên liberxwedana jiyanê diçirisîn. Di awirên wê yî westîyayî de hêzeke xwirt a hezkirina jiyanê xwe dida der. Dema ku min pirsên "S. tu çawa yî? Tu baştir î vê gavê ne? ... " jê dikir, mîna ku bixwaze diya xwe û bavê xwe ji wê tirsa bêçaretiya kambax derxîne, çavê xwe vedikir û bersivên ji hêza jiyanê tijî, dida. Di vî emrî de ewqas nexweşî zêde bû ji wê bedenê re. Hinek hest bi doktoran re her ku diçe dihelin. Hinek mirov jî ji bo me dibêjin ku "hûn dilkevirî ne". Erê ku em hînî hin hestan dibin û bertekên hestiyarîyê nîşan nadin, lê ev ne ji ber dilkevirîbûnê ye. Belkî jî reflekseke ji bo başkirina nexweşan e, ku doktor jî mîna nexweşan wan bertekan bidin û mîna nexweş û nasên nexweşan hestiyar bibin, dê çawa nexweşan bi hêsanî tedawî bikin? Awirên S.ya biçûk zêde bandor li ser min kir. Dibe ku ji ber hestgermîya bavitîyê be ku ez jî bavê du zarokên di nêzî emrê wê de bûn. Lê ez dibêm, sedem ne tenê ew e, ji ber ku min gelek nexweşên giran di wan emran de dîtine û ez ewqasî hestiyar nebûme. Hêviya di deng û awirên wê yî zarokî de di bedena wê de hilnedihat. Çi ji destê min dihat min dikir, min alîkarî ji pisporên din jî xwest ji bo baştir bibe. Axir piştî tedawîyê, bêhna wê hat ber wê, rewşa lezgîn a tenduristîya wê baştir bû. Xwezî ku me karîbana dawî li hemû nexweşiyên wê bianina. Xwezî ku bikarîbûya li ser piyên xwe bimeşiya, xwezî ... Xwezî em li welatekî bijîyana ku ew welat giringiyê bide jiyana mirovan, kêfxweşiya zarokan, giringiyê bide pêşketinên zanistî û tenduristîyê ... Bav û kalên me belasebeb negotine ku "Bi xwezîyan dest nagihîje baqên kezîyan."
Ma ne naveroka çîrokên Demîrtaş jî wilo xemgîn û wilo jî bi hêvî bûn. Ma ne ew jî bi wê baweriyê dijî û wê felsefeya liberxwedanê li civakê belav dike. Heta nefesa dawî ya jiyana xwe divê ku mirov li ber xwe bide û ji bo mirovên hejar jî bitekoşe ...

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Parkûra Omeryan