Ev Çawa Albûm e?

Nediket bîra min ku ez ê rojekê li ser mosîqa Ciwan Haco rexneyeke neyênî bikim. Ji roja ku min dengê wî bihîstiye heta îro li hemberî berhemên C.Haco ketime nav bendewariyeke bilind. Berê, bi zorê te karîbû straneke "jirêzê" di nav albûmên Ciwan de guhdar bikira. Her dem bi sê gavan li pêşiya mosîqa kurdî bû, ruwê wê yî modern bû. Çawa çêdibe ku li paş bimîne? Qey bi rastî jî divê ku mirov dema li serê lûtkeyê be, dest ji hunerê berde? Bi şêwaza mosîqa û dengê xwe, bi gotinên stranên xwe bi taybetî ji bo guhdarvanên ciwan fenomenek e. Bû awêneyek ji hunermendên nû yên kurd re, gelek ji wan bi deng û terza xwe di bin bandora wî de diman. Li gora derfetên sî sal berê mirov binirxîne, di her albûmeke xwe ya nû de bi şêwazeke nû guhdarvanên xwe mest dikir. Piştî albûma "Na Na"yê derizîn kete navbera şopînerên Ciwan û ev derz her ku diçe dibe şkestin. Li gorî min û ez dibêm qey li gorî gelek guhdarvanên Ciwan jî al...