Dîftongên Kurdî


              Weke ku tê zanîn li ser riwê (an jî ruwê) cîhanê bi hezaran ziman û devok têne axaftin. Ev ziman bi awayekî zimanzanî ji hev hatine beşkirin. Ev jî li gora fonetîk, sentaks, leksîkolojî, etîmolojî, morfolojî û her wekî din têne beşkirin. Her ziman û hetta her zarava xwediyê hinek cûdahî û taybetiyan in. Mînak di zaravayê kurdiya başûr (Soranî) de ergatîvîte û dengê "v"yê tuneye, di zaravayê zazakî de dengê "ç"yê ji zaravayên din cûdatir e, dengekî di navbera dengên "ç" û "s"yê de ye. Her wiha mirov dikare mînakên van cûdahiyan zêdetir bike.
          Ya ku ez dixwazim balê bînim ser, dîftongên (dudeng) di kurdî de ne. Li gora hin zimanzanan "xw" dîftong tê qebûlkirin, li gora hinekên din nayên qebûlkirin. Ez jî dixwazim li vê tevliheviyê yeke din zêde bikim (Ez ne zimanzan im, lê mîna xwendevanekî kurdî, dixwazim ku pirsên di hişê xwe de par ve bikim). Mijara ku ez dixwazim behs bikim bi dualî ye, yek jê bikaranînana dengê "u" ya kurdî ku ji dengên "wi" pêk tê, ya din jî bi vê re têkildar dengên bi dengê "w"yê re mîna "xw, kw, tw..." têne bikaranîn. Ger ku "xw" dîftong be, çima ev deng ne dîftong bin? Mînak;
Tu = Twi
Gul = Gwil
Buk = Bwik (Bûk, Bwîk, Bûk)
Ku = Kwi ...
Kwîr = Kor, Kûr
Twîj = Tûj, Tîj
Gwîz = Gûz, Goz
Bwîk, Bwik = Bûk, Bîk
Xwîn = Xûn, Xon
Dwîr, Dwir = Dûr
Çwîk = Çûk ...
           Bikaranîna pêşîn li gora dengên kurdî resentir e û li gelek herêman hê jî tîpa "U"yê gelek carî weke "Ü"ya tirkî  tê bilêvkirin û ev jî dike ku, xwendevanên kurdî peyva "gul"ê (gwil) mîna "gül"ê bi lêv bikin.Her çiqasî ku li hinek herêman ev bikaranîn hatibe berdan jî, ji awayê dewlemendî û reseniya kurdî ve giring e ku were parastin.
           Baş tê zanîn ku ziman jî bi awayekî zindî ye ku bi demê re, bandorê li zimanên din dike û di bin bandora zimanên din de dikare bimîne. Guherîna civakê rasterast di ziman de jî hin guhertinan bi xwe re derdixe holê. Her çiqasî mirov nikaribe pêşî li hemberî guhertinên deformatîv bike jî, li gorî fikra min a baş ew e ku ziman, kêm zêde bi awayê resen di warê nivîskî de jî were bikaranîn.
          

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Parkûra Omeryan