Ev Çawa Albûm e?

Nediket bîra min ku ez ê rojekê li ser mosîqa Ciwan Haco rexneyeke neyênî bikim. Ji roja ku min dengê wî bihîstiye heta îro li hemberî berhemên C.Haco ketime nav bendewariyeke bilind. Berê, bi zorê te karîbû straneke "jirêzê" di nav albûmên Ciwan de guhdar bikira. Her dem bi sê gavan li pêşiya mosîqa kurdî bû, ruwê wê yî modern bû. Çawa çêdibe ku li paş bimîne? Qey bi rastî jî divê ku mirov dema li serê lûtkeyê be, dest ji hunerê berde?
      
     Bi şêwaza mosîqa û dengê xwe, bi gotinên stranên xwe bi taybetî ji bo guhdarvanên ciwan fenomenek e. Bû awêneyek ji hunermendên nû yên kurd re, gelek ji wan bi deng û terza xwe di bin bandora wî de diman. Li gora derfetên sî sal berê mirov binirxîne, di her albûmeke xwe ya nû de bi şêwazeke nû guhdarvanên xwe mest dikir. Piştî albûma "Na Na"yê derizîn kete navbera şopînerên Ciwan û ev derz her ku diçe dibe şkestin.
      Li gorî min û ez dibêm qey li gorî gelek guhdarvanên Ciwan jî albûma "Sî û Sê Gule"yê lûtkeya mosîqa Ciwan Haco ye. Gotin têra pesindayîna vê albûmê nake. Bi amûrên xwe, bi gotinên stranan, bi şêwaza dengê xwe albûmeke orjînal bû; çiqasî kurdî be ewqasî jî cîhanî û modern bû. Ez dibêm qey bi vê terzê sed albûm jî biafirandina, buhayê wê lê nedişkest.

Stranên mîna "Generalekî Tirsonek, Ey Dîlberê, Gula Sor, Gund û Bajarên Çadirîn, Gulek, Serbûriyek..." şaheserên mûzîka modern a kurdî ne. 
   Ev du roj e ku albûma Ciwan Haco ya dawî "Felek" derketiye, li ser înternetê tê guhdarkirin. Bi guhdarkirina ewil re meriv fêm dike ku albûmeke bi zorê hatiye derxistin. Bi şêwaza xwe, bi amûrên xwe, bi gotinên xwe albûm dûrî albûmên Ciwan in. Hetta ne şerm be mirov dikare bêje ku "albûma herî beradayî ye" 
     Albûm ji 12 stranan pêk tê. Bi gelemperî weke "teqlîdeke sivik" a Ciwan Haco ye.
Strana bi navê "Şîfa Gerdî" li ser rojnamegera kurd hatiye amadekirin. Gotinên stranê ne bi bandor e, mirov dibê qey bi zorê hatiye nivîsandin. Melodiya wê weke klameke "Mûzîka Gelerî ya Tirkî" ye, ji hest û ruhê kurdî dûr e. 
Strana "Mektûb"ê mîna teqlîda strana "Can"ê ye. 
Strana "Lêv Şêrîn" jî bi gotin û melodiya xwe weke teqlîda "Maçekê" ye, lê ne mîna wê xweş e.
  Strana "Yarî Şêrîn" jî weke versiyoneke bi tempo ya "Daristana Te" ye.
   Ji strana bi navê "Arîn Mîrkan"  bêhna "Bilûra Min" tê. 
Strana bi navê "Bêriya Te" hinekî dûrî terza Ciwan Haco ye, ez dibêm qey cara ewil e ku straneke wilo gotiye. Bi rîtim û melodiya xwe dişibe stranên hunermendên derdora Qamişlo, wekî Zubêr Salih û Seîd Yûsiv. 
Strana "Nisrînê" gelerî ye ku Ciwan Haco di kaseta xwe ya ewil ku li Rojava bi awayekî amatorî tomar kiriye, careke din xwendiye. 
Strana "Fato" jî weke varyanta "Seyranê-Seyro" ye. 
    Rexneyeke bi gelemperî; li gora derfetên sî-çil sal berê mosîqa Ciwan çiqasî modern û pêşketî û xweş bû, îro em dibînin ku dijî vê ewqasî bûye lokal(mehellî), ji rêzê û mixabin tahmsarkî ye...

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Parkûra Omeryan