Çîroka Têkçûyînekê

Romana Eta Nehayî ya bi navê Gulên Şoran, bi serpêhatiya Lasê kurê Wisû Axa re behsa serdemeke civakî û polîtîk a kurdên rojhilatî dike.
Roman bi vegereke bêdeng û derengmayî ya piştî pazdeh salan a Las, nuxurîyê Wisû Axa dest pê dike.
Bi flaşbekan çîrok û serpêhatî tê vegotin. Las bi awayekî bidizî vedigere mala xwe. Kesek ne li hêvîya vegera wî  ye. Her kes wî mirî dizane. Bajarê wî û malbata wî guherîye. Pîrejina diya wî jî ji ber vê hatina ji nişkê ve nizane bê çawa tev bigere, kêfxweş bibe yan xemgîn bibe, nizane. Dayê Gulê jê dipirse; "Las? Kurê min, tu vegerîyayî?". Las bi van gotinan li diya xwe vedigerîne; "Vegeriyam, da ku kûçikên welatê min bi ser min de bireyin, da ku kûçikên welatê min zenda lingê min bigirin."
Las di rojeke ku rûsan agir berdane bajarê wî, hatîye dinê. Bi malbatî koçber dibin, lê careke din dema ku vedigerin kavilê bajarê xwe yî şewitî, di nav kavilê mala xwe de, li hewşê, li ser koka dara tiwê ya şewitî şitleke nû şîn hatîye û mirovekî dibînin ku xwe li bin wê şitlê dirêj kiriye. Navê wî mirovî Xalo Nayer e, ku ew jî heta ku dimire bi wan re dijî. Xalo Nayer, navê Las û Xanzadeya dotmama wî ku hê nû hatibûn dinyayê li wan dike.Ev navdanîn, ji wan re dibe mîna çarenivîsekê. Las li pey cureyekî gulên efsanewî dikeve ku jê re "Gulî Şoran" tê gotin.
Las û Xanzade, bi hev re mezin dibin, pismam û dotmamên mîna du hevalan in.Bi mirina Xalo Nayer re Las nexweş dikeve, heta çend mehan ji nav livînan dernakeve, tê halê mirinê. Ku ji wî halî derdikeve bi evîna xwe û Xanzadeyê dihese û wê jî pê dihesîne.Dizewicin û kurekî wan çê dibe navê wî dikin Yadgar... Las li pey şoreşê diçe, da ku welatekî bike diyarî ji bo gelê xwe. Piştî ku şoreş têk diçe ew jî venagere û malbata wî li pey wî diçin lê şopa wî wenda dikin. Wan salan tu agahî ji şoreşgeran nedihat. Bi awayekî wendabûna wî weke mirina wî qebûl dikin, reş girê didin, şîna wî digirin û di dawî de wî ji bîr dikin. Ji bilî dêya wî her kes vê "mirinê" qebûl dike.
Çîrokeke bi her alîyê xwe ve serkeftî ye. Lê wergera wê ya kurmancî ne ew qasî baş e.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Parkûra Omeryan