Xwendin û Nivîsa Bi Kurdî

Ez gelek caran li kesên ku zanîngeh qedandine û bi ser halan de jî bi ser kurdî de hele didin, rast têm, ku li hemberî bêxîretbûna wan î xwendin û nivîsa kurdî matmayî dimînim. Gotin bê ser nirxandina rewşa zimanê kurdî cilê ser xwe diqetînin lê di rastiyê de salê qey pirtûkeke bi kurdî dixwînin an jî nêvî dihêlin û li pirtûkgeha xwe bi cî dikin. Li ser medyaya civakî jî dema ku bi şaşî tiştinan bi kurdî dinivîsin tê bê qey di asta zarokên dibistana destpêkê de ne, ew qasî şaş û kêm dinivîsin. Qey bira xwendin û nivîsa bi kurdî pir dijwar e?Rast e dijwar e lê ji bo yekî/yeke tirk, ingilîz, kamboçyayî û mozambîkî, ne ji bo kurdekî. Rast e ku rengê asîmîlasyonê gelek e, li gelek cihî bêyî daxwaza me derdikeve pêşberî me û em bê hemdê xwe di bandora wê de dimînin. Nivîs û xwendina kurdî ya bi tîpên latînî, divê ji bo kurdên bakûr ne ew qasî dijwar be, jixwe kurd bi tîpên latînî bi tirkî perwerdeyê dibînin, dixwînin û dinivîsin. Tenê çend dengên cuda hene ku bi tîpên...