Mirov, Desthilatdarî û Wêrankarî

Çima xirabî ji ser rûyê cîhanê kêm nabe?
Çima mirov ew qasî zilmê li hev dikin?
Li gora dilê xwe xwezayê wêran dikin, ji bo berjewendiyên xwe her tiştî dikarin feda bikin.
       Gelo , ma ne ew mirov e ku ji biçûkantiya xwe ve bê guneh bû? Yan jî dibe ku ji ber biçûkbûna mirov, wêrankariya mirov jî biçûk be ango neyê ber çavan.

Ma ne ew mirov e ku ji dîroka tarî heta vê demê hem bi cinsê xwe re û hem jî bi xwezayê re şer dike?
Dibe ku sedemên van şeran başiya/parastina mirovahî û xwezayê be? Gelo tekane rêça parastina mirovahiyê di nav şer û wêrankariyê re derbas dibe? Nabe ku ev parastina desthilatdariya mirov î li ser gerdûnê be? Dibe ku wekî fikreke utopîk bê dîtin lê bi min ev fikir ne ew qasî dûrî aqilan e. Helwesta mirovan diyar e ku hemû qul û qurçên gerdûnê keşf bike an jî mohra xwe lê xe. Bi riya zanyariyên gerdûnnasî, fizîk, kîmya, genetîk ûhwd dixwaze ku mirov her tim li xwe zêde bike (jixwe dawiya van pêşketinan jî qet xwiya nabin).

Ew qas pêxember-dîn, fîlozof-felsefe, siyasetmedar-polîka, zanist/zanistî ... tev ji bo aşitiya civak û xwezayê bûn an ji bo tiştekî din? 
Angaşta hemî desthilatdariyan ew e ku ji bo mirovan bibin bingeha aşitiya civakî. Lê di rastiyê de ev diguhere rengekî din; mirov dibin qurbaniyên başiya desthilatdariyê.


Bi rastî jî mijara desthilatdariyê pirî fireh, piralî û tevîhev e, lê mantîqa wê jî ne ew qasî dijwar e, ji ber wê ez dibêjim qey fikreke her kesî ya orjînal heye di vê mijarê de. Wekî bi fikreke gelemperî ez jî dikarim bêjim ku "Mirov li ser desthilatbûnê pêk hatiye". Û ev refleks jî bi candaran tevan re xwiya dike, tenê bi çend cudahiyan ji ya mirovan vediqete; mirov tu carî dev ji vê helwesta desthilatdariyê bernade, her tiştî dikare di vê oxirê de feda bike (tenê li xweparastinê disekine, dikare her tiştê dora xwe tarûmar bike). Ajalên dirinde jî di jîngeha xwe de dikevin nav gengeşiyan, lê ku kî serkeftî bibe yên din wî/wê dipejirînin... 
       Tiştekî mirovan î taybet heye ku tu carî xwe bêhêz nadin xwiyakirin; her tim li bendeyî îhtîmala biserketinê ye. Li tu derê nayê dîtin ku siyasetmedarek rabe bêje ku "filankeso/ê ji min jêhatîtir e, êdî bila hinekî din bên şûna min" . An jî nivîskarek, hunermendek, stranbêjek ûhwd nikarin bêjin "ji bo min bes e". 
Di rastiyê de mirov di nava xwe de jî,  bi xwe re di nava şer û terkoşînekê de ye. Her gav dixwaze li xwe zêde bike. Di vî şerî de çi qasî serketî be ew qasî kêfxweş û bextewer dibe, dijî vê jî bextreş û êrîşkar dibe li hemberî civakê, xwe û xwezayê. 
Gotina min dawî jî ev e ;" Mirov gelek carî li bende kêfxweşbûnê ye kêm carî jî li dû kêfxweşkirinê (dibe ku ev jî hêla pragmatîst be) ". Mirov gelek carî mîna vrûsan tev digerin  ji ber ku vîrûs her timî ji bo xwezayê  bi xeternak in.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Parkûra Omeryan