Keleha Zêrzewanê (Zerzevan Kalesî)/ Samachi

Keleha Zêrzewanê, li ser riya Amed-Mêrdînê, li texma kîlometreya 45an e.
Li vir gelek avahiyên sererd û binerd hene, weke perestgeh, bîrên avê, embarên zad û xwarinê, korîdorên nepenî yên bin erdê û stargehên ku nêzî 400-500 kes dikarin xwe lê veşêrin hene. 

Vîdeo: Dergehê kelehê

Tê texmînkirin ku ev keleh piştî zayînê(pz) di sedsala(ss) 4an de ji aliyê Împeretoriya Romayê ve weke qereqolekê hatiye avakirin. Li rojhilatê Împeretoriya  Romayê , li hemberî êrîşên Persan/Sasaniyan weke artêşgehekê hatiye bikaranîn. 

Vîdeo; Hundirê Perestgeha Mithrasê

Ji ber ku xebatên bikêrhatî ên arkeolojîk û lêkolînên zanistî pir dereng hatin destpêkirin (her çi qasî ku di 2014an de hinek xebatên arkeolojîk hatibin destpêkirin jî, xwiya dibe ku ne xebatên zêde bi bandor in), meriv li ser dîrok û mîmariya vê kelehê nikare tu agahiyan bi dest bixe.
  
 Ji 2014an û vir ve, ji bo ku meriv bi hêsanî biçe serê kelehê, riyeke trimbêlan jî hatiye çêkirin.
 Ez di sala 1997an de ji Mêrdînê çûm Amedê, cara pêşîn wê demê vê kelehê bala min kişandibû. Bêtir, dema ku ez diçim cihekî ku berê neçûbimê, wekî gelek kesan, li derdora xwe , li dar û beran, rezan, gundan, avahiyan, li çiyayan û her wekî din bi baldarî temaşe dikim. Çi gava ku ez di ber vê kelehê re bi erebê derbas bibûma min dixwest ku ez herim wê bibînim, lê her timî astengiyeke biçûk derdiket pêşberî vê keşfê ku yan dinya pir germ bû, yan jî sar û şilî bû, yan ez ne bi tenê bûm yan sibê zû bû, yan derengê êvarê bû... Lê vê carê saet li dora 14an bû, karekî min î lezgîn jî tunebû, hewa xweş bû, bayê serê Adarê tam li gora vê gerê bû. Ez jî çûm ku dawiyê li mereqa xwe ya bîst û yek sal berê  bînim.
 Keleh, li ser çiyayekî ye ku ji asta rê 100-150 metroyî bilindtir e. Riya trimbêlan li paş çiyê dizîvire û diçe nêzî kelehê.Her çi qasî ku ne riyeke ew qasî xweş be jî jixwe kurt e ,nêzî kîlometroyekê ye. Dema ku ez çûm nav kelehê, careke din ez lê hayî bûm ku "Dîrok li ser xerakirin û xweparastinê ava bûye". Mirov şaş dibe ku çawa bi mîmariyeke hêja, hîmên  ku li dora 200-300 kîloyî ne li ser hev bi hostayî hatibin lêkirin û bi dijberiya vê hostahiyê,bi hovitiyekê ev avahî hatibin hilweşandin ango xerakirin. Ne gengaz e ku ev keleh ji ber bêxwedîtiyê an jî ji ber erdhej an jî bûyereke xwezayî xera bûbe, mimkûn e ku ji aliyê dijminantiya desthilatdariyan a dîrokî, piştî binketina vê kelehê bi zanebûn hatibe serûbinkirin.
 Ji ber ku li kelehê tu tabelayên agahiyê di derheqê wê de  tunebû û li ser înternetê jî ez li agahiyeke berbiçav a danasîna xirbeyê kelehê de rast nehatim, min nikarîbû nivîseke danasînê binivîsim.

Wêne: Nivîseke li ser deriyê perestgeha Mithrasê
Tiştê ku bala min kişand jî ew bû ku dema ez li nav xirbeyên kelehê geriyam, çavê min bi kesinî lêkolîner an jî arkeolog neket. Kesên ku hatibûn dîtina vir jî xwiya bû ku mirovên  ji herêma derdorê bûn ku bi taybetî ji xwe re hatibûn seyranê. Lê nerînên wan ên ecêb û axaftinên wan ên ku weke mînak digotin "wax waxx, ji xwe re li van keviran, li van bîran binêre... dema gawiran de vir ava bûye, çawa karîbûn rahêjin van kevirên ew qasî mezin?..." Jixwe şîroveyên wan jî, pirsên wan jî li cî bûn.

Gelek cûreyên cihên dîrokî bi dewlemendiyeke hêja li ser vê xakê peyda dibin. Lê hê jî bi cidiyeteke zanistî xwedî li van deveran nayê derketin, yan têne talankirin, yan dibin armanca gencînîgeran(defînegeran) yan jî li ser van deran avahî têne avakirin.
Ew derên ku kolanên arkeolojîk lê tên kirin ji bo geştiya dîrokî nayêne danasîn ûhw...

Vîdeo; Dîmenê bi tevahî yê kelehê

Yorumlar

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Parkûra Omeryan