Xwendin û Nivîsa Bi Kurdî

Ez gelek caran li kesên ku zanîngeh qedandine û bi ser halan de jî bi ser kurdî de hele didin, rast têm, ku li hemberî bêxîretbûna wan î xwendin û nivîsa kurdî matmayî dimînim. Gotin bê ser nirxandina rewşa zimanê kurdî cilê ser xwe diqetînin lê di rastiyê de salê qey pirtûkeke bi kurdî dixwînin an jî nêvî dihêlin û li pirtûkgeha xwe bi cî dikin. Li ser medyaya civakî jî dema ku bi şaşî tiştinan bi kurdî dinivîsin tê bê qey di asta zarokên dibistana destpêkê de ne, ew qasî şaş û kêm dinivîsin.
   Qey bira xwendin û nivîsa bi kurdî pir dijwar e?Rast e dijwar e lê ji bo yekî/yeke tirk, ingilîz, kamboçyayî  û mozambîkî, ne ji bo kurdekî. Rast e ku rengê asîmîlasyonê gelek e, li gelek cihî bêyî daxwaza me derdikeve pêşberî me û em bê hemdê xwe di bandora wê de dimînin. Nivîs û xwendina kurdî ya bi tîpên latînî, divê ji bo kurdên bakûr ne ew qasî dijwar be, jixwe kurd bi tîpên latînî bi tirkî perwerdeyê dibînin, dixwînin û dinivîsin. Tenê çend dengên cuda hene ku bi tîpên cuda têne xwendin û nivîsîn (di rastiyê de gelek dengên kurdî ji yên tirkî cudatir bin jî ji ber ku bilêvkirina wan nêzî yên tirkî ne, bi heman tîpê têne nivîsîn.) Tevî vê rehetiyê hîna jî li şûna "Xwedê" Ğöde, li dewsa "Tu"yê "Tü", ji dêvla "Qey" "Key" û garaneke tiştên din hene. Qey bi rastî bikaranîna tîpên "Q,W,X,Ê,Î,I" pir dijwar in ku li şûna "Newrozê" "Nevroz", li cihê "Heval" "Hewal" tê nivîsîn? Na welleh, ne ew qasî zor e. Bi min ev tenê bêkêrbûn û qûngiranî ye. Ez doza bikaranîneke birêkûpêk a biwêj, gotinên pêşiyan, peyvên resen an jî sentakseke birêkûpêk a kurdî nakim ji wan. Ji ber ku bi rastî jî dijwariya asîmîlasyonê zêde berbiçav e û di gelek pirtûkên kurdî de li şopên wê rast têm. Ji bo zimanekî ku ji kûrahiya hezar salan ve zîndî maye û gihaye roja me, xebateke çar pênc heyvan ne zêde ye û divê ev erkek be ji bo dildarên kurdî.
             Sala 1992an de ez ji bo xwendina dibistana navendî ji gund çûbûm bajarê Mêrdînê. Rojekê dema ku êvarî ez ji dibistanê vedigeriyam cihê ku lê dimam , li kêleka rê çavê min bi rojnameyeke bi kurdî(Welat) ket, diyar bû ku hatibû avêtin, di nêvî de jî çiryayî bû. Bi tirsekê min ji erdê rahiştê. Min gelek carî li cem rojnamefiroşan dîtibû lê heta wê demê min qet nexwendibû, hayê min ji nivîsên bi kurdî hebû lê ji ber temen û rewşa xwe min derfet nedîtibû bixwînim. Dema min rahişt wê rojnameyê tirsek û kelecanek li min peyda bû, tirpînî ji dilê min dihat. Dema ez vegeriyam cihê ku ez lê dimam, bê ser û ber min rojname ji nav defterên xwe derxist û bi heyecaneke cûda rûpelên wê li ser hev qulipand. Min wê êvarê hema hema hemî rûpelên wê xwend. Ji gotin û helbestên ku li ser îlanên kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn heta bi ferhengoka li rûpelên dawî min xwend. Û ez bi rehetî dikarim bêjim ku tu dijwarî ji bo min tê de tunebû. Di navbera çend rojan de, min hinek çîrok, tiştanok û helbestên ku tê de bûn jî jiber kiribû.
            Helbet ne ku tenê ev bûyer bû sedem ji bo helwesta min a xwendina bi kurdî. Dem û rewş bi gelek mînakan dike ku mirov li rastiya xwe û civakê hayî bibe. Ji bo çavên ku bixwazin bibînin dîmen pir in, tenê bila li dora xwe binerin. 
            Roj bi roj rewşa welêt û cîhanê diguherî û em jî mezin dibûn. Ji xwendin û nivîsa bi kurdî pirtir min hişê xwe bi guhdariya zaravayên kurdî dadigirt. Di serî de zêdetir li ser zaravayê zazakî dû re jî bi soranî min guhê xwe tije dengên klamên kurdî dikir. Di salên lîseyê de êdî hinek pirtûkên kurdî û helbestên Cegerxwîn jî bi dest me diket.
Ji bo min mîlada duyemîn a xwendin û nivîsa kurdî bi xwendina "Mem Û Zîn"a  giranbiha ya qedirbilind Ehmedê Xanî bû. Piştî wê min xwe di nava deryaya kurdî de dît, carinan te digot qey min bi qubaletî girtiye, ez li xwendinê germ dibûm. Ez hîna jî ji xwendina kitêbên xweş î bi kurdî têr nebûme û lîsteya pirtûkên ku ez dixwazim bixwînim her roj dirêjtir dibe. Divê ez careke din, belkî gelek carên din Mem û Zînê bixwînim, ne tenê evîneke mirovî ye; evîna gelekî, zimanekî, dîrokekê û hebûnekê ye.
Rêz û hirmet ji Baba Tahirê Uryan, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Hecî Qadirê Koyî, Pîremerd, Cegerxwîn, Celadet Alî û hevalbendên wî re, ji Mehmet Uzun, Arjen Arî , Ebdula Peşêw, Bextiyar Elî, Malmisanij û xwediyê hemî pênûsên ku bi kurdî nivîsîne û ew ê binivîsin re ...

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Parkûra Omeryan