Pîrê Mem


Ziyareta Pîrê Mem, li herêma Omeryan, di navbera gundê Bikêrê û Kurima de ye . Ziyaretgeheke kevn e, pirtir ji aliyê gundên derdorê ve tê ziyaretkirin. Di derheqê dîroka vê ziyaretê de agahiyeke diyar tuneye. Li vê heremê gelek ziyaretên mîna vir hene, pirê wan jî tenê ji hêla gundên derdora wan têne naskirin; Letanê, Kalbazo, Melekaf, Mezelkê Sipî çend mînakên ji van in. Gelê heremê li van deran pez û dewaran dikin dehî û xwe davêjin van ziyaretan, ji bo pakbûna nexweşî û tengasiyên xwe duayan dikin.

Taybetmendiyeke van ziyaretgehan jê jî ew e ku, bi dar û ber in, kesek darên li van cihan jê nakin. Bêîstîsna li tevan darên berûyê heye, jêkirina darên li vir guneh tê qebûlkirin.
Li Pîrê Mem dareke mezin ya berûyê heye ku ji mezinbûna şaxên wê û stûrbûna qurmê wê diyar dibe ku pir kevnare ye. Bi rehetî deh malbat li bin wê dikarin bi cî bibin. Avahiyeke biçûk î bi qasî bîst metrekareyî heye ku sê tirbeyên textînî tê de ne. Li derûdora ziyaretê neh deh bîrên avê hene, ji dema ku ava kaniyê  li vir tê bikaranîn, êdî hewcedarî bi wan nema tê û devê bîran hatiye girtin. Nêzî pazdeh sal berê camiyek jî li vir hatiye avakirin. 
Her çi qasî ku tu lêkolîn li ser van mekanan nehatibe kirin jî bi hinek taybetiyên xwe dişibin ziyaretgahên Êzîdatiyê. Dibe ku berê ev ziyaretên Êzîdiyan be piştî ku gelê vir derbasî dînê Îslamê bûbin ziyaretgahên wan jî bi wan re guherîbin. An jî ev ziyaret bi awayekî çandî ve di bin bandora Êzîdatiyê de mabin. Bi hinek taybetiyên xwe pir dişibe ziyaretgaheke Êzîdiyan;
1. Navê "Pîrê Mem" navekî kurdî ye û pîrîtî jî nîşaneke Êzîdatiyê ye.
2. Ev ziyaretgah bi taybetî di meha Nîsanê de û berê jî zêdetir roja çarşemê (Çarşema Sor) dihate ziyaretkirin.
3. Li şaxên darên van ziyaretan xelk ji bo daxwaz û miradê wan were cî paçikên rengîn pê vedikin. Dîsa axa li ziyaretê weke "teberik" dihate xwarin. Gopalê li ziyaretê ji bo nexweşiyan li ser laşê xwe digerandin. Di hêlanan de zarok û nûciwanan xwe dihejand û weke rîtuelekê gotinên wekî "hêlan hêlana heciyan, gunehê dê û bavan weşiyan" dihate gotin.

Li serê girê rojavayê ziyaretê bi navê Qutûryê hin xirbeyên berê hene. Dibe ku di demên berê de têkiliya van mekanan bi hev re hebe. Li van derdoran gelek xerabe û şikeftên ku ji demên berê mane, hene. Ji bilî van deran li gelek çiya û newalan gelek cihên ku xwediyê taybetmendiyên efsûnî tên dîtin hene, yan ji şkereke kevir, şkeftekê, ji tahtekê pêk tê. Weke mînak; Kevirê Deve, Pîra Bihalkî, Bongiz, Melmehema ûhwd her yek xwediyê çîrokeke efsûnî ye. Kesek darên van ku mekanên pîroz têne qebûlkirin, jê nakin. Di wê baweriyê de ne ku heger darên vir bê jêkirin, ev dê bibe sedemên bêyomiyan. Hetta nêçîr jî li van cihan nayê kirin. Ev jî taybetmendiyeke van deran e ku parçayeke ji çanda arkaîk in.

Di zaroktiya min de tê bîra min, di çarşema serê meha Nîsanê de bi malbatî em diçûn Pîrê Mem. Wê demê hema bêje cî li derdora ziyaretê nedima, tijî mirov dibû. Ji gundên hawîrdorê bi hezaran mirov dihatin ziyaretê, yên ku sibehê zû biçûna bi şens bûn ji ber ku li bin dara mezin a ziyaretê cî peyde dikir. Ew roj mîna rojeke cejnê derbas dibû. Her kesî li gora derfetên xwe xwarin çêdikir, ji hevdû re îkram dikirin. Zarokan bi hev re dilîst, carinan şer jî dikirin, lê bi gelemperî xweş derbas dibû. Di van salên dawî de xelk bêtir di rojên dawiya hefteyê de mîna seyranekê Pîrê Mem ziyaret dikin.


Bêguman her ku jiyana bajêr dikeve dewsa ya gund gelek çand û kevneşopî jî yan wenda dibin an jî diguherin. Ew roj, ji bo min her tim di bîreweriya min de demên xweş ên zaroktiyê ne. 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Parkûra Omeryan