Rewşa Watsapê

Rewşa me rewşeke giran e
Hawîrdor mij girtiye ji emojiyane
Kesek nemaye li me bike laykane (like)
Em bûne koçberê feysbûk, twîtir û înstagramane
Ferman e, fermana Homo Sapîensan e

    Mirovahî her dem di nava guhertinekê( Evolution) de derbas dibe, ev rewşeke asan e. Gelek carî jî ev rewş bi "pêşketinê" tê pênasekirin. Ji çanda devkî ber bi ya nivîskî, ji wir jî bi bayê bezê ber bi ya kompîtûrî û van salên dawî jî bûye çanda telefonên biaqil(androîd). Bêguman her dewr xwediyê hinek avantaj û dezavantajan e. Kî bixwaze dikare ber bi pêş ve biguhere , kî jî bixwaze dikare di bin xwe de li ber gû here... Gelek caran jî ev rewş ji asta bijartinê zêdetir dikeve asta bêgaviyê. Her kes kêm zêde ji vê rewşê agahdar e. Gotineke me yî kurmancî heye, dibêje "mîh bi nigê xwe, bizin bi nigê xwe". Lê li gorî fikra min ev hinekî ji vê gotinê wêdetir e, ji ber ku mîh û bizin endamê heman keriyî ne. Gotineke din î bi vê rewşê re têkildar heye, ew jî ev e; "tu keran bibî ba keran wê ji hev bielimin tir û fisan". Ev gotinên pêşiyan ji çanda devkî ne, bi teql in, ne wekî emojiyên androîdan monoton in. Her kes di nava jiyana teknolojîk de xwe digevizîne, lê balkêş e ku gelekê van jî li çêjên demên berê digere.

Tabî li ser vê kêşeyê di tûrikê her kesî de çend gotin û teorî ew ê hebin. Ez ê bêtir li ser bikaranîna Rewşa Watsapê rawestim. Li seranserê cîhanê bikaranîna telefonên androîd bê ser û ber berbelav e, ez jî wekî we hemûyan bi kar tînim û ez vê gavê li cihê karê xwe vê nivîsê bi wê dinivîsim. Ev daneke Xwedê ye bi destê şîrketên telefonên androîd e (Ez xwe bi zor digirim ji bo ku ez emojiyekê li dû vê hevokê nezeliqînim, de îcar hesab li cem we.)

    Ez dirêj nekim êdî, m'alûm e ku çanda androîd li ser hîmên an jî zixurên kurtkirinê pêk hatiye.
Ez ji hinek bikaranînên Watsapê off bûme; çi ne ev? (Gelekê van bikaranînan di torên din ên medyaya civakî de jî hene). Bi min ev "kêşe" hêjayî analîzên derûnînasî/civakînasiyê ne.
1. Kêşê mêşê guhertina wêneyê profîlê, ciwamêro/canikê ji bûkalemûnan jêhatîtir e.
2. Hema li ku gepeke xwarin bixwin, ji sed aliyî ve wêneyên xwarinê davêjin rewşa watsapê.
3. Naçin camiyê, lê her eyd û erefat û qendîl û înan peyam û w'azên dînî, weke libên tizbiya sedûyek libî dikin rêzik û ji kesên di rehbera telefona wan de ne, bi rê dikin.
4. Ew kesên "xweşik" û ji bejn û bala xwe razî, bi wan wêneyên xwe yî çavgirs, rûşêrîn, dêmgulîn, lêvhingivîn ... -"hay lê , hay lê, hay lê, şev û rojan di meylê"- "por û rîh bûne bostek, di pêsîrê de sibeh" . Me fêm kir, temaam, hûn xweşik in hûn çeleng in heyran, çi hewce dike ku hûn her roj keçelbûna me bînin bîra me?
5. Feylesofên zemên jî hene, pirtûkan naxwînin lê ji hemû nivîskar û feylesofan gotinên tirtire, ji xwe qelewtir dikin, "hûn jî werne vî alî".
6. Ew ên ku dema wêneyên zarokên xwe par ve dikin û ji bo ku çav li zarokên wan nekeve jî ruwê wan bi emojiyekê vedişêrin, derdê we çi ye?
7. Ew hunerhezên ku dixwazin hemû klîbê par ve bikin, ma qey ku tu lînka wê par ve bikî ne bes e? Tê bê qey tu derhenêrê wê klîbê yî looo.
8. Ên herî zêde gwê vî karî derdixin jî ev in, ew ên li gel stranekê hemû rêwîtiya xwe par ve dikin, gelek carî jî dixwazin modela erebeya xwe di bîbika çavan de rakin, yaow ma em mecbûr in bi te re rêwîtiyê bikin? Him kêfa min qet ji wê strana ku lê dide jî re nehat. Erebê bisekinîne! Ez ê dakevim birê min.
9. Tew yên ku tu carî ji kêfa xwe nayên xwarê hene, dinya jî xira bibe ne xema wan e, her tim tiştekî ji bo qirdikbûna xwe par ve dikin.
10. Ma yên ku ji siya xwe ditirsin, li gorî fikra wan, ew mirovine pir hêja ne, ji ber vê her kes li pey wan in, hetta fezayîyên ji galaksiyên din jî li pey wan in. Ji ber vê divê ku xwe nedin dest. Ji bo ku balê nekişînin ser xwe, derpiyê xwe li serê xwe dipêçin û parvekirinên fezayî dikin.
10. Evana yên li ser bêjingê mane, gelek jê nayên bîra min, dibe ku bêne bîra we.

Binyata mirovan mîna lastîkê ye bêxwedîkê, heta jê tê vedizile. Ev vezelîn jî tam li gora dilê pergala kapîtalîst e. Tu çi bide van mirovan ew ê xwe li gora wê adapte bike. Mirov vê çanda popûler weke nexweşiyekê ji hev vedigrin. Her mirov tekane ye, xwediyê hin taybetmendiyan e, ev jî dibe nasnameya mirovan ya xwezayî. Kenê her mirovî weke şopa tiliyan ji hev cuda ye, awirê mirovan, girîn û hêrsbûn jî wilo ye. Bi emojiyan ev nasname jî bêwate dibe, êdî hemû ken dibin emojiyek. Lê rastiyek heye ku, tu emojî nikare bikeve şûna destana Kawayê Hesinkar, risteyên Mem û Zînê, klameke Şakiro, newaya bilûrê, bîhna xwezayê, dîmenê çiyayekî, gotinên romanekê, duaya pîrejinekê, maça evîndarekî/ê, kenê zarokekî/ê...
    Kawayê Hesinkar dahatûya gelê xwe bi agirekî diyar kir ku ew bû Newroz. Bi dûmana agirekî çermsor ji hev agahdar dibûn, bi firîna kevokekê re biryara şerên dijwar hatine dayîn, bi nameyekê re peymanên giran dihatin girêdan, bi pirtûkekê jiyana  bi hezaran mirov dihat guhertin, bi manîfestoyekê re dewran dizivirî...
Ger hûn bixwazin û hewl bidin hûn dikarin bi xêra androîdan jî vê cîhanê bi awayekî din xweş û geş bikin. Lê ku aqilê we ji kîsî telefonên we be, hûn ê li ber pirikê herin, hayê we jê hebe 😉.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Parkûra Omeryan