Hêmaya Hespan di Destana Köroğlu de

O iyi İnsanlar, o güzel atlara binip çekip gittiler.
(Ew mirovên çê li wan hespên spehî siwar bûn, lê xistin û çûn)

      Bêguman nivîskariya Yaşar Kemal ji bo wêjeya tirkî siûdek e. Gelek hêmayên çanda gelerî , hem ji Dengbêjiya Kurdî hem jî ji ya Aşiqên Anatolyayê di kitêbên xwe de bi hostatiyeke resen bi kar aniye.
       Vîdeo: Yaşar Kemal bi bîreweriyeke balkêş ji dengbêj Salihê Qubînî re çend hevokên destana Siyabend û Xecê vedibêje.
      Di pirtûka bi navê "Yaşar Kemal Kendini Anlatıyor" de binyata nivîskariya xwe bi dilnizmî radixe ber çavan. Ev kitêb ji bo famkirina wêje û nivîskariya wî hêjayî xwendinê ye. Îcar jixwe hêza pênûsa wî ji her kesî malûm e.
     Weke ku min li jorê jî got (û zaten Yaşar Kemal bixwe jî di roportajên pirtûk, rojname û çapemeniyê de gelek carî diyar kiriye) hêmayên çanda devkî ango çanda gelerî bi awayekî serkeftî di pirtûkên wî de cî digirin. Pirtûka wî ya bi navê Üç Anadolu Efsanesi mijara xwe rasterast ji sê efsaneyên Anatolyayê (Köroğlu, Karacaoğlan,Alageyik) werdigre. Ez ê di vê nivîsê de hewl bidim ku li ser efsaneya Köroğlu çend tiştan binivîsim

Ez dibêm qey weke ku Yaşar Kemal hêmaya hespan di pirtûkên xwe de bi kar aniye kesekî din bi kar neaniye. Ev jî nîşaneke bandora çanda devkî ye. Ji mîtosên Sumeran heta bi yên Yewnan û Asyayê hêmaya hespan cihekî giring digire. Di destana kurdan a navdar Memê Alan de jî Bozê Rewan hespekî xwediyê hêzeke efsûnî ye. Di mîtosa Yewnaniyan de Pegasûs hespekî bi per e ku dikare bifire, bavê wî Poseydonê xwedawendê behran e û diya wî jî Medusa ye. Bêguman hemî mîtos û destanan bandor li hevdu kirine. Hetta ku em bala xwe bidin destana Dewrêşê Evdî ku ne destaneke ew qasî kevn e û bingeha xwe ji bûyereke rastîn girtiye, em ê bibînin ku koka hin taybetmendiyên Hedbanê hespê Dewrêş digihîje efsane û mîtosan.
        Di efsaneya Köroğlu de jî heman tişt hene, her çi qasî ku hêmayên efsûnî serdest bin jî helbestên li ser navê Köroğlu hê jî di nav civakê de zindî ne. 
Di vê destanê de hêmaya hesp(Kırat) serdest e, hetta mirov dikare bêje ku sereke ye. Ji destpêka efsaneyê heta bi dawîbûna wê hesp xwediyê roleke berbiçav e. 
        Welatê ku Koca Yusuf lê dijî weke zozanên bi bereket in ku ji bo xwedîkirina hespan jî cihekî taybet e. Bi hezaran hesp li van zozanan dijîn. Salekê ziwayî çêdibe û hemû kes ji wir bar dikin, diçin herêmên din. Hesp jî kom bi kom ji tî û birçîna dimirin, ên ku namirin jî direvin deverên dûr. Ji dilê Koca Yusuf nayê ku warê xwe terk bike. Hespekî wî jî heye ku ew jî tê halê mirinê, lê dîsa jî dev ji Koca Yusuf bernade. Çend caran hefsarê wî dixe destê Ruşen Aliyê kurê xwe ku wî bibe cihekî dûr berde, da ku hesp bi xelasê bikeve. Her carê hesp li warê xwe paş de vedigere, dev ji xwediyê xwe bernade. Di cara dawî de Koca Yusuf tiştekî di guhê hesp de dibêje û vê carê hesp dişîne deryayê, dema ku Ruşen Ali hefsarê hesp berdide, hesp di nav pêlên deryayê de ji ber çavan winda dibe. Pişt re Koca Yusuf û lawikê xwe tên li cem Bolu Beyi bi cî dibin ku naskirina wan ji berê de heye, berê gelek hespên biesil ji bo Bolu Beyi şandiye. Li ba wî dibe serseyîsê hespan û hespên wî xwedî dike.
     Di rojeke ku ba û bahoz radibe, brûsk lê dixin, tê bêjî qey tofan rabûye hespek ji nav behrê dertê û tê sê kihêlên di tewlê de tov dike, tenê Seyis Yusuf dibe şahidê vê bûyerê û her tim çavdêriya her sê kihêlan dike, heta roja ku dizên. Kırat jî yek ji wan hespan e ku cinsê wî hespê efsûnî ye. 
      Rojekê Bolu Beyi ji Seyis Yusuf dixwaze ku sê hespên spehî ji bo seraya Osmanî bineqîne, da ku teşqeleyên navbera wî û Osmaniyan bi dawî bike. Ew jî diçe her sê hespên efsûnî ku yek jê jî Kırat bû pêşwazî dike,her sê hesp jî zêde lawaz xwiya dikin, Bolu Beyi wan naecibîne û vê ji bo xwe weke nîşana bêhurmetiyê qebûl dike ji ber vê yekê wî ceze dike û çavê seyîsê xwe yî kevin Koca Yusuf dax dide. Wî ji tewla xwe diqewirîne û serseyîsiyê jî dide yekî din. 
        Rojekê Ruşen Ali dişîne ba Bolu Beyi, jê rica dike ku hespekî bide wî da ku ji wî warî bar bikin, herin. Bolu Beyi ji seyîsê xwe re dibêje "her sê hespên lawaz bidine wî, bila herin", lê Ruşen Ali ji xamiya xwe diçe, tenê Kırat tîne. Çil rojî Kırat, bi awayekî cuda xwedî dikin ku dibe hespekî spehî. Dema ku Bolu Beyi bi sira wan hespan dihese, doza Kırat ji Koca Yusuf dike, lê êdî dereng e. Bav û kur li Kırat siwar tên û ji ber destê wan direvin. Heta wê gavê jî Koca Yusiv behsa sira Kırat ji Ruşen Ali re nekiribû. Di vê revê de Koca Yusuf taybetiyên Kırat ji lawikê xwe re yek bi yek vedibêje. Diçin herêma Bingöller ku salê carekê avek ji wan çem rûbaran tê, sê kef bi ser dikeve ku ew kef ji her derdî re derman e. Ji bo ku çavê Koca Yusuf careke din bibîne, ew kefikên avê lazim e. Ruşen Ali diçe ku kefikan ji bavê xwe re bîne, lê di rê de bi xwe nikare û her sê kefikan vedixwe. Bi vexwarina her sê kefikên efsûnî re, yek dike ku bibe mêrekî xwirt bi qasî hêza çil gayî, ya din wî dike xortekî dildar û ya dawî jî wî dike yekî nemir ku heta hetayê ew ê bike ku navê wî li ser riwê cîhanê bimîne.Berî ku bavê Köroğlu bimire jê re tembî dike; divê ku ew hemî hewcedariyên Kırat kêm neke da ku hesp jî di xizmeta wî de be. Ev hesp li gora derûniya xwediyê xwe (siwarî) hêza wî û gewdê wî jî digubere; ku siwarê wî wêrek be ew jî bi hêz dibe, perên wî derdikeve û dikare bifire, na ku siwar bêhêvî û bitirs be ew jî mîna kerekî kurmî lawaz dibe. 
 Li aliyekî din jî Ruşen Ali û Telli Nigara xwiha Bolu Beyi  ji zaroktiya xwe ve dildarên hev in, Telli Nigar niqirkiriya Ruşen Ali ye. Rojekê tê guhê wî ku ew ê Teli Nigar bidine lawikê paşayekî Osmaniyan. Biryara xwe dide û berê xwe dide Boluyê. Roja dawetê Telli Nigar  mîna bayekî ji nav berbûyan derdixe, li ser Kırat siwar dike û direvîne ber bi çiyayên Çamlıbelê. Şîreta bavê xwe tîne cî û li van deran dibe rêbir. Rêbirekî ku ji dewlemendan bistîne û bide bêzaran. Bi xêra hêza efsûnî ya Kırat  xwe dide qebûlkirin. Li Çamlıbelê dibe serekê rêbiran û dawetekê ji bo wan li dar dixin ku çil roj û çil şevî didome.
Hêmaya hespan dibe sembola mêrxasî,evîndarî, azadî û esaletê.
Köroğlu der ki öldüğüm
Boyuna kurban olduğum
Pınar başında bulduğum
İlle mavili mavili

(Köroğlu dibêje ewa ku ez kuştim
Ewa bi qurbana bejna wê bim
Ewa li ser avê min dît
Hebe nebe fîstanşînê)

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Parkûra Omeryan