Çend nirxandin ji xwendina Şevek Şîzofren

Şeveke Şîzofren, romana Îrfan Amîda, ya duyemîn e. Nivîskar bi taybetî bi helbestkariya xwe dihat naskirin. Bi romana Pêşangeha Sûretan dest avêt romannûsiyê û bi vê romanê re xwiya ye êdî ew ê bi romannûsiya xwe bêtir bê naskirin. Ji aliyê pevgirêdana honaka romanên xwe, cûdahiyekê dixe navbera xwe û nivîskarên din ên kurd. Di romana Pêşangeha Sûretan de û di vê romanê de jî beşên romanê ne diyar in, carinan bûyer tevîhev dibin, ev jî dibe sedemê tevlîheviyê, ji bo xwînerê baldar tahma xwendinê xweş dike, lê ji bo hinek xwîneran jî dikare bibe sedemê devjêberdana xwendinê. Ciyawaziyeke din a nivîsariya romanên wî jî ew e ku di cînan de şayesandinên helbestkî û di cînan de şayesandinên sade hatiye bikaranîn,ev jî tahmekê dide xwendinê, dibe ku hinek ji vê şêwaza şayesandinan hez nekin. Ji destpêka romana “Şevek Şîzofren”ê mînak; “Bayê payîza dereng. Bi metirsiyeke erjeng, kitana ...