Xanî û Cizîrî; Du Stûnên Wêjeya Kurdî

Da xelqî nebêjitin ku ekrad
Bê m'erîfet in bê esl û binyad
   Enwa'ê milet xwedan kitêb in
   Kurmanci tenê di bê hesêb in
...
Gula baxê Îremê Bohtan im
Şevçiraxê şebê Kurdistan im
Wêjeya kurdî ya nivîskî kengî dest pê kiriye?
Kî ne pêşengên wê?
Di bin kîjan şert û mercan de derketiye, pêk hatiye?
Rola Mîrektiyên kurdan çi ye? ...
      Bêguman divê ku qedrê qelema Xanî û Cizîrî  bi hurmet bê zanîn.
Pirtûka "Xanî û Cizîrî" bi teknîka gotûbêjê ango rojnamegeriyê hatiye amadekirin. Pirsan Mîrhem Yîgît dike û bersivan Jan Dost dide.
Pirtûk ji bo destpêka xwendina Xanî û Cizîrî û Wêjeya Klasîk a kurdî mîna pencereyekê ye.
Netewperiya Xanî û rewanbêjiya Cizîrî û taybetmendiyên mesnewî, helbest û dîwanên wan bi dorferehî hatiye nirxandin. Jan Dost di vî warî de xwedî danheveke hêja ye. Pirtûk, derheqê herdu stûnên wêjeya kurdî de agahiyên hêja dide. Bi taybetî li ser Xanî bêtir nirxandin hatine kirin. Nirxandina "Erotîzma di Mem û Zînê de" nirxandineke balkêş e.  Her çi qasî carinan mirov ji pirsan tê negihêje jî, bersiv dike ku pirs bi hêsanî werin fêmkirin. Zimanê Jan Dost zimanekî fambar e.

Qedrê gulan çi zanin?
Kerbeş divêt kerê reş!
...
Wer şi'êrê Melê bîn te bi Şîrazî çi hacet?

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Parkûra Omeryan