Nîşekin ji Xwendinên Mîn



1.Bextiyar Elî - Hinara Dawî Ya Dinyayê

 Bextiyar Elî yek ji herî serkeftî romannûsê kurd e. Heta niha tevî vê romanê çar romanên wî ji soranî bo  kurmancî, hatiye wergerandin. Bi taybetî bi şêwaza "rastiya efsûnî" berheman diafirîne. Mijarên romanên wî jî hema nêzî hev in, mirov dikare bêje ku yek in. Bêdewletbûna kurdan, birakujî, rewşa rojhilatê navîn û Iraqê, paşvemayîna civaka kurd ûhwd... Ji aliyekî din ve , navên lehengên romanên Bextiyar Elî jî baldar in. Di vê romana xwe de, bi taybetî li ser mijara "zarokên bêxwedî yên şoreşê" radiweste.  Ev pirtûk hêjayî nirxandineke berfireh e. Ez ê hewl bidim ku di pêşerojê de li ser vê romanê çend tiştan binivîsim.

2-  Jan Dost – Kobanî

 Jan Dost ji aliyê romannûsiyê ve nivîskarekî ku pênûsa wî têra xwe xwirt e. Çîrokbêjî û lehengên xwe bi hostayî dinivîse. Hemû romanên wî, têr û tijî ne. Romana Kobanî jî bi lehengên xwe, honandina çîrokê û vebêjeriya xwe, bala xwînerê/a kurd dikişîne, wî/wê dixe bin bandora xwe. Destê xwîner ji xwendinê nabe, bi carekê re xwe dide xwendin... Mixabin ku ev roman (Kobanî) bi awayê "heyfhilanîneke polîtîk" hatiye nivîsandin. Ku vê jî hêz û tahma romanê xera kiriye... Heyf e ku di vê romanê de rexne di asta heqaretê de hatiye bikaranîn... Belkî ez di nivîseke din de, li ser vê pirtûkê bi hûrgili çend tiştan binivîsim.

3-  Burhan Sönmez - Hespên Reş Bayê Sorgevez

  Pirtûka nivîskarê kurd Burhan Sönmez (Kurdê Anatolyaya Navîn e) a bi navê Masumlar ku bi tirkî hatiye nivîsandin, ji aliyê Xelîl Semed ve hatiye wergerandin. Honandina çîrokên vê romanê balê dikşîne. Wergera wê jî serkeftî ye.Roman li pey çîrokên wêneyên ku berê hatiye kişandin dikeve.

4 - Mihemed Seîd Temel - Eşîra Reşkotan

 Reşkota(n), eşîreke kurdan a bi navdar e. Bi taybetî li Batmanê bi cih in. Nivîskar di pirtûka xwe de, serî li bîranînên xwe û hevpeyvînên bi kesayetên berbiçav ên eşîrê daye. Kerseteyên sosyolojîk û folklorîk berhev kiriye. Ji agahiyên civakî heta bi yên çand, folklor, erdnîgarî, gastronomî û gellek mijarên ji hev cuda cî digire di vê pirtûkê de. Zêde li ser "xwarinên bi goşt û sawar" rawestiyaye ku weke mînak di sernavê  pirtûkê de jî  "Eşîreke Nandar (Ne navdar)" hatiye nivîsîn. Di pirtûkê de gellek agahiyên ji eşîrên derdorê jî cî digirin. Ev pirtûk dikarîbû bi awayekî berfirehtir bihataya nivîsandin. Dîsa jî hêjayî xwendinê ye.

5-  Ferhat Pîrbal - Penaberekî Frensî Li Kurdistanê

 Kurteçîrokeke mîna senaryoyeke fîlmê sînemayê hatiye nivîsandin. Çîrokeke balkêş û jidervîrêzê ye. 

6- Bawer Rûken – Herimî

 Romana Herimî li pey çîrokên zarok û mirovên nifşên salên notî, digere. Êş û azarên lehengên xwe bi awayekî cuda aniye ziman.

7 - Kazuo Ishiguro - Beni Asla Bırakma

 Romaneke ku li ser xwîner bandorê dihêle. Hem bi aliyê  çîrokbêjiyê hem ji aliyê honakê û lehengan, têra xwe serkeftî ye. Divê ku ji bo xwînerên kurdî bê wergerandin. Çîroka zarokên (ciwanên) ku jiyana wan ne ya wan e, bedena wan ne aîdê wan e.

8-  Kazuo Ishiguro - Günden Kalanlar

 Romaneke balkêş ya Kazuo Ishiguro, behsa xwilamiya mêrekî dike ku ji bav û kalê xwe ve xwediyê vê pîşeyê ye. Serê xwe bi vê pîşeyê  mezin dike, hemû jiyana wî li aliyekî xwilamtiya wî li aliyekî. Di qesrekê de serxwilam e û li vê qesrê gellek bûyer diqewimin û  dibe şahidê gellek biryarên giring. Ji wan tevan giringtir jî girêdana bi karê xwe ye.

9-  Lev Nikolayeviç Tolstoy - Kroyçer Sonatı

 Mêrekî dilxerab û têkiliya wî bi jina wî re ... Li ser teşqeleyên di navbera jin û mêran de diqewimin rawestiyaye. Dibe ku heman nîqaş îro jî têne kirin. Teqez vê pirtûkê bi Sonata Kreûtzera Beethoven re bixwînin. Jixwe pirtûkê jî navê xwe ji vê sonata ku ji bo piyano û violînê hatiye bestekirin, stendiye. 

10- William Saroyan - Ödlekler Cesurdur

 Malbata Saroyan bi eslê xwe ji ermeniyên Bilîsê ne, koçî Emerîkayê dikin. Çîroka Saroyan jî li wir derbas dibe. Bêhna mirovên ji Rojhilatê Navîn ji lehengên wî tê. Hejar li her derê hejar in.

11-12 - Yaşar Kemal  - Yaşar Kemal Kendisini Anlatıyor/  Yolda

 Yaşar Kemal, di hevpeyvîna bi Alan Bosquit re gellek tiştên balkêş dibêje ku gellek bûyerên hatine serê wî  û malbata wî ji bûyerên ku di romanên wî de derbas dibe balkêştir in. Bi xwendina vê pirtûkê re mirov bi ser nivîsariya Yaşar Kemal vedibe. Di pirtûka bi navê Yolda de gellek çîrokên kurt hene, bi rastî jî hem ji aliyê honakê ve hem jî ji aliyê bûyersazî  û çîrokê ve her yeke ji van çîrokan beramberê romanekê ne.

13-  Yevgeniy İvanoviç Zamyatin – Biz

 Dîstopyayek ji Zamyatyan ku hinekî jî komîk e. Mirov û Cîhan pêş de çûye, lê azadî û xweseriya mirovan nemaye, bûne mîna  robotan.

14- Stefan Zweig - İnsanlığın Yıldızının Parladığı Anlar

 Çend bûyerên ku rewşa cîhanê guhertine, bi awayekî hostayî hatiye vegotin. Bi awayekî dîtir "Fetha" Stenbolê jî hatiye nivîsandin. Pirtûkên Zweig hêjayî xwendinê û  wergerandina kurdî ne.

15- Juan Rulfo -  Pedro Paramo

 Ev nivîskar jî bi şêawaza Rastiya Efsûnî dinivîse. Çîroka zarokekî ku li pey şopa bavê xwe diçe... çîrokeke mîna xewnekê ye.

16-  Dîlawer Zeraq - Bêhna Dara Sincê

 Roman li ser tirsa zaroktiyê, hegamonyaya bav û xwebûnê hatiye honandin. Lehengên romanê Xelas, yekî ji malbateke xizan e, ji zaroktiya xwe ve dikeve nav kar û barê dinyayê... Lehengê din Cindî ye, ku ji malbateke navhalî ye, lê ew diçe dibistanê dibe parêzer ... rewşa welêt û dem wan li zindanekê tîne ba hev ... behsa bûyerên rabirdûyê tê kirin Û em tê digihêjin ku ev herdu leheng di zarotiyê de di heman warî de (Silîva) jiyane û rastî hev hatine. Roman bi awayê çÎroka xwe ve, zêde bandorê li ser xwîner nake. Her çi qasî ku  bûyersaziya romanê ne dûrî aqilan be jî, zêde tahma çîrokeke çêker jê tê.

17 -  Helîm Yûsiv - Wehşê Di Hundirê Min de

 Mijarên nivîskarên Rojava tê bêjî qey naguhere; her timî mişextî, tirsa desthilatdariyê, xelasiya ji welatê xwe, çûna Ewrûpayê, zaroktiya bêguneh ... Ev romana Helîm Yûsiv mîna ku xwestibe mijar û gotinên ji ber pirûkên wî yên berê mabin bi kar bîne... tiştekî nû tuneye.

18 - Jack London - Demir Ökçe

 Romaneke klasîk ya Jack London e ku nakokiya di navbera çîna karker/bindest û ya serdest/kapîtalîst bi hostayî radixe ber çavan... hêjayî xwendinê û wergerandina kurdî ye. Bi awayekî dîstopîya çîroka xwe honandiye.  Gellek diyalog bi hostatî hatiye afirandin ku pirsgirêka kapîtalîzamê û rewşa hejaran dinirxîne. Min ev fêm kir; Desthilatdar di her dewrê de zordar in û heman zordariyê bi kar tînin.

19 - Rênas Jiyan – Spîtama

 Helbestkar, fîlozof û hunermend Rênas Jiyan bi vê pirtûkê re dest avêtiye romannûsiyê jî. Li çi derewan bikim, romannûsiya wî, di ber helbestkariya wî re derbas jî nabe. Lehengê romanê Spîtama Zerduşt e û vebêjer jî Ahûra Mazda ye. Li gora barê xwe yê giran, pirtûk û vebêjerî zêde sivik dimîne. Bûyersazî qels e, ziman lawaz e, peyama romanê diçe û tê li dora "Çirûskîzm"ê digere.

20 - Jack London - Martîn Eden

 Romaneke din a hêja ya Jack London e. Tê gotin ku nivîskar bêtir di romanê xwe de behsa jînenîgariya xwe dike. Evîna xortekî karker/proleter ya li hemberî keçeke ji malbateke bûrjûva ... Bi vê evînê re, Martîn dest bi xwegihaştinê dike, bêtir kar dike, bêtir dixwîne bi hiş û mejiyê xwe xwe ji nû ve diafirîne.

21 - Îrfan Amîda - Şeveke Şîzofren

 Helbestkar Îrfan Amîda di sala 2011an de dest avête romannûsiyê. Pêşangeha Sûretan  romana nivîskêr a pêşîn e. Mîna ya pêşîn, di vê pirtûkê de jî mijarên nivîskêr Êş e. Vê êşê bi şayesandinên helbestî û bi çîroksaziyeke tevîhev, vegotineke balkêş diafirîne. Her çi qasî ku xwîner di serî ji xwendina romanê aciz dibe, bi berdewama xwendinê re, xwîner hînî vê vegotinê dibe. Derûniya lehengê xwe û rewşa civakê bi çavekî sosyopolîtîk radixe ber çavan.

22-  Alehandro Zombra – Bonzaî

 Têkiliya keçekê bi der û dora wê re ... Julio û Emilia ... mirovên di nava lêgerîneke ramanî û cinsî de digevizin hatiye nivîsandin.

23 - Kadrî Yildirim - Xaniyê Duyem Hacî Qadirê Koyî

 Destpêk û danasîna jiyan û nivîskariya Hacî Qadirê Koyîtê nirxandin. Ne bi hûrgilî, bi ser re hatiye qalkirin.  Bi zimanekî tund rexneya kurdên  ku ji kurdbûna xwe dûr in, dike.
 Eger kurdêk qisey babî nezanî
 Mu'eyyen dakî hîz e babî zanî

24 - Ngûgî Wa Thîong'o - Rizgarkirina Hiş Ji Mêtîngeriyê
 Di wêjeya Efrîkî de siyaseta zimên
 Wegera ji Ingilîzî: Fexriya Adsay

 Divê ku hemû xwînerên kurd yên ku bi zimanê xwe(kurdî) "nikarin" bixwînin vê pirtûkê bixwînin. Bûyer û serpêhatiyên salên 1960-70yî yên ku li Efrîqayê ji aliyê  desthilatdaran (Ewrûpîyên xwedî şaristanî) ve hatiye kirin û yên ku hê jî li ser kurdan têne kirin çi qasî dişibin hev.

25 - Jan Dost - Xanî û Cizîrî
Du Stûnên  Wêjeya Kurdî

Pirtûk bi teknîka hevpeyvînê hatiye amadekirin. Gelek bersiv û nirxandinên hêja di derheqê Xanî û Cizîrî di pirtûkê de heye. Divê ku hemû xwînerên wêjeya kurdî bixwînin...

26 - Rênas Jiyan - Stranên Sor Niviştên Mor.
Romana R.Jiyan a sêyemîn e. Nivîskar giranî daye romannivîsiyê. Ziman û honaka romana Spîtamayê bi qasî vê romanê ne serkeftî bû.
Ez dibêm qey, li ser vê romanê bi hûrgilî hatiye xebitîn. Ziman serkeftiye. Bêjerî baş e, çîroksazî xweş e û xwendina romanê herikbar e.
Bi lehengên romanê mîkroportreyên civaka kurd raxistiye ber çavan ku hemû leheng bi êşekê ne û "niviştek" ji wan re hatiye çêkirin.
Mamoste Xelef ji ber tûndî û qedexeyên li ser çand û zimanê kurdî, naxwaze li bajêr bixebite, ji ber ku li gundê ku lê mamoste ye bi zimanê serdest perwerdeyê nade  xwendekarên xwe... bi nivişta ku dabû qîza xwe Bêrîvanê re ew raza niviştê aşkere dibe .
Romaneke serkeftî ye.

27 - E.Rehîm Rehmî Hekarî ; Jiyan û Berhemên Wî
Necat Zivingî
Xebateke baş a li ser rewşenbîrê kurd E.Rehîm Rehmî Hekarî ye. Nivîskar Necat Zivingî bi taybetî li ser jînenîgarî û rewşenbîriya wî û hêla wî yê kurdewar rawestiyaye.
E.Rehîm Rehmî Hekarî, endamê Komeleya Hêvîyê bû, nivîskarê kovara Jînê bû û yekemîn nivîskarê pîyesa bi kurdî ya bi navê Memê Alan e. Weke nivîskarê hişyariyê tê binavkirin. Divê ku "Qedrê qelema wî jî bê zanîn" û baş were fêmkirin.

28- Eta Nehayî - Gulên Şoran
Kêm pirtûk hene ku hêjayî xwendina cara duduwan in. Her çiqasî ku wergera wê ya kurmancî ya çapa yekemîn ne zêde serkeftî be jî roman têra xwe serkeftî ye. Çîroka jiyan û serboriya kurê mezin yê Wisû Axa, Las.Çîroka cesaret û serkêşî, têkşikestin, rizgarî, veger û çûna bêdawî ...
Ev roman jî hêjayî nirxandineke berfireh e.

29- Rêbera Rastnivîsînê
Hewcedarî bi pirtûkên zimannasiyê hene. Diviyabû ku hinekî berfirehtir bûya. Bi awayekî berfireh min di blogê de nirxandina vê pirtûkê kiriye.

30- Selahaddin Demirtaş - Seher
Pirtûka çîrokan ya S.Demirtaş bi tirkî ye. Pirtûk ji bo kurmancî jî hatiye wergerandin. Lê orjînala pirtûkê her tim ji wergera wê baştir e.Çîrokên mirovên hejar û liberxwedêr.

32- Burhan Tek - Dûpişk
Pirtûka nivîskar ya çîrokan î duyemîn e. Ji çîrokên serpêhatîyan/bîranîn heta bi yên ji lihevanînan pêk tê.
33- Hesenê Metê - Îşev û Çîroka Dawîn
Nivîskar, di nav xwendevanan de bi novel û çîrokên ku nivîsîne navdar e. Ev pirtûk jî ya çîrokan e. Çîrokên vê pirtûkê bêtir bi bêjerîya kesê yekem(ez) hatine vegotin. Hema hema di her çîrokê de peyvek an jî hevokek li dijî jinan tê xwendin. Ev jî dike ku bêjer zimanekî "nêrkî" bi kar anîye. Wekî din bûyer û bûyersazîyên çîrokan li gora çîrokên nivîskar î berê lawaz in.

34- Hesenê Metê - Hefsar
Novel e. Serlehengê romanê Germîyan e. Li hewşa  Mizgefta Mezin a Amedê ji aliyê "koçerekî" ve tê dîtin ku ev zarok ji vî koçerî û jina wî re çênedibûn. Mîna "dîyarîyeke ji Xwedê" tê ji vê malbata koçer re. Ji bo xwendina wî, malbat dev ji karê koçerîyê berdide, jixwe wan deman dewlet jî êdî nema dihêle ku kesek biçe zozanan û koçerîyê bike ... Germîyan dixwîne, dibe doktor, dizewice ... lê tiştên ku bi dest xistine yek bi yek ji ber destên wî diçin ... axir dawiya çîrokê bi xwekuştineke diyar bi dawî tê.
Dibe ku ev novel li ser jiyana modern û xwezayê mîna nirxandinekê be .

35- Selahaddin Demirtaş - Devran
Çîrokbêjî û bikaranîna ziman a "nivîskêr" pêşdetir çûye. Di vê pirtûkê de -ji navê wê jî dîyar e- bêtir çîrokên mêrên "bindest, hejar" hatine honandin. Fînalên dramatîk di her çîrokê de ber bi çav in. Bûyersazîya hinek çîrokan şibiyane fîlmên "Yeşîlçamê". Li gora şkestinê, hestên hêvîyê lawaztir hatiye vegotin ...

36- Martin Van Bruinessen - Kürtlük, Türklük, Alevilik

Nivîskar bi çavekî "bêalî" li rewşa civaka kurd û pirsgirêka kurd nihêrîye. Divê ku mirov carinan van lêkolînan bixwîne û li gora van fikrên cuda li bersivên pirsgirêka civaka kurd bigere.
Her kes bi rehetî dikare bêje ku gelê kurd ji kurmanc, zaza, soran, goran û loran pêk tê. Lê dema ku gotin were ser dîrok û zanîn û lêkolînan divê ku mirov xwedîyê îspat, lêkolîn û argumanên xwirt be.
Pirtûkeke hêjayî xwendinê ye.

37 - Rohat Alakom - Şerif Paşa
Nivîskar di warê dîrok, folklor û civaka kurdan de gellek lêkolîn kirine û gellek pirtûk nivîsîn e. Li ser gellek kesayetên kurd ên navdar de agahîyên objektîf destnîşan kirine. Hemû pirtûkên wî hêjayî xwendinê ne ku ji bo hişmendîya dîrok û civaka kurd baştir bê fêmkirin.
Şerîf paşa kurê Saîd Paşayê ku demekê di dewleta Osmanî de wezaretîya karên derve bi rê ve birîye.

38 - Mücahit Bilici - Hamal Kürt
Nivîskar bi şêwaza ceribandin û nivîsên kuncikî pirsgirêka kurd di çarçoveya prosesa îslamî nirxandiye. Divê ku her kurdê ku ji xwe re dibêje "ez dîndar im" û her kurdê ku xwe neteweparêz dibîne vê pirtûkê bixwîne. Nivîskar heta ku jê hatîye bi awayekî "bêalîgirî" nivîsên xwe nivîsîne,.Ew ê di mijara pirsgirêka kurd de bersivên balkêş bide hin pirsên di hişê we de.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Parkûra Omeryan