Çend nirxandin ji xwendina Şevek Şîzofren

          Şeveke Şîzofren, romana Îrfan Amîda, ya duyemîn e. Nivîskar bi taybetî bi helbestkariya xwe dihat naskirin. Bi romana Pêşangeha Sûretan dest avêt romannûsiyê û bi vê romanê re xwiya ye êdî ew ê bi romannûsiya xwe bêtir bê naskirin. Ji aliyê pevgirêdana honaka romanên xwe, cûdahiyekê dixe navbera xwe û nivîskarên din ên kurd.

         Di romana Pêşangeha Sûretan de û di vê romanê de jî beşên romanê ne diyar in, carinan bûyer tevîhev dibin, ev jî dibe sedemê tevlîheviyê, ji bo xwînerê baldar tahma xwendinê xweş dike, lê ji bo hinek xwîneran jî dikare bibe sedemê devjêberdana xwendinê.
         Ciyawaziyeke din a nivîsariya romanên wî jî ew e ku di cînan de şayesandinên helbestkî û di cînan de şayesandinên sade hatiye bikaranîn,ev jî tahmekê dide xwendinê, dibe ku hinek ji vê şêwaza şayesandinan hez nekin. Ji destpêka romana “Şevek Şîzofren”ê mînak; “Bayê payîza dereng. Bi metirsiyeke erjeng, kitana xwe bi ser serê xwe dadike û di ber xwe de diponije hîv.” “Tîrêjên tava tisî, li mejiyê wî yê xav teyisî.” “Rabû. Çû. Li gund nerî.”
         Ji diyalogên romanên wî, mirov pê dihese ku çavdêriya nivîskar têra xwe xwirt e. Bi taybetî di herdu romanan de diyalogên di nav gundiyan û têkilîyên malbatî bi hûrgilî cî digire. Mînak; “- De xêr û bereketa wan di destê wan de ye Mele. Bela tifaqa xwe xera nekin. Ji rê û rêza hev dernekevin. Ma ne werê ye keko? ... Ku tifaqa xwe xera nekin ka di vî gundî de kî kare pişta wan bişkîne? Heta di mentîqê de.” “- Xebera te ye seyda, îja ew zanin.”
        Di her du romanan de hevokên metaforîk li ber çavên xwîner dikeve ku ev jî tahmekê dide xwendinê. Paşxaneya helbestkariya nivîskar dike ku vê yekê bi serkeftî bîne cî. Mînak; “Êş bi êşê nedinixwimî lê tirs bi êşê dinixwimî.” "Em ê çîrokê ji şevê bimeyînin. Sibehê ji şevê bidoşin". Lê şayesandinên arkaîk di çîrokên modern de hinekî "postmodern" disekinin. Weke mînak; "Di bin cilika bênamûsiyê de kurketî û qerimîbû şev", "Wekî nêriyê destekî li bizinê bikeve" " Ka were bila şev bi mikurhatinê gon bixwe"...
Dîsa ji aliyê ziman ve gellek peyvên beyar di romanê de hatiye bikaranîn. Ev jî nîşaneke nêçîrvaniya peyvan a nivîskar e. Li gora dîtina min, ji bo romanên kurdî, bikaranîna ziman divê pêşdetir be. Weke mînak; “Ecacok, tirabêlk, xewle, pîşo, şikeva, dawerivandin, gebso, firidokî, çirizandin, hilfirîn, mixirqan, gosirmet, fafikî...”
 Ji aliyê nirxandina zimanê romanê ve, gellek biwêj, gotinên pêşiyan jî di romanên wî de cî digirin, xwendina romanê herikbar dikin.
         Di vê romanê de zêde leheng tuneye, bi taybetî bêjer bi serlehengê ku navê wî nayê bilêvkirin re digere. Ev bilêvnekirina leheng, hişê xwîner tevîhev dike. Wekî din, mîna ku bêjer aliyekî serleheng î din be. Navê Serdar Cengîz, Serpel Mete, Şemsîxan, Zeynedîn, Şêxmûs, Qado û çend navên din di romanê de derbas dibin. Tev ji bo serleheng qerekterên temamker in, ne yên esil in. Ji ber ku em zêde bi taybetmendiyên wan nizanin.
         Roman ji êvareke payîza dereng dest pê dike, heta ber destê sibê didome. Bi flaşbekan û monologên serlehengê “navnediyar” em di derheqê serpêhatiya wî de bi hin agahiyan tê digihêjin. Yekî hişê wî zêde tevîhev e, di civakê de nema bi kêrî kesî tê, ne ji dêrê re dibe ne jî ji mizgeftê re. Wekî ku E.M. Forster tarîf dike, ne qerekterekî rast(flat) e, yekî girover e ku reş û sipî di xwe de dihewîne. Bi nerîneke psîkanalîstik dema mirov binirxîne, xwîner dê bibîne ku bandora hinek travmayên di zaroktiyê de li ser leheng heye.
      Xwîner dikare rexneyeke neyênî jî ji aliyê zimanê bêjer ê nêrtiyê ve bike; Di romanê de tiştekî balkêş jî ew e ku behsa pevşabûna leheng û hevjîna wî nayê kirin, ev weke tiştekî "qedexe" jê dûr hatiye sekinandin. Lê "pevşabûnên" mîna "tolhildanê" yên bi jinên biyanî re bi hûrgilî û bi nêrîneke nêrtî hatiye behskirin.
          Pirbehskirina vexwarina araq û cixarekêşanê, piştî demekê xwîner aciz dike. Lehengê me, ji ber destê êvarî heta ber destê sibê duwazde qedeh araq, du-sê şûşe bîra, du-sê sênîk savar û goştê mirîşkê û du surahî ava cemidî vedixwe. Her çi qasî, berî ku bi dest xwarin û vexwarinê bike m’adê wî li hev diket jî, tevî ewqas tevlihevkirinan dîsa jî venarişe. Li şûna ku hişê leheng xumamî bibe, her ku bi şevê de diçe bîra wî zelaltir dibe û êdî ev jî ji bo yekî serxweş û bi derûniya şîzoîd ne zêde pêkan e.
         Wekî din, “çîrokên nîvcohiştî” hişê xwîner tevîhev dike, bala wî/wê belav dike.
          Bi gelemperî mirov dikare bêje ku romaneke serkeftî ye, hêjayî xwendinê ye.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Parkûra Omeryan