Çîroka Têkçûyînekê

Romana Eta Nehayî ya bi navê Gulên Şoran, bi serpêhatiya Lasê kurê Wisû Axa re behsa serdemeke civakî û polîtîk a kurdên rojhilatî dike. Roman bi vegereke bêdeng û derengmayî ya piştî pazdeh salan a Las, nuxurîyê Wisû Axa dest pê dike. Bi flaşbekan çîrok û serpêhatî tê vegotin. Las bi awayekî bidizî vedigere mala xwe. Kesek ne li hêvîya vegera wî ye. Her kes wî mirî dizane. Bajarê wî û malbata wî guherîye. Pîrejina diya wî jî ji ber vê hatina ji nişkê ve nizane bê çawa tev bigere, kêfxweş bibe yan xemgîn bibe, nizane. Dayê Gulê jê dipirse; "Las? Kurê min, tu vegerîyayî?". Las bi van gotinan li diya xwe vedigerîne; "Vegeriyam, da ku kûçikên welatê min bi ser min de bireyin, da ku kûçikên welatê min zenda lingê min bigirin." Las di rojeke ku rûsan agir berdane bajarê wî, hatîye dinê. Bi malbatî koçber dibin, lê careke din dema ku vedigerin kavilê bajarê xwe yî şewitî, di nav kavilê mala xwe de, li hewşê, li ser koka dara tiwê ya şewitî şitleke nû şîn hatîye û m...