Bapêş /Nezle/Common Cold


 Bapêş, bayê ku êşê bi xwe re tîne. Nexweşiyeke gellekî berbelav e û mirov ji hev bi riya bêhnê û temasê vedigirin. Wekî şewb, serme, xrîb û nezleyê jî tê bilêvkirin. Gelek carî bi nexweşiya Grîbê re tê tevîhevkirin. Lê di rastiyê de du nexweşiyên ji hev cuda ne. Her çiqasî ku vexwiyaniyên wan(nîşan, semptom) bişibin hev jî ne heman nexweşî ne.
      Sedemên înflamasyona(şewat, yangı) riyên bêhnê ji hev cuda ne û bi gelemperî sedem mîkroorganîzmayên weke vîrûsan e, li dû wan bakterî û mantar tên. Carcaran sedem ne mîkroorganîzmayek e dibe ku allerjenek be an jî tahrîşeke fizîkî be. Gelek carî jî piştî tahrîşa fizîkî ji bo mîkroorganîzmayan dorhêleke guncan pêk tê û nexweşî dest pê dike.
Bi rastî jî her çiqasî ku sedemên wan ji hev cuda bin jî nîşanên wan pir dişibin hev û mirov ne neheq in ku ji tevî re bêjin "bapêş". Grîb bi nîşanên xwe bişibe bapêşê  jî sedemê wê Vîrûsa İnflûenza ye û li ser hinek komên nexweşên taybet ku sîstema wan î îmmun qels e (weke yextiyarî, nexweşên bi kansêrê, nexweşiyên kronîk, zarokên pêşdemî( premature,zûçêbûyî)  ûhw...) dibe sedema rewşên xeternak. Ji bo van nexweşan Derziya Grîbê (Aşı) bi sûd e û nahêle ku nexweşî giran derbas bibe. Di bapêşê de mîkroorganîzmaya karîger RSV ye û nexweşiya wê hinekî siviktir e.

      Semptomên sereke yên bapêşê ev in;
-Ta (germa laş)
-Herikîna poz
-Êşa qirikê, serêş
-Bêhalî
-Kuxik, pişkîn
     Bi vegirtina vîrûsan re di navbera 1-3 rojan de semptomên nexweşiyê xwe didin der û di nava hefteyekê de diqede. Carinan heta du hefteyan jî didome.
Başkirina nexweşiyan jî divê li gora sedemên bingehîn be. Di van nexweşiyan de bikaranîna antîbiyotîkan ne rast e, bixwe nebaşiyek e. Ji ber ku sedem li vir ne bakterî ne. Kêmcaran piştî vê nexweşiyê bakterî jî li li cihê înflamasyonê(şewatê) zêde dibin û dibin sedema înfeksiyoneke din, wê gavê mirov dikare li gorî pêşniyara bijişkan antîbiyotikan bi kar bîne. Bi awayekî din jî laşê mirovan pircaran dikare bêyî bikaranîna dermanan li hemberî van înfeksiyonan li ber xwe bide û bi ser keve.
Înfeksiyonên bakteriyan bi antîbiyotikan derman dibin. Lê yên vîrûsan bi antîvîrûsan sax dibin. Ji ber ku sedema bapêşê jî vîrûs in, bikaranîna antîbiyotikan ne rast e. Di floraya riyên hilmê(bêhnê) de hinek bakterî hene ku ev bakterî nahêlên ku vîrûs li van deran bi cî bibin. Ji ber bikaranîna antîbiyotikan î bêkontrol ev floraya baş xera dibe. Ji bo hinek nexweşên ku rewşa wan xerab in antîvîrûs têne bikaranîn.
      Çima serma dike ku bapêş belav bibe û çima di mehên havînê de jî ev nexweşî derdikeve holê?
Germa laşê mirovan li dora 37-38an e, zivistanê germa derve bi gelemperî di bin 15 °C'yî de ye û ev jî dike ku tahrîşek di riyên bêhnê de çêbibe. Ji ber vê mîkroorganîzma bi rehetî bi cî dibin. Di mehên havînê de ji ber germa zêde(ku digihîje 40-45 °C'yan) laşê mirov bêtaqet dibe, di ser de bayê sar ê klîmayan û xwarin û vexwarinên sar dibin sedemên tahrîşa riyên bêhnê. Encam dîsa bapêş e. Bapêş li cihên qerebalix mîna cafe, restorant û dibistanan di nava mirovan de hêsantir belav dibe.
    Ji bo ku meriv xwe jê biparêze divê li hîjyena xwe miqate be û xwarinên sewze û fêkiyan bixwe.
Saxkirina bi dermanan jî tenê semptomatîk e ku destekê dide laşê mirovan( mîna dermanên êşê û kuxikê). Bihêlin bila bedena we ji heqê xwe bê. Xwarin û vexwarinên biav bi kar bînin û hinekî jî rawestin hûn ê bibînin ku bapêş li ber bayê çûye.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Xwendin û Nivîsa Bi Kurdî

Keleha Zêrzewanê (Zerzevan Kalesî)/ Samachi

Mirov, Desthilatdarî û Wêrankarî