Pîra Bûzê an Pîr Ebûzer ?

Her tim bala min çûye ser ziyaretên kevin û şûnwarên dîrokî û xwezayî. Ev cihê ku bûye mijara vê nivîsê bi navê "Pîra Bûzê" tê binavkirin. Ev nav li gorî dîtina min zêde ne watedar e (dibe ku ez şaş bim). Ji ber ku li herêma me gelek ziyaretên bi vî şiklî xwezayî hene û navê gelekan bi "Pîr" dest pê dike, dibe ku navê vir "Pîr Ebûzêr" be. Di baweriyên mîna Êzdiyatî, Yaresanî* û Elawîtiya Dêrsimê û Anatolyayê "Pîr" nîşaneke sereke ye. Taybetmendiyeke van baweriyan jî ew e ku di bin bandora Îslamiyetê de mane û guherîne. Ziyaretgahên wan pir dişibin hevdu û ji mabedên (perestgeh) Îslamî cuda ne. Bi xwezayê re zêde têkildar in. Perestgehên "Duzgin Baba", "Pîrdîwar" û "Laleş" ji hev ne pir cuda ne. Bi rastî jî ev ziyaretgeh hêjayî lêkolînên berfireh in. Nêzî Pîra Bûzê, li gundê Beda(Çayüstü) yê girêdayî Batmanê perestgeheke rojê yî kevnare heye**. Ziyareta Pîra Bûzê ji wan cîhan e ku meriv li hemberî xwezaya wê şaş û...