Hunermendekî Li pey "Xewna Derew"

       Di van salên dawî de kêm berhemên mûzîkê derdikevin. Hinek hunermend bi deh salan e ku deng ji wan nema derdikeve...
       Karê hunerê û bi taybetî jî xebatên mûzîkê li ser domdariyê qewî dibe. Kêm hunermend hene ku bi berhemekê tenê bandor li ser hunerhezan kiribe. Her çi qasî ku huner li ser hîmê behreyê (qabilîyet, tiwanî, capacity, yetenek) be jî, bê ked û wext berhem nayên afirandin. Carinan hinek hunermend di dawiya jiyana xwe de tên naskirin.
       Albuma muzîkê ya Diljen Ronî ya çaremîn, Xewna Derew, 17yê Mijdarê hat weşandin.Li ser qenalên înternetê (Spotify, Itunes, Youtube) dikare bê guhdarîkirin. Diljen Ronî bi xwebawer û bi domdarî  li pey şopa hunerê dimeşe.Dibe ku huner jî gereke li pey şopên "Xewneke Derew" be? Di roja îro de bazar û derfetên derxistina albûmên mûzîkê dijwartir bûye. Tevî van astengiyan Diljen, mîna ku li "Evîna Wenda" bigere, bi kelecana roja pêşîn li pey newayan ketiye.
       Di albumê de neh stran cî digirin. Du stran cover in, yên din besteyên hunermend bi xwe ne. Gotinên çar stranan wî, sisyê din jî Müslüm Aslan nivîsiye.

       Hunermend di her albuma xwe de her çi qasî ku ne tarzên dûrî hev bin jî, tarzên cuda bi kar aniye. Gelek formên mûzîka modern di mûzîka Diljen de cî girtiye. Ji sentezên Rockê heta Bluesê, ji Reggaeyê heta Popê hatiye ceribandin. Li gel amûrên klasîk mîna tembûr û ûdê, yên modern jî bi serkeftî hatiye xebitandin.
       Bi gelemperî sounda vê albûmê têra xwe xwirt e. Li gora albûmên berê, di vê albûmê de vokal berbiçav e. Rîtîm û soloyên bi gîtarê xwe li albûmê pêçane.
     Ji hinek stranên mîna  "Xewna Derew" û "Diltolaz" bêhna popa bi tirkî tê. Stranên Ezginin Günlüğü tînin bîra mirov. Dibe ku ev ji bandora derhênerê albumê be. 
      Strana Hozan Dilgeş a bi navê "Ez û Yarê" û klasîka Wetan "Sînê" jî bi awayekî cuda hatiye xwendin. Rîtma "Ez û Yarê" xweş lê hatiye, lê covera Sînê stran nêzîkî forma popê kiriye, kêmasiya soloya orjînal a Sînê, stran lawaz kiriye.
      Ûda di strana bi navê "Derya" de ruhê melankolîk yê stranê radixe ber çavan. 
      Li gora dîtina min stranên herî serkeftî "Navê Te" û "Xeydok" in. Ev her du stran bi rîtîm û soloyên gîtaran, tê bêjî qey ji refê xwe qetiyane û dane pey şoperêya Pink Floydê.
  Diyar e ku Diljen bi vê xebat û keda xwe ew ê di pêşerojê de asta mûzîka kurdî bilindtir bike. Serkeftin.

      Hûn dikarin ji van lînkan li albûmê guhdarî bikin.
https://open.spotify.com/artist/4V8BRv6YC0QyfFAEUKKqi2#_=_
https://itunes.apple.com/us/album/xewna-derew/1442206691
https://www.youtube.com/playlist?list=PL5TTbX69ix7Hce8N3MCaMX8FoePF8M8B0

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Parkûra Omeryan