Parkûra Omeryan


      Her teyr bi refê xwe re difire û her dar li ser koka xwe şîn tê. Ref û kok mîna kodên genetîkê ne.Dar bi axê ve xwirt dibe û teyr jî li asîmanê wê axê azad dikare bifire. Dema ku mirov ji xwezaya xwe dûr dikeve kêmasiya ax û av û hewaya erdnîgariya xwe bêhtir his dike.
      Herêma Omerya bi gelemperî dikeve navbera bajarê Mêrdînê ú navçeyên wê Nisêbînê û Midyadê. Li dora 80 gundî ye. Gundên herêma Omeryan weke gundên herêmê ji salên notî ve hatin valakirin. Hema hema bi temamî herêmeke çiyayî ye û çiyayên wê ne ewqasî bilind û asê ne, bi darên berûyan, çilo, rez û darên cûrbecûr xemilandî ye. Axa wê ji rengekî sor î soringê ye, malên gundan ji kevirê şehkirî hatiye avakirin ku ji wan re dibêjin qesir. Pir kêm gund bê av in, Çemê Stilîlê, Çemê Qurdîsê mînakên çemên mezin in, yên biçûktir jî pir in. Bi deh salan xwediyê van gundan ji warê xwe hatin dûrxistin . Piştî ku ew “qedexe rabû” êdî veger jî ne hêsan bû. Heta van salên dawî jî kêm kes vegeriyan gundên xwe, ji ber ku ew mirov êdî bi ax û av û hewaya şûnwareke din hatibûn pêçan, ji bo wan ne hêsan bû vegera bi temamî. “Penaberên Omeriyan” bêtir li Nisêbîn û Qoserê bi cî bûn, jixwe ji berê de li van navçeyan kes û nasên wan hebûn, dû re jî bajarên mîna Stenbol, Edene û Îzmîrê bûn war ji wan re. Lê bi temamî nikarîbûn xwe ji Omeryan dûr jî bixistina, hinek taxên bajaran ji Omeryan pêk hat û bi navê gundê wan têne nasîn êdî. Di dema valamayînê de gund û mal,qesr û hewş, rez û dar û ben... kavil bûn, tenê man bîranîn. Bîr û ramana bav û kalan jî carinan bandorê li ser mirov dike, mirov nizane bê ji ber kîjan rewşê dikeve nav hestên cuda. Mîna ku dem û mekan û dewran li nav hev bikevin, mîna ku mirov di heyamên berê de bi bav û kalên xwe re bijî.
     Di meha dawîn a havînê de ji bo seyraneke malbatî em ê bihatana ba hev. Xwişk û bira û xwarzî û birazî koçimal me yê li kêleka çemê Qurdîsê seyranek bikira. Kombûnên bi vî awayî ji aliyê civakî ve ji bo girêdana bi xweza û erdnîgariyê re girîng in. Ez û malbata xwe yî biçûk ji Batmanê em ê biçûna Qurdîsê. Li şûna ku ez ji ser Mêrdînê re û di riya Nisêbînê re biçim Qurdîsê, ku ev rê bi qasî 30 kmyî dirêjtir e (tê ji Mahsertê herî Mêrdînê û ji wir tê bikevî riya Nisêbînê, ji duryana Darê tê li ser piyê çepê herî, piştî Darê, Qurdîsê ye) min go ka ez di "kestirmê" re, di riya gundan re biçim. Ev rê ji Mahsertê heta Qurdîsê nêzî 25 km rê ye. Ya rastî ne ji bo kinbûna rê min ev parkûr bijart. Min xwest ku ez çavê xwe ji dîmenên gund û xwezaya Omeryan û pişika xwe ji bêhna deviyên çilo dagirim.

         Ez berê di vê riyê re qet neçûbûm, her çiqasî ku ez çûbim hinek ji van gundan jî, ez ne serwextî van riyan bûm. Vê rewşê jî kêfxweşiyek û kelecana keşifkirinê bi min re çêdikir. Bi derfetên teknolojiyê ( bi xêra navîgasyonê, ku meriv dikare zikakên nav gundan jî bibîne), min parkûra xwe diyar kir. Parkûra me ji ser riya Mahsertê dest pê dikir û bi rêzê Xirbêbelik û Xirbêkêvir (Li herêma Omeryan navê gellek gundan bi Xirbe dest pê dike ku ev jî nîşan dike ku gelek şûnwarên kevnare li vê herêmê heye) derdikeve pêşberî me. 
       Ku ji ser riya navendî em dageriyan ser riya gundan, weke zemanê berê ku dolmîşa gund derdiket ser c'adeya navendî, kesên di hundirê dolmîşê de li dû hev digotin “yaaa Ellaah û yaa Xwedê”, bi min re jî ew hest peyda bû û min jî bi heman loxetê got “yaa Ellaah û Xwedê “. 
      Ez bê muzîk nikarim tu carî erebê bajom an jî bi riyekê de herim, jixwe ez hemû demên xwe bi mûzîkê tije dikim. Rojekê ku ez mirim jî bila li ser mezelê min stranên ku kêfa min ji wan re dihat bê lêxistin. Demsal dawiya havînê be, dîmen dar û ber û rez û ben û çiya û gund bin, herêm Omerya be wê gavê mûzîka me jî divê ji dengê hunermendên gorbihuşt Mihemed Şêxo, Miradê Kinê, Mihemed Arif û hemû dengbêj û dengxweşên kurdî be. Hem êş û hem evîn, hem hêrs û hem hêvî mîna vê xakê ji dengê wî dizîzike;
Kedera min çendî ciwan e rengê gulê 
Sore reng e kesk û şîn e nexşê min lê... 

Di baxan dîlber im sorgul, weke bilbil dikim meylê Sehergehan dinalim ez, eman leylê, eman leylê... 

Ey welat, welat, pir şêrîn welat 
Taca cîhanê xemla rojhelat... 
    

        Rêya gund nû hatibû asfaltkirin ji ber wê rê baş bû. Ev ji bo min cihê kêfxweşiyê bû, riya gund ji riya navendî şahîktir bû. Min bi dilê xwe hêdî pêl xazê dikir , ji ber ku min nedixwest ev dîmena xweş zû derbas bibe ji pêş çavên min. Cara pêşî bû ku zarokên min jî bi min re li ser axa bav û kalan bûn, min mîna wan “yerliyên” di belgefîlmên ku li Afrîkayê hatine kêşandin, der û dor dida nasandin. Kêfa min li cî bû. Li kêleka rê dîmenê benê rezan, rez, darê behîv û hejîr û hinar û berwan sermestiyek bi min re çêdikir. Piştî Xirbêkêvir, li ser piyê rastê rê diçe Taqê, ev gund li vê herêmê bi şêxên xwe navdar e. Piştî Taqê, Kûdê tê ku mezintîrîn gundekî Omeryan e, li vir rê dibe duryan, rêyek jê diçe Terê, rêya din diçe Xanîsora. Ji soraya kevirên benan meriv tê derdixe ku nêzîkayî li Xanîsora kiriye. Çi balkêş e ku li van derdoran kevirên ji tonên rengê sor zêde ye û di bin tava rokê de dîmenekî birqokî xweş e. Rê ji Xanîsora diçe Rişwanê, tê gotin ku ev gund bi eslê xwe ji eşîra Rişwaniyan a derdora Semsûrê ne, ji ber pirsgirêkên eşîrî ji wir hatine vê herêmê, rê di nav gund re derbas dibe. 
       Dema ku em gihan nav gund, qemyonetek li kêleka rê sekinîbû, çend zilam jî li dorê bûn. Min ji wan riya Qurdîsê pirsî, bê ka ez ji rê derneketime an min riya xwe şaş nekiriye. Yekî ciwan bi baldarî li ereba min nerî, go “tê bi vê erebê heri Qurdîsê? Rê piştî Haciya xerabe yi, ava baranê lêxistiyi, kelikortî bûyi, tu zor kari heri ..” Kêfa min hinekî li min şikenand, min bêkêfiya xwe zêde neda der û min bi qerar jê pirsî; “qey bira wiqesî xerabe yi?” . Tê bê qey hinekî dilê wan bi min şewitî û hinekî fikirî û got “na na ne ewqesî pîs i, li hinik cihî tu hêdî bajo, binê wê negihîni erdê, tê karibi heri, hinekî dîqqatlî bajo, tişt pê nayê”. Bêhna min hinekî hat ber min. Jixwe mabû sê çar kîlometir. 

                Newalên bi dar û devî

     Rêya me piştî Rişwanê hinekî xera dibe lê ne zêde. Ji Rişwanê û wê de Haciya tê, malên kevin kavil mane li vî gundî. Li hemû gundan bi gelemperî malên kevin ên kevirîn xera bûne, xelkê jî li şûna ku wan ji nû ve ava bikin, malên betonarme lêkirine. Dilê meriv bi vê dîmenê dişewite. Bi şewata dil em ji nav gund derdikevin rêya me xerabtir dibe, ez ditirsim ku rê qut bibe an jî erebeya min di rê de xera bibe û em li rê bimînin, tevî ku du sê km mabe ji rêya me re. 
 
 Haciya

        Bi vê tirsê re li kêleka rê em li ziyareteke kevnare rast hatin, ji dareke berûyê yî mezin û ji şikêrekê pêk dihat û me jî weke heyamên berê gazî û hawara xwe gihand vê ziyaretê yan jî divê ku min bigota “ziyaret hat bi hawara me ve”. Ez nizanim bê navê vê ziyaretê çi bû, li vir dereke bê nav tuneye. Ji darekê heta tahtekê, ji newalekê heta berpalekê xwediyê navên xweser in. Vê dara ziyaretê, darên pîroz yên di rêzefîlmê The Game Of Thronesê anî bîra min, lê ev dar rastîn bû ne mîna wan fantastîk û xeyalî ne. Kî zane belkî ev ziyaret ji bo hezaran mirovî bûbe cihê hêvî û bendewariyê. 

                                           Ziyareteke kevnare 

       Ziyaretê rêya me vekir, bê qeze û bele em gihan Kurkê (Kurka Çeto). Kurkê di devê newalê de ye, rê ji jor ve dikeve nav gund, li binya rê newaleke mişt dar û ber û hêşînahî mirov pêşwazî dike. Mîna ku mirov ji çolekê têkeve nav serabekê. Ji Kurkê heta Darê, newal bi darên gwîz, hejîr, zeytûn, berû, devî û rezan ûhw xemilandî ye. Hewcedariya mirovên li vir ji Xwedê pêvtir bi tu kesî tuneye, tu çi te'amî bixwazî li vê newalê şîn tê. 

Kurka Çeto
Her çiqasî rê kelikortî û bi kevir be jî êdî ne xema min bû. Zarokan jî bi dîtina vê newala hêşîn re kêf kirin. Piştî du kîlometreyan em gihaştin cihê seyranê. Qurdîsê, gundê kevnare û şên di navbera Kurkê û Darê de dimîne. Li vir li kêleka çem seyrangehek hatiye avakirin ku kes zêde bi ser venebûye ji ber wê ne pir qerebalix e. Li ber gund, li kêleka çem cîhekî ku tîrêjên tavê ji daran nagihêje erdê û hênik e cihê ku em lê rûniştin. Axir piştî westaneke sivik em gihaştin meqseda xwe, me çi xwar û vexwar ew ji me re ye. Li bin spîndaran li ber dengê xwişîna avê û bayê hênik, te pala xwe dabe balîfekê û çayeke qaçax î ku dema xwe li ser êgir girtibe, tu vexwî ma westanî bi mirov re dimîne? Ez difikirim ku careke din di heman riyê de herim, lê vê carê bi bêhna fireh. 


Ava sar î Çemê Qurdîsê

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Nîşekin ji Xwendinên Mîn