Bimeşin, Li Cihê Xwe Rûnenên!

Tevger ji bo her tiştî pêngava sereke ye. Jixwe meş jî bi peyvên pêngav û tevgerê re têkildar in. Liv û tevger nişateyên sereke yên jiyanê ne ango sekin û westarî jî dijberê wê ne. Bi kurtî û kurmancî, meş tevgereke zindî ye.

Bandora meşê ya li ser tenduristiyê mijara vê nivîsê ye.
Meş aktîvîteyeke hêsan û erzan e . Divê meriv her roj vêya pêk bîne. Baş e wê gavê, çi fêda meşê heye?
Bi kurtasî û sereke ev in;
1. Bedena mirov sax dimîne
2. Mirov ji kîloyên zêde xelas dibe
3. Mîde û roviyên mirov baştir dixebite.
4. Xwîna mirov di damaran de tev digere û tansiyona xwînê bilind rast dibe.
5. Rûnê laşê mirov dihele, şekirê xwînê kêm dibe
6. Mirov ji depresyonê xelas dibe, bêhntengiyê kêm dike.
7. Gırçikê mirov dixebite
8. Fonksiyonên hiş û mejî pêş dikeve. ... û gelek tiştên din pêk tên.
Di meşê de xêr û bereket heye.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Parkûra Omeryan