Pîra Bûzê an Pîr Ebûzer ?

Her tim bala min çûye ser ziyaretên kevin û şûnwarên dîrokî û xwezayî. Ev cihê ku bûye mijara vê nivîsê bi navê "Pîra Bûzê" tê binavkirin. Ev nav li gorî dîtina min zêde ne watedar e (dibe ku ez şaş bim). Ji ber ku li herêma me gelek ziyaretên bi vî şiklî xwezayî hene û navê gelekan bi "Pîr" dest pê dike, dibe ku navê vir "Pîr Ebûzêr" be. Di baweriyên mîna Êzdiyatî, Yaresanî* û Elawîtiya Dêrsimê û Anatolyayê "Pîr" nîşaneke sereke ye. Taybetmendiyeke van baweriyan jî ew e ku di bin bandora Îslamiyetê de mane û guherîne. Ziyaretgahên wan pir dişibin hevdu û ji mabedên (perestgeh) Îslamî cuda ne. Bi xwezayê re zêde têkildar in. Perestgehên "Duzgin Baba", "Pîrdîwar" û "Laleş" ji hev ne pir cuda ne. Bi rastî jî ev ziyaretgeh hêjayî lêkolînên berfireh in.
Nêzî Pîra Bûzê, li gundê Beda(Çayüstü) yê girêdayî Batmanê perestgeheke rojê yî kevnare heye**.
Ziyareta Pîra Bûzê ji wan cîhan e ku meriv li hemberî xwezaya wê şaş û hejmetkar dimîne. Li kêleka çemê Dîcleyê mîna baxçeyekî veşartî ye.
Kanyoneke biçûk û bi dar û ber e, zêdetir darên hejîrên bejî û darên tuwan li vir hene.
Kanyoneke*** bi qasî 50-60 metroyî kûr, 100 metroyî dirêj û 50 metroyî fireh e. Di nava wê de avzêm hene, di mehên biharî de ji çarhawîrdorê kanyonê avzêm dizên û dibin sûlav. 

Ev der bi taybetî ji aliyê gelê derdorê tê naskirin û ziyaretkirin. Xelq têne vir, mîna seyranê bikin xwarinê çêdikin û xwe davêjin vê ziyaretê, daxwaz û duayan dikin.


























(Not: Ev nivîs hê neqediyaye, ez ê hewl bidim ku agahî û fotrafên din lê zêde bikim.)
*: https://kulseyyid.blogspot.com/2016/03/yaresan-aleviligi-nedir.html?m=1
**: http://www.ilkehaberajansi.com.tr/haber/bat-der-cayustundeki-gunes-tapinagini-gezdi.html
***: http://maps.google.com/?q=37.758597,41.160656&hl=tr&gl=tr

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Nirxandinek li Ser Rêbera Rastnivîsîna Kurmancîyê

Nîşekin ji Xwendinên Mîn

Parkûra Omeryan