Kayıtlar

Bapêş /Nezle/Common Cold

Resim
 Bapêş, bayê ku êşê bi xwe re tîne. Nexweşiyeke gellekî berbelav e û mirov ji hev bi riya bêhnê û temasê vedigirin. Wekî şewb, serme, xrîb û nezleyê jî tê bilêvkirin. Gelek carî bi nexweşiya Grîbê re tê tevîhevkirin. Lê di rastiyê de du nexweşiyên ji hev cuda ne. Her çiqasî ku vexwiyaniyên wan(nîşan, semptom) bişibin hev jî ne heman nexweşî ne.       Sedemên înflamasyona(şewat, yangı) riyên bêhnê ji hev cuda ne û bi gelemperî sedem mîkroorganîzmayên weke vîrûsan e, li dû wan bakterî û mantar tên. Carcaran sedem ne mîkroorganîzmayek e dibe ku allerjenek be an jî tahrîşeke fizîkî be. Gelek carî jî piştî tahrîşa fizîkî ji bo mîkroorganîzmayan dorhêleke guncan pêk tê û nexweşî dest pê dike. Bi rastî jî her çiqasî ku sedemên wan ji hev cuda bin jî nîşanên wan pir dişibin hev û mirov ne neheq in ku ji tevî re bêjin "bapêş". Grîb bi nîşanên xwe bişibe bapêşê  jî sedemê wê Vîrûsa İnflûenza ye û li ser hinek komên nexweşên taybet ku sîstema wan î îmmun qels e (we...

Ev Çawa Albûm e?

Resim
Nediket bîra min ku ez ê rojekê li ser mosîqa Ciwan Haco rexneyeke neyênî bikim. Ji roja ku min dengê wî bihîstiye heta îro li hemberî berhemên C.Haco ketime nav bendewariyeke bilind. Berê, bi zorê te karîbû straneke "jirêzê" di nav albûmên Ciwan de guhdar bikira. Her dem bi sê gavan li pêşiya mosîqa kurdî bû, ruwê wê yî modern bû. Çawa çêdibe ku li paş bimîne? Qey bi rastî jî divê ku mirov dema li serê lûtkeyê be, dest ji hunerê berde?             Bi şêwaza mosîqa û dengê xwe, bi gotinên stranên xwe bi taybetî ji bo guhdarvanên ciwan fenomenek e. Bû awêneyek ji hunermendên nû yên kurd re, gelek ji wan bi deng û terza xwe di bin bandora wî de diman. Li gora derfetên sî sal berê mirov binirxîne, di her albûmeke xwe ya nû de bi şêwazeke nû guhdarvanên xwe mest dikir. Piştî albûma "Na Na"yê derizîn kete navbera şopînerên Ciwan û ev derz her ku diçe dibe şkestin.       Li gorî min û ez dibêm qey li gorî gelek guhdarvanên Ciwan jî al...

Dîftongên Kurdî

Resim
              Weke ku tê zanîn li ser riwê (an jî ruwê) cîhanê bi hezaran ziman û devok têne axaftin. Ev ziman bi awayekî zimanzanî ji hev hatine beşkirin. Ev jî li gora fonetîk, sentaks, leksîkolojî, etîmolojî, morfolojî û her wekî din têne beşkirin. Her ziman û hetta her zarava xwediyê hinek cûdahî û taybetiyan in. Mînak di zaravayê kurdiya başûr (Soranî) de ergatîvîte û dengê "v"yê tuneye, di zaravayê zazakî de dengê "ç"yê ji zaravayên din cûdatir e, dengekî di navbera dengên "ç" û "s"yê de ye. Her wiha mirov dikare mînakên van cûdahiyan zêdetir bike.           Ya ku ez dixwazim balê bînim ser, dîftongên (dudeng) di kurdî de ne. Li gora hin zimanzanan "xw" dîftong tê qebûlkirin, li gora hinekên din nayên qebûlkirin. Ez jî dixwazim li vê tevliheviyê yeke din zêde bikim (Ez ne zimanzan im, lê mîna xwendevanekî kurdî, dixwazim ku pirsên di hişê xwe de par ve bikim). Mijara ku ez dixwazim behs bikim bi dualî ye, yek jê bika...

Rewşa Watsapê

Resim
Rewşa me rewşeke giran e Hawîrdor mij girtiye ji emojiyane Kesek nemaye li me bike laykane (like) Em bûne koçberê feysbûk, twîtir û înstagramane Ferman e, fermana Homo Sapîensan e     Mirovahî her dem di nava guhertinekê( Evolution) de derbas dibe, ev rewşeke asan e. Gelek carî jî ev rewş bi "pêşketinê" tê pênasekirin. Ji çanda devkî ber bi ya nivîskî, ji wir jî bi bayê bezê ber bi ya kompîtûrî û van salên dawî jî bûye çanda telefonên biaqil(androîd). Bêguman her dewr xwediyê hinek avantaj û dezavantajan e. Kî bixwaze dikare ber bi pêş ve biguhere , kî jî bixwaze dikare di bin xwe de li ber gû here... Gelek caran jî ev rewş ji asta bijartinê zêdetir dikeve asta bêgaviyê. Her kes kêm zêde ji vê rewşê agahdar e. Gotineke me yî kurmancî heye, dibêje "mîh bi nigê xwe, bizin bi nigê xwe". Lê li gorî fikra min ev hinekî ji vê gotinê wêdetir e, ji ber ku mîh û bizin endamê heman keriyî ne. Gotineke din î bi vê rewşê re têkildar heye, ew jî ev e; "tu keran bibî ...

Pîrê Mem

Resim
Ziyareta Pîrê Mem, li herêma Omeryan, di navbera gundê Bikêrê û Kurima de ye . Ziyaretgeheke kevn e, pirtir ji aliyê gundên derdorê ve tê ziyaretkirin. Di derheqê dîroka vê ziyaretê de agahiyeke diyar tuneye. Li vê heremê gelek ziyaretên mîna vir hene, pirê wan jî tenê ji hêla gundên derdora wan têne naskirin; Letanê, Kalbazo, Melekaf, Mezelkê Sipî çend mînakên ji van in. Gelê heremê li van deran pez û dewaran dikin dehî û xwe davêjin van ziyaretan, ji bo pakbûna nexweşî û tengasiyên xwe duayan dikin. Taybetmendiyeke van ziyaretgehan jê jî ew e ku, bi dar û ber in, kesek darên li van cihan jê nakin. Bêîstîsna li tevan darên berûyê heye, jêkirina darên li vir guneh tê qebûlkirin. Li Pîrê Mem dareke mezin ya berûyê heye ku ji mezinbûna şaxên wê û stûrbûna qurmê wê diyar dibe ku pir kevnare ye. Bi rehetî deh malbat li bin wê dikarin bi cî bibin. Avahiyeke biçûk î bi qasî bîst metrekareyî heye ku sê tirbeyên textînî tê de ne. Li derûdora ziyaretê neh deh bîrên avê hene, ji dem...

Hêmaya Hespan di Destana Köroğlu de

Resim
O iyi İnsanlar, o güzel atlara binip çekip gittiler. ( Ew mirovên çê li wan hespên spehî siwar bûn, lê xistin û çûn)       Bêguman nivîskariya Yaşar Kemal ji bo w êjeya  tirkî siûdek e. Gelek hêmayên çanda gelerî , hem ji Dengbêjiya Kurdî hem jî ji ya Aşiqên Anatolyayê di kitêbên xwe de bi hostatiyeke resen bi kar aniye.        Vîdeo: Yaşar Kemal bi bîreweriyeke balkêş ji dengbêj Salihê Qubînî re çend hevokên destana Siyabend û Xecê vedibêje.       Di pirtûka bi navê "Yaşar Kemal Kendini Anlatıyor" de binyata nivîskariya xwe bi dilnizmî radixe ber çavan. Ev kitêb ji bo famkirina wêje û nivîskariya wî hêjayî xwendinê ye. Îcar jixwe hêza pênûsa wî ji her kesî malûm e.      Weke ku min li jorê jî got (û zaten Yaşar Kemal bixwe jî di roportajên pirtûk, rojname û çapemeniyê de gelek carî diyar kiriye) hêmayên çanda devkî ango çanda gelerî bi awayekî serkeftî di pirtûkên wî de cî dig...

Xwendin û Nivîsa Bi Kurdî

Resim
Ez gelek caran li kesên ku zanîngeh qedandine û bi ser halan de jî bi ser kurdî de hele didin, rast têm, ku li hemberî bêxîretbûna wan î xwendin û nivîsa kurdî matmayî dimînim. Gotin bê ser nirxandina rewşa zimanê kurdî cilê ser xwe diqetînin lê di rastiyê de salê qey pirtûkeke bi kurdî dixwînin an jî nêvî dihêlin û li pirtûkgeha xwe bi cî dikin. Li ser medyaya civakî jî dema ku bi şaşî tiştinan bi kurdî dinivîsin tê bê qey di asta zarokên dibistana destpêkê de ne, ew qasî şaş û kêm dinivîsin.    Qey bira xwendin û nivîsa bi kurdî pir dijwar e?Rast e dijwar e lê ji bo yekî/yeke tirk, ingilîz, kamboçyayî  û mozambîkî, ne ji bo kurdekî. Rast e ku rengê asîmîlasyonê gelek e, li gelek cihî bêyî daxwaza me derdikeve pêşberî me û em bê hemdê xwe di bandora wê de dimînin. Nivîs û xwendina kurdî ya bi tîpên latînî, divê ji bo kurdên bakûr ne ew qasî dijwar be, jixwe kurd bi tîpên latînî bi tirkî perwerdeyê dibînin, dixwînin û dinivîsin. Tenê çend dengên cuda hene ku bi tîpên...